Êrişa Artêşa Iraqê hat kirin: 13 mirî
Şevêdin li derdurî demjimêr 20 êrişî hêzên artêşa Iraqê yên li bajarê Tigrîtê hat kirin û li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, di wê êrişê de 13 leşkerên Iraqê mirin û gelek jî birîndar bûn. Li gor heman zanyariyan balafirên Amerîka jî gihiştine wê navçeyê.
Cîgirê parêzgarê Kerkûkê di daxuyaniyekê de tevî piştrastkirina vê nûçeyê, got: “Berî nîv saetê di nava bajarê Tigrîtê de bombeyek çandî di karwanekî leşkerên Iraqê yên ber bi navçeyê ve hatibûn şandin teqiya.”
Dr. Emîn Ezîz ragihand ku 5 bombe li ser rêya wî karwanê leşkeran hatibûn danîn û tenê yek ji wan teqiyaye. Navbirî got ku hêzên Iraqê 4 bombeyên din bê kontrol kirin.
Tê gotin ji ber wê teqînê hêjmarek zirepuşên artêşa Iraqê têk çûne.
Rudaw
