Meclîsa KCD’ê ket greva birçîbûnê
Komek ji endamên Meclîsa Daîmî ya KCD’ê piştgirî dan greva birçîbûnê ya ku ji 12’ê îlonê ve ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin û ketin greva birçîbûnê.
Meclîsa Daîmî ya KCD’ê di civîna 4’ê mijdarê pêk anî de biryara “mezinkirina berxwedana demokratîk” da. Hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de bi dirûşmeya “daxwazên wan daxwazên me ne” komek ji endamên Meclîsa Daîmî ya KCD’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ku dê heta dawiya greva birçîbûnê ya girtiyan bidome, kirin.
Meclîsa Daîmî ya KCD’ê diyar kir ku heta niha desthilatiya siyasî tu pêngavek liberçav neavêtiye û got: “Li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê li her derê çalakiyên xwedîlêderkttina van daxwazên mafdar, rewa û demokratîk belav dibin. Li hemberî vê her çendî rayedarên hukûmetê hin daxuyanî dane, lê heta niha ji bo çareseriyê tu tiştek nehatiye kirin. Êdî rewş gihiştiye asteke krîtîk. Her deqeya derbas dibe, giraniya manewî ya çalakiyê ya li ser hêzên demokrasiyê zêdetir dibin.”
KCD’ê wiha domand: “Li aliyekê pêngavên çareseriya demokratîk a pirsa Kurd ên ji aliyê her kesê ve bi awayeke pêwîst tên dîtin, li aliyeke din jî rastiyeke ku dê rewşeke nerênî dê ziyaneke mezin bide girêdana hestyariya di navbera gelan de . Ji ber vê jî divê her kesê xwedî wijdan li hemberî vê yekê bê deng nemînin.”
KCD’ê, di serdî Kurd, bang li hemû hevparên xwe û raya giştî ya demorkatîk kir ku xwedî li daxwazên girtiyan derbikevin û berxwedana demokratîk mezin bikin.
Rudaw
