• Monday, 09 February 2026
logo

Opozisyon daxwaza encamdana Hilbijartina Civata Parêzgehan dike

Gulan Media November 12, 2012 Nûçe
Opozisyon daxwaza encamdana Hilbijartina Civata Parêzgehan dike
Her 4 fraksyonên opozisyonê li Parlemana Kurdistanê daxwaz dikin ku mafê yasayî û siyasî yê xelkê Kurdistanê neyê piştguhxistin û Hilbijartina Civata Parêzgehên Herêma Kurdistanê bê encamdan.

Her 4 fraksyonên opozisyonê (Gorran, Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Îslamî û Ayînde) li Parlemana Kurdistanê di yadeştekê de ku arasteya serokatiya parlemana Kurdistanê kirine, ku wêneyek jê ketiye destê malpera Xendan, daxwaz kirine ku Hilbijartina Civata Parêzgehan digel hikûmetê bê yekalîkirin, û di heman dema Hilbijartina Civata Parêzgehên Êraqê de bê encam dan.

Eve navreoka yadeştê ye:

Birêz / Serokatiya Parlemanê Kurdistanê

Babet / Yadeştname

Wekî hûn agahdar in pêwîst bû Hilbijartina Civata Parêzgehan di sala 2009`an de li Herêma Kurdistanê bihata encamdan, lê zêdetirî 3 salan e ku hatiye paşdaxistin.

Biryare di heyva Nîsan a sala 2013`an de Hilbijartina Civata Parêzgehên Êraqê bê encamdan.

Lewra em daxwaz dikin ku ev babet digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê yekalîkirin û di heman dema Hilbijartina Civata Parêzgehên Êraqê de bê encamdan, û ji wê zêdetir, ev mafekî yasayî û siyasî ya xlkê Kurdistanê ye, divê ku neyê piştguhxistin.

- Fraksyona Gorran

- Fraksyona Yekgirtûya Îslamî

- Fraksyona Komeleya Îslamî

- Fraksyona Ayînde

Xendan
Top