• Monday, 09 February 2026
logo

Ji bo li Swêdê Enfal bê pejirandin 7 partiyan dengê xwe kirin yek

Gulan Media November 18, 2012 Nûçe
Ji bo li Swêdê Enfal bê pejirandin 7 partiyan dengê xwe kirin yek
Qirkirina Kurdên Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê rejîma Seddam Huseyîn ve pêk hat û di encamê de 182 hezar kes têde jiyana xwe ji dest dan, di rojeva Swêdê de ye. 7 partiyên siyasî yên Swêdê ji bo qebûlkirina qirkirinê nêrînên xwe kirin yek. Biryar bi yekdengiya endamên Komîsyona Polîtîkayên Derve ya Swêdê roja 15ê mijdarê hate erêkirin.

Gotûbêjên qirkirina Enfalê ji sala 2007 ve li Swêdê berdewam dikin. Partiya Çepgir û Partiya Hawirdorê pêşnûmeya “Qirkirina Enfalê binase” anîn rojeva Parlamentoya Swêdê, lê partiyên din li dij derketibûn.

11’ê adara 2010 Enfal ji bo dengdanê hate rojava Parlamentoya Swêdê, Keskan û Çepgiran dengê erê bi kar anîn, lê partiyên din li dijî derketibûn û pêşnûme hatibû redkirin.

Meha cotmeha îsal jî parlamenterên Partiya Karker a Sosyal-Demokrat Shadiye Heydarî, Anna-Lena Sörensson, Arhe Hamednaca, Lars Johansson û Roza Guçlu Hedin de tê xwestin ku Enfal weke qirkirina li hemberî Kurdan bê qebûlkirin. Herwiha balê dikişînin ser girîngiya qebûlkirina qirkirinê û eşkerebûna rastiyan. Di pêşnûmeniyê de hatibû diyarkirin ku di navbera 23’ê sibat û 6’ê Îlona 1988’ê de di dema Enfalê de zêdetirê 182 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest dan, tevî jin û zarokan nêzî milyonek Kurd ji cih û warên xwe koçber bûn û piraniya vana di kampan de hatin bicihkirin.

Di pêşnûmeyê de wiha tê gotin: “Tişta ku di salên 1914-18 de hate serê Ermenî û Suriyaniyan, ji aliyê Parlamentoya Swêdê ve weke qirkirin hate qebûlkirin. Heman tişt hatiye serê Kurdan jî. Di dema Enfalê de 4 hezar gund, 2 hezar dibistan, 27 Dêrên Asuriyan hatin hilweşandin û şewitandin. Li nêzî 250 gund û bajarên Kurd lê dijîn gazên sînîr û senap ên kîmyewî hatin karanîn. Êrîşa herî mezin di 16’ê Adara 1988’ê de li dijî Helepceyê pêk hat. Êrîşa herî mezin a dîroka nûjen pêk hat. 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û 10 hezar kez jî seqet bûn. Heta niha bandora fîzîkî ya vê êrîşê li ser gelek kesan heye.”

Piştî vê carê mijar çû ber destê Komîsyona Polîtîkayên Derve ya Parlamentoya Swêdê, tevî Kesk û Çepgiran, partiyên Muhafezekar, Partiya Navendî, Partiya Gel û Partiya Xiristiyanên Demokrat nêrînên xwe yên ji bo qebûlkirina Enfalê kirin yek. Bi vî awayî 7 partiyên siyasî ji bo pejirandina qirkirina bi serê Kurdan hat li ser hev kirin.

Ev mijar dê dawiya vê mehê biçe rojeva Parlamentoyê û bikeve dengdanê. Lê ev biryara komîsyonê pir girîng e û xwedî roleke diyarker e. Ji ber vê jî tê payin ku biryar bi awayeke bê surprîz ji aliyê Parlamentoya Swêdê ve bê qebûlkirin.

Serokê rêxistina mafê mirovan a li dijî qirqirina Kurdocide Watch CHAK Azad Heyderî daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ev biryar di Komîsyona Polîtîkayên Derve re derbas bûye, ev yek piştgiriyeke mezin e ji bo gelê Kurd. Heyderî bi bîr xist ku ji bo Enfal weke qirkirin were qebûlkirin, ji sala 2007 ve saziya wan têdikoşe û kêfxweşiya xwe ya li hemberî vê biryara bi yekdengî hate qebûlkirin anî ziman.

Bi vî awayî dê Swêdê bibe duwemîn welatê ku piştî Iraqê qirkirina Enfalê ya ku 182 hezar Kurd têde jiyana xwe ji dest dane weke qirkirin qebûl dike. Parlamentoya Iraqê sala 2008 Enfalê weke qirkirin qebûl kiribû.

Rudaw
Top