• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê serxweşî li malbata rêzdar xwedê jê razî Şukrullah Baban kir

Gulan Media November 19, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê serxweşî li malbata rêzdar xwedê jê razî Şukrullah Baban kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdar xwedê jê razî Şukrullah Baban

Silavên xwedê li we bin

Gelek bi mixabinî nûçeya koça dawiya kesayetiyê navdarê Kurd Şukrullah Baban bêjerê navdarê Radyoya Kurdî li Tehran û paşê Radyo Kurdî li Kirmaşan gihîşt min.

Şukrullah Baban ji bilî bêjerê xwedî pênûseke diyar û xwedî çendîn berhemên bi hêze û li warê lêkolîn û helbest û wergerê ye, ji bo wê yekê koçkirina wî ziyaneke mezine ji bo gelê me.

Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiya xwe pêşkêş dikim û ji ji dil ve hevxemiya xwe bi we û hemû medyakar û nivîskar û rojnamevanan radigihînim.

Hûn bi xwe xweşbin û hêvîdarim xwedayê mezin xwedê jê razî bixe ber rehmet û dilovaniya xwe û sebir û dilnewayiyê jî bi hemû aliyek bibexşê û ji we ji xem û kovanan dûr bigrê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
18/11/2012
Top