Nêçîrvan Barzanî û Tuncer Bakirhan: Nabe ku ev derfeta aştiyê ji dest here
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtinek kir û her du aliyan pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan re hevdîtinek kir.
"Nabe ev derfet ji dest here"
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyek belav kir û ragihand:
"Her du aliyan bal kişand ser girîngiya sûdwergirtina ji vê derfeta dîrokî ya ji bo pêkanîna aştiyê û wan ducare kir ku nabe ev derfet ji dest here.
Her wiha amaje bi pêwîstiya piştgiriya hemû aliyan a ji bo pêvajoyê hat kirin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê aniye zimên û amadehiya xwe ji bo her alîkariya pêwîst a ji bo serxistina pêvajoyê nîşan daye.
Nêçîrvan Barzanî her wiha bal kişandiye ser girîngiya aştiyê ya ji bo ewlehî û aramiya Tirkiyeyê û tevahiya herêmê.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî spasiya xwe û partiya xwe ya ji bo helwest û hewlên berdewam ên Serokê Herêma Kurdistanê aniye zimên ku piştgiriyê dide pêvajoyê.
Rudaw
