Dezgeha Xêrxwazî Ya Barzanî Hevkariya 3 Hezar Malbetan Kir
Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand ku, bi minasebeta hatina Cejna Qurbanê dezgeha me hewl da daku, hevkariyên xwe ku, pêkhatine ji pêdeviyên jiyana rojane pêşkêşî 3 hezar malbetên kêmdahat yên Deverên curbicur yên Kurdistanê bike.
Nav hatî eşkere kir ku, dezgeha xêrxwazî ya Barzanî di çarçoweya xebatên xwe de hevkariya 500 malbetan li Kerkûk, 500 malbet li Dihikê, 500 malbet li Silimaniyeyê, 500 malbet li Devera gerimiyanê û 500 malbet li Mûsilê û 500 malbet jî li hewlêr û derdorê Hewlêrê kiriye.
