Mesrûr Barzanî Hêvî Dike Yekê Muheremê Bibe Roja Yekrêziya Gelê Kurd
Bi minasebeta hatina Yekê Muheremê sersala sala nû ya koçî ji dil pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Misilimanên Cîhan û Kurdistanê dikim û hêvî dikim ev sala nû ya koçî bo misilimanan bibe sedema xêr û xweşî û Devera me jî ku, niha di nava çendîn kêşe û aloziyan deye, derbasî pêvajoya aştî û demokrasî bibe û kêşe û aloziyên heyî bi rêyan aştiyane werin çareserkirin û Gelên Deverê jî bigehêjin bi mafên xwe yên reva.
Her wiha hêvî dikim sersala nû ya koçî bo Gelê Kurd jî bibe sedema yekrêziya bihêztir ya Gelê Kurd û aliyên siyasî yên Kurd jî tevahiya hêz û derfetên xwe bo xizmet kirina doza reva ya Gelê Kurd bikar bînin.
Careke din pîroz be sersala nû ya koçî.
Mesrûr Barzanî
15.11.2012
