• Monday, 09 February 2026
logo

Li ser banga Ocalan girtiyan dawî li greva birçîbûnê anîn

Gulan Media November 18, 2012 Nûçe
Li ser banga Ocalan girtiyan dawî li greva birçîbûnê anîn
Li ser navê girtiyên bakurê Kurdistanê yên di greva birçîbûnê de Denîz Kaya, piştî daxuyaniya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku çalakiya wan bi serkeftinek mezin gihiştiye armanca xwe. Kaya,da zanîn ku ew banga Ocalan watedar dibînîn û çalakiya xwe bi dawî dikin.

Piştî ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî û derbarê çalakiya greva birçîbûnê ku 68 rojin berdewam dike de, banga "Bila zû dest ji çalakiya greva birçûbûnê berdin" kir, li ser navê hemû girtiyên kurd Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku ew dawî li çalakiya xwe tînin.

Kaya, diyar kir ku çalakiya wan 12'ê Îlonê bi rihê berxwedana 14'ê Tîrmehê dest pê kiribû, li zindanê gihişt berxwedana 10 hezar girtiyan û li derve jî gihişt berxwedana milyonan. Kaya, ragihand ku çalakiya wan ku bi felsefeya Pêşengê PKK'ê Kemal Pîr a "Bi qasî ez di oxira wê de bimirin ez ji jiyanê hez dikim" ketin rê û wiha got: "Ev wekî berxwedana dîrokî ket nava rûpelê dîrokê. Armanca çalakiya me ji bo rê li pêşiya çareseriya xwe dispêrê tundiyê ya înkar û îmhayê bi dawî bike û li şûna çareseriya bi rêbaza înkar û îmhayê em rêbaza demokrasî, aştî û diyalogê esas bigirin hatibû destpêkirin. Bi vê ferasetê me got hewce be em dê bedena xwe bidin ber mirinê.”

Kaya got: “Em berxwedana gelê xwe ya demokratîk û bi heybet silav dikin. Vê berxwedana gel hêz û moralekî gelek mezin daye çalakiya me. Ji bo vê berxwedana gelê xwe em gelê xwe silav dikin. Vê bexwedana gelê me polîtîkya dewletê ya înkar û îmhayê pûç kiriye û bêwate kiriye. Em malavahiya gelê xwe û raya giştî dikin.”

Kaya, destnîşan kir ku wekî raya giştî jî dizane Ocalan banga "Vê çalakiyê cihê xwe dîtiye û gihiştiye armanca xwe. Bêyî ku têkevin nava fikaran dawî li çalakiyê bînin" kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em vê banga Rêberê xwe esas digirin. Li ser banga rêberê me, me 18'ê Mijdara 2012'an dawî li çalakiya xwe anî. Em dê şopdarê vê pêvajoyê bin û li gorî wê bertek û helwesta xwe berdewam bikin. Banga me ji gelê me û raya giştî heta azadiya Rêberê me û daxwazên gelê kurd bila têkoşîna xwe berdewam bikin û heta Azadiya Rêberê Gelê Kurd û Demokratîkbûna Kurdistanê dê berxwedan û raperîna me berdewam bike. Gelê me yê fedekar di berxwedanê de bedena xwe daniye holê û biryara xwe anîye ziman."

Rudaw
Top