Ehmed Muftî: Herêma Kurdistanê %35ê gaza sirûştî ya tevahiya Iraqê berhem tîne
Cîgirê Wezîrê Samanên Sirûştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ehmed Muftî ragihand, di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de di warê berhemanîna gaza sirûştî de, hevahengiyeke temam ava bûye. Muftî herwiha aşkere kir, niha zêdetirî ji sedî 35ê tevahiya gaza Iraqê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tê dabînkirin.
Ehmed Muftî îro 13ê Cotmeha 2026an, di çarçoveya paneleke Foruma MERIyê de ya bi navnîşana "Bihêzkirina Paşeroja Kurdistanê", bal kişand ser rola stratejîk a Herêmê di sektora enerjiyê de û got: "Modela birêvebirina berhemanîna gaza sirûştî li Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê hevahengiyeke wisa durust kiriye ku hevdu temam dikin û jê re dibêjin stratejiya gazê ya li navçeyê."
Cîgirê Wezîrê Samanên Sirûştî diyar kir ku Herêma Kurdistanê kariye bi rêya veberhênana kompaniyên biyanî gazê berhem bîne, di demekê de ku di budceya Iraqê de salane di navbera 200 heta 250 mîlyon dolarî de ji bo berhemanîna petrol û gazê tê terxankirin.
Muftî herwiha got: "Terxankirina veberhênanê di modela Herêma Kurdistanê de sifir e û bi diravê biyanî tê meşandin, ne bi yê hikûmetê. Lewma girêbestên me girêbestên hevkariyê ne, da ku di dema berhemanîna gazê de para kompaniya veberhêner hebe ku xercên xwe pê vegerîne."
Ehmed Muftî da zanîn. tevahiya berhemanîna gaza Iraqê bi ya Herêma Kurdistanê ve digihîje 3 hezar milyon pê sêcar, ku ji vê rêjeyê zêdetirî %35ê wê li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn. Destnîşan kir jî, Herêmê ji dema destpêkirina sepandina yasaya petrol û gazê heta niha kariye xwe bigihîne vê asta bilind.
Derbarê kêşeya elektrîkê ya li Iraqê de, Muftî got: "Ji bo ku elektrîka Iraqê bibe 24 saetî, rojane pêwîstî bi 8 milyar pê sêcar gaz heye. Lê ji ber ku Iraq negihaye vê astê, berê xwe daye hawirdekirina gazê; niha rojane 500 milyon pê sêca gaza şil (LNG) ji Tirkmenistanê tîne, herwiha ji Îranê jî tîne û beşekê jî bi xwe berhem tîne."
Derbarê kêlgehên gaza Iraqê de, Muftî destnîşan kir ku veberhênana pêwîst li wan nehatiye kirin an jî biser neketiye; ji wan kêlgehên wekî Akkas, Xişim El-Ehmer li Diyaleyê û Mensûriye ku hemû jî zeviyên mezin ên gazê ne, lê heta niha veberhênan li wan nehatiye kirin, da ku Herêm û Bexda sûdê jê wergirin.
Di dawiya axaftina xwe de, Cîgirê Wezîrê Samanên Sirûştî tekezî li ser pêşveçûna bilez a Herêmê kir û got: "Kurdistanê pêşketineke berbiçav tomar kiriye; di sala 2020an de berhemanîna me rojane 350 milyon pê sêcar bû, lê îro tenê li kêlgeha Kormorê gihaye 750 milyonan û bi giştî berhema rojane ya Herêma Kurdistanê di navbera 900 heta 1000 mîlyon pê sêcar gaz de ye."
K24
