• Monday, 09 February 2026
logo

Heyeteke Almanî Û Amerîkayî Serdana Mezara Nemiran Kir

Gulan Media November 8, 2012 Nûçe
Heyeteke Almanî Û Amerîkayî Serdana Mezara Nemiran Kir
Di berdewamiya serdanên welatiyên Kurd û Biyanî bo ser Mezara Nemiran ya li Devera Barzanê de Duh jî heyeteke Amerîkayî û Almanî serdana Mezara Nemiran ya li Devera Barzanê kir û ji aliyê Nunerê Serok Barzanî Xelat Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.

Ev heyeta Amerîkayî ku, heyetek Kilîseyên wê welatî bû pêk hatibû ji heyetek ji Metranên Ebrisiya Washingtondc, Metranên Ermen û heyeteke Zanîngeha Katolîk ya Amerîkayê, piştî merasima pêşwaziyê deste gulek li ser Mezara Nemiran danî.

Her evro heyeteke Almanî jî bi Serokatiya Birêveberê Balefirxaneya Navnetewî ya dosildrofê serdana Mezara Nemiran kir û ji aliyê Nunerê Serok Barzanî vehate pêşwazîkirin.

Pişt re her du heyet peyvek li ser Mezara Nemiran pêşkêş kirin û behsa xebat, têkoşîn û qurbanî dana Nemiran kirin û rola Nemiran di nava Dîroka Gelê Kurd de bi roleke girîng wesif kir.
Top