Hikûmeta Îraqê Hêzeke Mezin Bo Kerkûkê Birê Kir
Hevdem çavkaniyeke din ya îstîxbaratî li Bexdayê de ji Kurdistantvê re eşkere kir ku, hêzên ser bi firqeya nû ya lîwaya 36 a Artêşa Îraqê berbi Bajarê Kerkûkê ve birê ketiye û ev hêza han ji 50 tank, 35 zirepûş û zêdetir ji 300 maşînên din yê Leşkerî pêk hatiye.
Çavkaniya han eşkere kir ku, bi rêya nivîseke nihênî jî hêzên firqeya 4 li parêzgeha Selahedîn û firqeya 12 ya Artêşa Îraqê jî hatine hayedarkirin daku, hevkariya wan hêzan bikin daku, bikaribin bi asanî derbasî Bajarê Kerkûkê bibin.
