Erdogan: Divê em carek din sizayê sêdarê berçav bikin
Erdogan li balefirxaneya Trabzonê bal kişand ser tevlîbûna parlemanterên BDP`ê ya greva birçîbûnê û got: “Evna dixwazin raya giştî bi van karên xwe bixapînin. Dewleta Tirk berpirsyare ji ber selametî û tendirustiya wan girtiyan.”
Her weha Erdogan derbarê cezayê îdamê de jî axivî û got: “Cezayê sêdaredanê li gelek welatên mezin wek Amerîka, Rûsya, Çîn û Japonê jî heye. Ji mafê meye jî em vê cezayê li Tirkiyê jî berçav re derbas bikin.”
Serokwezîrê Tirkiyê cext li ser pirsa vegerandina cezayê darvekirinê li Tirkiyê wek gavekî li hemberî ew kesên ku dixwazin seqmgîriya welat têk bidin bikar anî.
Xendan
