• Monday, 09 February 2026
logo

Li Stenbulê serokwezîrê Kurdistanê û serokwezîrê Tirkiyeyê civiyan

Gulan Media November 17, 2012 Nûçe
Li Stenbulê serokwezîrê Kurdistanê û serokwezîrê Tirkiyeyê civiyan
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Duh roja înîyê 16.11.2012ê li bajarê Stenbulê ji aliyê Receb Teyb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê ve hat pêşwazî kirin.

Di çarçoveya beşdarîkirina di konfransa enerjî û aboriyê ku, ji aliyê civata Atlantic ve li Stenbulê hatiye saz kirin, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyb Erdogan civiya.

Di civînê de her du serokwezîran behsa têkeliyên dualiyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê û çewaniya pêşxistin û berfirehkirina têkeiyên aborî û bilindkirina sewyeya bazirganiya navbera Hewlêr û Enqereyê, kir. Di vî warî de her du aliyan tekîd li ser çareserkirina wan astengiyên dikevin pêşiya bizava aborî û bazirganiya navbera her dua aliyan de kir.

Rewşa siyaisya herêmî û pêşhat û bûyerên li deverê diqewimin mijarên din yên civînê bûn, di vê çarçoveyê de tekîd li ser giringiya parastina aramî û îstîqrara herêmî hat kiri.

Pêvajoya siyasîya Îraqê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê aliyekî din yê civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan bû
Top