‘Dem hatiye bawerî ji Malikî bê standin’
Parlamenterê lîsteya Ehrar ê girêdayî Tevgera Sedir Cewad Hesanewî got: “Ew yek eşkere bûye ku Malikî di desthilatê de tekane kar dike û destûr binpê kiriye.” Navbirî diyar kir ku hewldanên ji bo pêkanîna hikûmetek piranî, dûrxistina lîsta Iraqiye û Hevpeymaniya Kurdistanê li ser hesabê alîgirên wê, yek ji binpêkirinên saz dike ye.
Hesanewî derbarê peymana kirîna çekan a ligel Rûsyayê jî got: “Ev peyman têra wê yekê dike ku Malikî carekî din ji bo parlamentoyê bê bang kirin an jî ji bo standina baweriyê îmze bên komkirin.”
Serokê lijneya yasayî yê parlamentoya Iraqê Xalid Şiwanî ragihand ku pêkanîna operasyonên Dîcle ya ji aliyê Malikî ve ji bo serxistina hilbijartinên civata parêzgehan e. Şiwanî got: “Rojane li pêşiya me wê rewşa siyasî ji bo rastkirina proseya siyasî ya bi rêya wergirtina helwestên cûda yên navbera standina baweriya ji Malikî eşkere bibin.”
Di demên borî de Hevpeymaniya Kurdistan, lîsta Iraqiye û Fraksyona Ehrar ji bo bawerîstandina ji Nûrî Malikî projeyek pêşkêşî serokomarê Iraqê kiribûn. Lê piştre ew proje hat guhertin û bo bang kirin. Ji bo derbasbûna ji wê krîzê jî, Hevpeymaniya Nîştîmanî ya ku lîsta Malikî beşek ji wan e, projeyek bi navê ‘Paragrafa Reforman’ pêşkêşî lîsteyan kir.
Rudaw
