Serok Barzanî Peyamek Pêşkêşî Xelkê Silimaniyeyê Kir
Bi minasebeta 228 saliya damezrandina Bajarê xweştewîst ya Silimaniyeyê pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî tevahiya xelkê xweştewîst yê Silimaniyeyê û Gelê Kurd dikim.
Ev bîranîna han bîranîna ev rola girîng û Dîrokiye ku, Bajarê Silimaniyeyê di nava xebata rizgarîxwaz ya Gelê Kurd û tevgera Kurdatî de lîstiye, bîranîna tevahiya berhemên Rewşenbîrî, wêjeyî û huneriye ku, di nava Bajarê Silimaniyeyê de hatine bidestxistin û bûne Stêrka geş ya Dîroka Rewşenbîrî û Hunera Kurdî.
Bajarê Silimaniyeyê Bajarê Şêx Mehmûdê Nemir û Barzaniye û hertim bi rola Silimanî yaku, di nava xebat û têkoşîna Gelê Kurd de lîstiye em serbilindin.
Hêvî dikim ev bîranîna han bibe deriyek bo xizmet kirineke zêdetir bi Bajarê Silimaniyeyê.
Serokê Kuridstanê
Mesûd Barzanî
15.11.2012
