• Monday, 09 February 2026
logo

Li Serêkaniyê êrişa Artêşa Azad: Serokê Meclisa Gel hat kuştin

Gulan Media November 19, 2012 Nûçe
Li Serêkaniyê êrişa Artêşa Azad: Serokê Meclisa Gel hat kuştin
Grûbeke çekdarên Artêşa Azad li bajarokê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê êrişî gel kirin. Di encamê de serokê meclisa gel û ciwanekî din jiyana xwe ji dest da. Çavkaniyek ji rojavayê Kurdistanê jî ji Rûdawê re diyar kir ku Artêşa Azad êrişî YPGê kiriye û meseleya Serêkaniyê karê Desteya Bilind a Kurd (DBK) e.

Li gor nûçeyeke Ronahî TV li bajarokê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê serokê meclisa gel Abid Xelîl di encama êrişên grûbekî çekdar de hatiye kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) jî diyar kir ku dema endamên meclîsa gel ku Serokê Meclîsa Gel yê Sêrêkaniyê ji di nav de bû xwestin vê aloziya li bajêr bi dawî bikin û gel ji bo beşdarî meşa îro bibin, di nava xebatan de bûn. Lê komên çekdar gule li wan reşandin û di encamê de Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û ciwanek navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dane û 5 kes birîndar bûne.

Çavkaniyek ji rojavayê Kurdistanê jî derbarê mijarê de ji Rûdawê re got: “Li gor agehdariyên ku me bihîstine, Grûba El-Sam a girêdayî Artêşa Azad êrişî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kiriye. Di encamê de serokê meclisa gel hatiye kuştin.” Heman çakvaniyê diyar kirk ku şer û pevçûn didomin û 5 endamên YPGê jî birîndar bûne.

Heman çavkaniyê diyar kir ku bûyera Serêkaniyê mijarekî giringe, ne tenê karê partiyekê ye û divê Desteya Bilind a Kurd bikeve tevgerê. Heman çavkaniyê got: “Ev pekrewanên gelê kurd in, xebata wan ji bo îradeya herdu Encûmenên Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) e. Êrişên îro yên Artêşa Azad gefên li ser îradeya gelê Kurd in.”

Rudaw
Top