• Monday, 09 February 2026
logo

Sûriye: Artêşa Azad êrişî koşka komarî dike

Gulan Media November 7, 2012 Nûçe
Sûriye: Artêşa Azad êrişî koşka komarî dike
Îro 7/11, danê sere sibê, tugayên Der`a yen ser bi artêşa Azad koşka komarî û balafirxaneya Mezê û navenda îstixbarata rêjîma Sûriyê da ber bomban û 3 teqînên mezin bajarê Şamê hejandin.

Ji aliyekî din ve jêderên herêmî ragehandine ku hejmare teqînên bihêz îro tar serê sibê navçeyên çiyayî yên ser bi Şame ku piraniya şêniyên wê ji taîfa Elewî ne hejandiye.

Her weha li gor şahîdên bûyerê ku ji kanala Alarabiyê re ragehandine ku domaneke mezin li navçeyên Elewî li Mezê 86 bilind bûye ku nêzîkî koşka serokayetiya komarê bûye.

Televizyona Sûriyê ya fermî jî diyar kiriye ku êriş bi moşekên Morter hatiye encamp dan û ziyaneke canî ya mezin heye li hûrgiliyên wê nedaye xûya kirin.

Xendan
Top