• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî û Tom Barrack pêywendiyeke telefonî pêk anîn

Gulan Media February 9, 2026 Nûçe
Serok Barzanî û Tom Barrack pêywendiyeke telefonî pêk anîn

Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê Tom Barrack, di peywendiyeke telefonî de geşedanên dawî yên siyasî yên herêmê û guhertinên li Sûriyê gotbêjkirin.

Baregeha Barzanî ragihand, Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack, îro 8ê Sibatê bi rêya telefonê axivîn.

Di vê peywendiyê de, her du aliyan guftûgo li ser rewşa siyasî ya herêmê bi giştî û guhertin û pênasên dawî yên li Sûriyê kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî û Tom Barrack li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku divê hemû gavên pêwîst ji bo rêgirtin li her cure alozî û şer bên avêtin, da ku aştî û aramî li herêmê bicih bibe.

Herwiha her du aliyan ji ber wan rolên bibandor û karîger ên ku di vegerandina aramî û aştiyê de lîstine, destxweşî li hev kirin.

Di beşeke din a peywendiyê de, Serok Mesûd Barzanî pêzanîna xwe ji bo rola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) anî ziman û tekezî li ser girîngiya berdewambûna hevpeymaniya stratejîk a di navbera gelê Kurdistanê û Amerîkayê de kir.

 

Basnews

Top