• Monday, 09 February 2026
logo

Wezîrê Pêşmerge Bi Heyeteke Berpirsên Leşkerî Yên Amerîkayê Re Civiya

Gulan Media November 20, 2012 Nûçe
Wezîrê Pêşmerge Bi Heyeteke Berpirsên Leşkerî Yên Amerîkayê Re Civiya
Duh Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa bi amadebûna hijmareke din ji Rayedarên Wezareta Pêşmerge tevî heyeteke Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê ên li Îraqê re civiya.

Di hevdîtinekî de rewşa Kerkûk û Dûzxormatuyê hate nirxandin û Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku, lêv û tevgerên hêzên Pêşmerge yên li wan Deveran jiber metirsî û gefên Artêşa Îraqê bûne, jiber ku, Malikî û Berpirsên Fermandehiya operasiyonên Dîcleyê diyar kiribûn ku, vê hêzên han bibin Dûzxormatuyê û baregehên partiyên Kurdî kontrol bikin û çekên hêzên Pêşmerge ji wan bistînin.

Şêx Cefer Şêx Mistefa herwiha diyar kir ku, ji roja 18ê vê Mehê ve hate niha hêzên Dîcleyê li ser rêya Ozeyim û Dûzxormatuyê di nava amadebaşî dene lewre em daxwaz dikin ku, hêzên han ji Deverê vekêşin û kêşeyên heyî bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Li hember de jî Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê daxwaz ji hêzên Pêşmerge kirin ku, bi ti awayî dest bo çareseriyeke leşkerî dirêj nekin û hewl bidin daku, kêşeyên heyî bi rêyên aştiyane çareser bikin.
Top