• Monday, 09 February 2026
logo

Biden bo Malikî: pevçûn Digel hêzên Pêşmerge , hêla sore

Gulan Media November 19, 2012 Nûçe
Biden bo Malikî: pevçûn Digel hêzên Pêşmerge , hêla sore
Li gor nûçeyeke rojnameya Siyase ya Kiwêtî, cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden ji Serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî re ragihandiye ku pevçûna çekdarî digel hêzên pêşmerge hêla sore.

Malpeera rojnameya siyase li zarê çavkaniyekî Kurdî belav kiriye ku: Cîgirê Serokê Amerîka hişyar kiriye ku eger li bajarê Kerkûkê yan li her navçeyekî din şer rû bide, wê demê hêzên Amerîka bê deng namînin û ewê dest li kêşeyê werdin.

Wê jêderê ku nexwestiye nave xwe aşkira bike amaje bi wê yekê jî kiriye ku: Biden pêşniyar kiriye ku hêzên Amerîkî li navçeyên kêşe li ser heyî belav bikin lê belê Nurî Malikî ew pêşniyara red kiriye.
Jêderê behsa wê yekê jî kiriye ku, rawêjkarên asayîşa neteweyî ya Amerîkayê di wê baweriyê de ne ku tevgera Malikî bo sepandina desthilata serbazî bi ser Herêma Kurdistanê bi piştevaniya Êran û Sûriyêye.

Ji aliyekî din ve, avakirina fermandeya operasyona Dîcle ku ji aliyê hikûmeta Nurî Malikî bo navçeyên kêşe li ser heyî şandin, kêşeyekî din xistiye sere w navçeyên Herêma Kurdistanê ku naxwazin bi tu awayî ew fermandeya li wan navçeyan hebin.

Xendan
Top