• Monday, 09 February 2026
logo

‘Çekên me ji yên hêza Dîcle pir pêşketîtirin’

Gulan Media November 19, 2012 Nûçe
‘Çekên me ji yên hêza Dîcle pir pêşketîtirin’
Fermanderekî pêşmergeyan li Kerkûkê diyar kir ku ew rê nadin artêşa Iraqê gavekê pêşde bên û ger li ser laşê wan de jî bên.

Fermandarê lîwaya 1 a bejahî ya Kekerkûkê ya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê yên li Kerkûkê hatine bi cih kirin, fermandar Şêrko Fatih Şiwanî ji Rûdawê re got: “Hêza pêşmergeyan sedî 100 di nava amadekariyan de ye û bi heman rihê pêşmergeyên berê ji bo her rûbirûbûnekê amadene.”

Serokê kombûna Erebî li parêzgeha Kerkûkê Mihemed Xelîl Cibûrî dûr dibîne ku şer û pevçûn di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de çêbibe. Cibûrî got: “Daxwaza birayên me yên pêşmerge ya ji bo şer nîne û daxwaza şer jî nakin. Belkî demekî dirêj li çiyan şer kirine û niha jî sîstemekî demokratîk dixwazin. Ger carekî din vegerin nava şer, tê wê wateyê ku me ti tiştek nekiriye.”

Li gor peymanek berê di navbera Bexda-Herêma Kurdistanê ligel Amerîkiyan de, Kerkûk ji bo sê beşên ewlekariyê hatibû parvekirin. Yekemîn, başurê Kerkûkê girêdayî firqeya 12 bû. Duyemîn, nava bajêr jî hezên polîs, asayîş û hêzên ewlekariyê yên din. Sêyemîn, parastina bakurê Kerkûkê jî li ser milê lîwaya 1 a bejahî ya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bû.

Fermandar Şêrko derbarê çekên hêzên pêşmergeyan ên li navçeyê de got: “Çekên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê gelek ji çekên hêza Dîcle pêşketîtir in.”

Fermandarê pêşmergeyan Şêrko Fatih Şiwanî got: “Em gelê Kurdistanê piştrast dikin ku ti hêzêk nikare ber bi pêş ve bê û ger li ser laşê me de jî bên.”

Rudaw
Top