Abdullah Ocalan: Greva birçîbûnê gihiştiye armanca xwe û bi dawî bikin
´Divê ne kesên li hundir kesên li darve bikevin girevê`
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DIHA) birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan çû Girava Îmraliyê û bi wî re hevdîtin pêk anî. Mehmet Ocalan diyar kir ku birayê wî gotiye "bêyî têkevin nava fikaran bi lezgîn dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin". Mehmet Ocalan der barê hevdîtinê de wiha got: "Ez îro çûm Girava Îmraliyê. Min bi birayê xwe Birêz Abdullah Ocalan re rû bi rû hevdîtin pêk anî. Birayê min der barê greva birçîbûnê de diyar kir ku bêyî dem derbas bibe bila bi lezgîn dev ji grevê berdin. Birayê min xwest ez vê yekê bi cemaweriyê re parve bikin. Daxuyaniya birayê min wiha ye: "Kesên ketine gireva birçîbûnê, kar û barê kesên li derve ku bikin dane ser milê xwe û pêk anîne. Kesên li derve jî bila kar û barê xwe li ser girtiyên ku di nava çar dîwaran de di nava şert û mercên giran de dijîn bar nekin. Gireva birçibûnê, bi awayekî tarzê ne rast e. Ger ku dê greva birçîbûnê pêk bê, divê ne kesên li hundir kesên li darve bikevin girevê. Gireva birçîbûnê pir bi wate ye. Çalalkî gihiştiye armanca xwe û wateya xwe dîtiye. Bêyî ku têkevin nava fikaran û ramanan, bila bi lezgîn dev ji çalakiya gireva birçîbûnê berdin. Ez li vir ji hemû kesên ketine gireva birçîbûnê, bi taybetî kesên koma ewil û duyemîn yek bi yek silav dikim."
Parlamenterên BDPê çûn Girtîgeha Tîpa D a Amedê
Ji hêla din ve Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku ew destekê didin banga Ocalan. Demîrtaş ev peyam weşand: "Banga ku Birêz Ocalan kiriye, pêşveçûneke pir girîng e. Çûyîna birayî wî ya Îmraliyê, bi piştgiriya me pêk hat. Em hêvîdar in ku ev pêşketin bibe sedem tecrîd bi tevahî ji holê rabe. Em jî piştgiriyê didin vê bangê. Em hêvîdar in ku girtî jî bangên me li ber çav bigirin û ji nû ve binirxînin.
Ji aliyê din ve hat hînbûn ku çend parlamenterên BDP'ê, ji bo agahiyê bighînin girtiyan, çûne Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Di vê navberê de malbatên girtiyên di girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de piştî ku ev agahî bihîstin li ber girtîgehê kom bûn. Girtî niha ji girtîgehê dirûşma berz dikin û malbat jî li ber deriyê girtîgehê dîlan digirin.
Rudaw
