Ji şaredariya Hell a Brîtanya piştgiriya ji bo kurdan
Semînera bi sernavê ´Pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn a niha` bi beşdariya rojnamegerê kurd Roj Ehmed li dar xist. Rojnameger Ehmed ku ji berya demeke kurt serdana rojava û bakurê Kurdistanê kiribû, di derbarê rewşa serdest a siyasî ya li her du parçeyên Kurdistanê agahdarî dan beşdaran. Roj Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku kurd ji bo azadiya xwe tekoşînek mezin didin lê belê di medyaya cîhanê de ev deng nayê bihîstin.
Beşa duyemîn a semînerê bi taybetî di derbarê girevên birçîbûnê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûn. Herwiha di dirêjiya semînerê de bal li ser parlamenter, şarevan û siyasetmedarên girtî yên li Tirkiyeyê jî hate kişandin.
Serokê Liqa Partiya Karkeran a Brîtanya Franisîn Cîbîns jî di semînerê de diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalekiya girtiyên kurd, ji ber ew doza mafên xwe yên demokrarîk dikin. Cîbîns wiha pê de çû: "Em ê di dawiya vê semînerê de li endamên partiya xwe yên di Parlamena Ewropayê de bikin ku çawisandinê li Tirkiyeyê bikin. Pirsa kurd li Tirkiyeyê benda demokrasiyê ye û ger Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, pêwist e ew dawiyê li çewisandina li ser kurdan bînin."
Rudaw
