• Monday, 09 February 2026
logo

Xelkê Kerkûk Û Dûzxormatuyê Daxwaza Hilweşandina Hêzên Dîcleyê Dikin

Gulan Media November 20, 2012 Nûçe
Xelkê Kerkûk Û Dûzxormatuyê Daxwaza Hilweşandina Hêzên Dîcleyê Dikin
Weke tê zanîn beriya Hefteyekî saziyên medenî û dezgehên sivîl yên li Kerkûk û Dûzxormatuyê li berdem Parêzgeha Kerkûkê dest bi xwepîşandanek kiribûn û yek Hefte dem dabûn Hikûmeta Îraqê ku, hêzên Dîcleyê hilweşîne, lê evro piştî bi dawî hatina ev dema han xelkê Kerkûk û Dûzxormatuyê bi awayekî girseyî dest bi xwepîşandaneke berfire kir û daxwaza hilweşandina hêzên Dîcleyê kir.

Welatiyên Xwepîşander tekez li ser vê yekê kirin ku, eger Hikûmeta Îraqê ev hêzên han hilneweşîne vê rewş gelek aloz bibe û Îraqê bi qirîzên nû re rûbirû bibe.
Top