‘Em qebûl nakin ti kes dîroka Silêmaniyê têk bide’
Îro di 16. Festîfala Gelawêj a li Silêmaniyê hatî lidarxistin de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û wiha got: “Em ji ti kesî qebûl nakin ku ji bo armancên xwe yên taybet bajarê Silêmaniyê di dîrokê de bibire yan jî bi navê xelkê Silêmaniyê dîroka qurbaniyên şoreş û kurdîniya bajêr têk bide.”
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya bi boneya festîfalê û salvegera dirûstbûna bajarê Silêmaniyê got: “Ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê pir giring bû bajarê Silêmaniyê bibe paytexta rewşenbîriya Kurdistanê. Lewra em daxwaz ji parlamenterên Kurdistanê dikin projeya ku Silêmanî bibe paytexta rewşenbîrî bê pejirandin û wê hikûmet jî ji bo vê mijarê hemû pêngavên giring bavêje.”
Rudaw
