Di navbera pêşmerge û leşkerên Îraqê de pevçûn derket
Piştî şerê li Xurmatû rû da, bi taybetî di derbarê hejmara birîndaran de agahiyên ji hev cuda hatin belavkirin. Herwiha di derbarê sedema şerê pêk hatiye jî agahdariyên ji hev nakok têne belavkirin. Heta niha daxuyaniyek fermî ya sedemê pêkhatina şer û hejmara tekûz ya birîndaran de nehatiye belavkirin.
Welatiyek mir û gelek leşker birîndar in
Li gor agahdariyên herî dawî ketin destê Rûdawê, ji yên birîndar 7 jê leşkerên Îraqê ne û 1 jî pêşmerge ye. Herwiha welatiyekî ku di dema pevçûnê de birîndar bû, piştî rakirin nexweşxaxeyê jiyana xwe ji dest da.
Ji hêlan din ve Birevêberê Giştî yê Ragihandin, Rewşenbîrî û Hişyariya Niştimanî, Helgurd Hikmet Mela, ji Radûwê re daxuyand ku ev şer di encama pirsgirêkek şexsî ya di navbera leşkerekî kurd û polîsê fedaral de pêk hatiye.
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer jî di daxuyaniyek taybet de diyar kir ku şerê pêk hatiye, şerekî şexsî bûye û kêşaya rû daye niha hatiye çareserkirin.
Rudaw
