‘Ez dijminê kurda me û ezê wekî dijminê jî bimînim’
Îro Mele Bextiyar di 16. Festefîla Gelawêj a Silêmaniyê de gotarek pêşkêş kir. Mele Bextiyar eşkere kir ku heftiya borî fermandarê operasyonên Dîcle Ebdulemîr Zeydî heftiya di civînekî nehênî de wiha gotiye: “Ez dijminê kurd im û ezê wekî dijmin jî bimînim.”
Fermandarê operasyonên Dîcle Ebdilemîr Zeydî di yekem hevpeyvînê de li gel rojnameyeke kurdî, heftiya borî ji Rûdawê re gotibû: “Hemahengiyeke pirr baş di navbera me û hêzên pêşmergeyan de heye.”
Rudaw
