• Monday, 09 February 2026
logo

Li Serêkaniyê 2 malbatên kurdan hatin bombebarankirin: 22 mirî

Gulan Media November 12, 2012 Nûçe
Li Serêkaniyê 2 malbatên kurdan hatin bombebarankirin: 22 mirî
Îro balafir û helîkopterên rejîma Sûriyê bajarokê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê bombebarankirin. Du malbatên kurdan bûn armanc û heta niha 22 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava kesên mirine de serkirdeyekî Partiya Azadî jî heye.

Piştî ku heftiya borî komeke çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê derbasî navçeya Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bûn, îro berî nîvro balafir û helîkopterên rejîma Sûriyê bajarokê Serêkaniyê bombebarankirin.

Nivîskar û rojnamevanê kurd Farûq Hecî bi rêya Skypy ji Rûdawê re behsa bombebaranê kir û wiha got: “Du malbatên kurdan hatin bombebarankirin. Mala Mele Derwêi û mala yek ji serkirdeyên Partiya Azad a Kurd li Sûriyê Elî Mele ku îxtiyare hatin bombebarankirin. Mele Elî di odeyekê bi tenê de bû û jiyana xwe ji dest da. Herwiha gelek kes ji malbata wî bûne qurbanî. Di odeyên din jî endamên din ên xêzana wî hebûn. Lê heta niha nayê zanîn çend kes mirine yan jî birîndar bûne.”

Farûq Hecî diyar kir ku heta niha li Serêkaniyê bi giştî 22 kes di encama bombebarana balafirên rejîma Sûriyê de hatine kuştin, lê nayê zanîn çend ji van kesan kurd in. Hecî got: “Bombebaran heta niha jî dom dike.”

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) jî diyar kir ku di bomberanê de 10 malên derdorê ku ji berê de hatibûn valakirin jî hilweşiyane. Herwiha di bomberanê de 2 ji wan zarok 6 welatiyên kurd jiyana xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn. Navên kesên ku jiyana xwe ji dest dane ev in: “Elî Mela, Dinya Mela Derwêş, zarokên bi navê Evdil Ezîz Xilo û Leyla Xilo, dayika herdu zarokan Şevîn Xilo û Ciwan Necmeddîn Evdirehmen. Ji welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane cenazeyê 3 kesan li Serêkaniyê hatin definkirin, cenazeyê 3 kesan jî birin Nexweşxaneya navçeya Serêkaniyê ya bajarê Rihayê.”

ANFê diyar kir ku gelek çekdarên Artêşa Azad jî hatine kuştin. Artêşa Azad kuştî û birîndarên xwe kuştî û birîndarên xwe birine navçeya Serêkaniyê ya bakurê Kurdistanê.

Tê gotin ku li Taxa Mehetê û herêma Tel Xelef ên hatine bombebarankirin, wekî baregeha Artêşa Azad tê bikaranîn.
Top