• Monday, 09 February 2026
logo

Li Şemzînan 5 leşker hatin kuştin

Gulan Media November 18, 2012 Nûçe
Li Şemzînan 5 leşker hatin kuştin
Li navçeya Şemzînan a girêdayî Colemêrgê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer rûda û di encamê de 5 leşker hatine kuştin.

Li gor çapemeniya Tirkiyê, li Şemzînan di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Tirkiyê de şer çêbûye. Li gor malpera televizyona NTV, 5 leşker hatine kuştin û leşkere jî birîndar bûye.

Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) xwe dispêre çavkaniyên herêmî û diyar kir helîkopterek ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin. Rayedarên Qeymeqamtiya Şemzînan jî diyar kirin ku helîkopter nehatiye xistin, li herêmê pevçûn berdewam dikin û

hêzên taybet sewqî herêmê tên kirin.

Rudaw
Top