Mesrûr Barzanî: Kurd pareka çareseriya pirsgirêkên deverê ne û divê rêz li îradeya wan bê girtin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çavpêkeftineke tilevizyonî de bi kanala Sky News Arabia re peyameka ron li ser doza Kurdan li deverê û mafên rewa yên gelê Kurd ragihand û tekez kir ku, nasnameya Kurd şanaziyeka mezin e û nabe wekî pirsgirêk bê dîtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da: Kurdan mîna her neteweyeka din a deverê (Ereb, Tirk û Faris) mafê wekheviyê heye û hejî wê yekê ne ku mafê biryardana li ser çarenivîsa xwe hebe. Herwesa got: Divê rê li Kurdan neyê girtin ku behsa xewnên xwe bikin; ev mafekê xwezayî ye û tenê ew kesên ku rêzê li pirrengiyê nagirin nasnameya Kurd wekî pirsgirêk dibînin.
Mesrûr Barzanî di derheqa rewşa Kurdan li welatên cîran de jî ragihand: Her parekê taybetmendî û ketwarên xwe yên siyasî hene. Di derheqa Sûriyeyê de jî piştgiriya xwe ji bo diyalogê anî ziman û ragihand: Kurdan li wê derê gelek êş kişandine û "hejî nasandin û mafên xwe ne". Herwesa hêvî kir ku, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bibe hêvênê çareseriyeka berdewam û li Îranê jî Kurd bigihîjin wan mafan ên ku ew hejî ne.
Mesrûr Barzanî di tewerekê din ê gotinên xwe de jî tekez kir ku, divê pergala federal li Iraqê wekî xwe bê bicîhanîn. Rexne li wê yekê jî kir ku, budçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hîn jî wekî "karteka siyasî" tên bikaranîn, ku ew jî binpêkirina destûrê ye. Di derheqa posta Serokkomarê Iraqê de jî got: Divê ev post bi heqkirina li gorî hilbijartinan û îradeya piraniya gelê Kurd be, da ku bi rastî nûnerîtiya gel bike.
Navbirî haydarî jî da: Xeteriyên DAIŞê hîn bi dawî nebûne, ji ber ku ew jîngeha ku tundrêyî tê de zêde dibe (wek neheqî, hejarî û zordarî) hîn nehatiye çareserkirin. Tekez jî kir ku, mana hêzên Hevpeymanan bi serokatiya Amerîkayê ji bo piştgirîkirina hêzên navxweyî di şerê li dijî terorê de ji bo parastina tenahiya deverê pêdivîtiyeka berdewam e.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir: Herêma Kurdistanê dê her gav wekî "pareka çareseriyê" bimîne, ne ku pirsgirêk. Herwesa ragihand ku, ew peywendiyeka dostane bi hemî cîranan re li ser bingeha rêzgirtina dualî û destwernedana di karûbarên hev de dixwazin, bi wî şertî ku mafên destûrî yên gelê Kurd parastî bin.
K24
