Mesrûr Barzanî: Pêwîst e rêz li mafên destûrî û şayisteyên darayî yên Kurdistanê bê girtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Cotmeha 2026an, pêşwazî li Balyozê Romanyayê yê li Iraqê Radu Dobre kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Romanyayê di warên cuda de kirin.
Her wiha girîngiya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê wek pêngava yekem a pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwîstiya rêzgirtina li mafên destûrî û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê, û herî dawî pêşveçûn û guherînên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê, mijarên din ên guftûgoyê bûn.
K24
