PYD: Girtina 12 sîxuran ne rast e
Ajansa Nûҫeyan a Fars ku ajansek nîvfermî ya Îranê ye, diyar kiribû ji hêla Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku milê PYDê yê leşkerî ye, 12 sîxurên Tirk ên leşker di dema dixwastin herin Helebê hatine girtin. Li ser vê yekê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê jî daxuyaniyek tund belav kiribû û nerazîbûna xwe wisa diyar kiribû: "Em daxuyaniyên hinek berpirsiyarên Îranê yên di derbarê welatê me de ku îthamên bê esil belav dikin û gefên ne li ser rê dikin şermezar dikin."
Armanca wan tevlîhevkirin e
Wezîrê Derve yê Îranê Elî Ekber Salihî jî duh ҫûbû Enqereyê û hevdîtinek bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re pêk anîbû. Di heman hevdîtinê de jî Davutoglu nerazîbûnên xwe yên di derbarê belavkirina nûҫeyên bi vî rengî yên di dezgehên ragihandinê yên Îranê de têne belavkirin anîbû zimên.
Ji hêla din ve Hevserokê PYDê Salih Muslim di derbarê mijarê de ji Rûdawê re hebûna rûdaneke bi vî rengî red kir. Muslim destnîşan kir ku ev nûҫeya belavbûyî û tê de tê gotin ku 12 sîxurên leşkerî yên Tirkiyeyê dema diҫûn Helebê hatine girtin ne rast e. Hevserokê PYDê herwiha anî zimên ku armanca belavkirina nûҫeyên bi vî rengî tevlîhevkirina rewşa serdest e.
Rudaw
