• Monday, 09 February 2026
logo

Mehmûd Osman: Malikî Serdema Baesê Bi Bîra Me Tîne

Gulan Media November 19, 2012 Nûçe
Mehmûd Osman: Malikî Serdema Baesê Bi Bîra Me Tîne
Parlementerê Parlementoya Îraqê yê ser bi hevpeymaniya Kurdistanî Mehmûd Osman ragihand ku, daxuyaniyên vê dawî yên Parlementerê lîsteya dewleta qanûnê Ebdulselam Malikî ti wateyek ji bilî destdirêjî kirinê nadin û ev daxuyaniyên bi vê rengî jî serdema Baesê bi bîra me tînin.

Osman di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, her çend nav hatî nekesekî leşkeriye lê eger dixwaze Kurdistanê biparêze bila bizanibe ku, Tirkiye kûderê Kurdistanê bordiman û topbaran dike.

Hêjayê gotinêye ku, Parlementerê ser bi lîsteya dewleta qanûnê Ebdulselam Malikî daxwaz ji Nûrî Malikî kiribû daku, hêzeke taybetî bi navê operasiyonên Bakûrê dabimezrîne û navenda wan hêzan jî li Hewlêrê be.
Top