• Monday, 09 February 2026
logo

Greva birçîbûnê berdewam e!

Gulan Media November 14, 2012 Nûçe
Greva birçîbûnê berdewam e!
Polîsên Tirk li ber avahiya ku çalakvanên rojiya birçîbûnê tê de ne, êrîşî girseya gel û şandeke hunermendan kir.

Li kolana sanat ya Amedê girseya gel ji bo piştgirî û bilindkirina dengê rojiya birçîbûnê li pêşiya avahiya ku parlementerên BDP'ê jî tê de bûn(Gultan Kişanak, Emîne Ayna, Aysel Tûglûk, Sebahat Tuncel, Sirri Sureyya Onder, Ozdal Uçer, Selahedîn Demîrtaş, Ayla Akat Ata, Adil Kurt û Osman Baydemîr) xwestin çalakiyekê li dar bixin. Lê polîsan êrîşî gel kir û bombeyên gaze avêtin wan.

Bandora bombeyên gaze li parlementerên di rojiya birçîbûnê de jî kir. Paşê şandeya hunermendan derbasî avahiyê bûn.


Avestakurd
Top