• Wednesday, 07 October 2026
logo

Peyam Îbrahîm nivîskar û civaknas li Silêmaniyê: Revenda Kurdî wekî pişikên duyemîn ên nîştiman in, bi piştgiriya aborî û lobiya siyasî, dengê rewa yê Kurdan digihînin navendên cîhanê.

Gulan Media October 7, 2026 Raport
Peyam Îbrahîm nivîskar û civaknas li Silêmaniyê: Revenda Kurdî wekî pişikên duyemîn ên nîştiman in, bi piştgiriya aborî û lobiya siyasî, dengê rewa yê Kurdan digihînin navendên cîhanê.

 

Di zanista civaknasiyê de, têgeha «pir-nîştimanî» gûzarê li wê rewşa aloz û
girîng dike ku tê de mirov piştî koçkirina bo welatekî din û bicihbûna herdemî,
ne tenê peywendiyên xwe bi nîştimanê dayikê re qut nake, belkî înîtimayeke
(girêdaneke) kûrtir û pir-alî di nava wî de geş dibe. Revenda Kurdî û diyaspora
mînakeke herî zindî û pir-biha ya vê têza civaknasî ne. Hegerçî koçber li welatê
nû mafê welatîbûnê, aramiya derûnî, asayîşa civakî û derfeta xwendin û
geşepêdanê bidest dixe, ku ev bixwe jî cureyek ji întîmayê bo welatê mêvandar
dirust dikin, lê belê ev qet bi wateya jêbirin, an jî qelsbûna nasnameya wî ya
resen nayê. Berevajî vê yekê, gelek caran tê dîtin ku diyasporaya Kurdî ji wan
kesên ku li navxwe (welat) dijîn, întîma û xemxuriyeke wan a zêdetir ji bo
parastina hêmanên çandî û parastina nasnameya neteweyî heye.

Ev întîmaya bihêz a revenda Kurdî di demên tengavî û qeyranên nîştimanî de bi
zelalî reng dide. Diyaspora her tim wekî piştgireke aborî ya xurt ji bo malbatên
xwe û wekî lobiyeke siyasî ya bibandor ji bo doza Kurdî derketiye holê.
Damezrandina çendîn rêxistinên medenî û navendên fêrkirinê (perwerdehiyê) li
derveyî welat, hewleke stratejîk e ji bo ku zimanê dayikê û çanda resen di nava
dilê civakên biyanî de zindî bimînin. Karkirina li ser zimanê Kurdî û cihkirina
babet û çîrokên Kurdî di nava program û pirtûkan de, garantiya wê yekê ye ku
nifşên yekem, duyem û sêyem ên diyasporayê ji reh û rîşên xwe yên dîrokî qut
nebin. Bêguman hestkirina bi xwedîderketina li kiyan, dîrok û zimanekî
dewlemend, aramiyeke derûnî ya mezin dide mirov û di cîhana xurbetê de dibe
kelehek ji bo parastina baweriya bi xwe.

Ji aliyekî din ve, çalakiyên çandî yên wekî cejna Newrozê, vêxistina agir û
lixwekirina cilên Kurdî li derve, ne tenê wekî boneyeke asayî tên dîtin, belkî
nîşandana yekdengî û danasîna rûmeta neteweyekê ye bi civaka navdewletî. Di dema
qeyranên mezin ên wekî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de, yekrêziya revenda
Kurdî bû sedema dirustkirina guşareke cîhanî ji bo nîşandana zilma li ser
Kurdan, ku ev yek di dîroka me de kêm-wêne bûye. Ev hêza çalak niha di warê
hunerî de jî reng daye û fîlmên Kurdî gihîştine platformên navdewletî. Hetta ew
pisporên ku ji diyasporayê vedigerin, ezmûna modern a perwerdehiyê bi xwe re
tînin ku dibe sedema awêtebûna (tevlîhevkirina) çandî û guhertinên erênî di
paşeroja nifşên me de.

Pêwîst e malbatên li tarawgeyê (xerîbiyê) qet rê nedin ku zarokên wan ji zimanê
Kurdî qut bibin û pêwîst e saziyên perwerdehiyê yên navxwe jî bi arasteya
bihêzkirina nasnameyê pêngavan biavêjin. Wekî pêşniyarekê, gelek girîng e ku
stafê (karmendên) xwendegehan bi lixwekirina cilên Kurdî bibin mînak ji bo
fêrxwazan, ji ber ku ev beşek e ji perwerdehiya neteweyî. Di dawiyê de, wekî
xizmetek bo nifşê nû, min pirtûka «21 Xwişkên Roja Kurdistanê» nivîsiye ku
çîroka kesayet û dîroka Kurd bi şêwazeke fantazî ji bo zarokan vedigêre û biryar
e li Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya «Gothenburg»ê li Swêdê were pêşandan.
Armanca me ew e ku zarokê Kurd bi riya çîrok û wêjeyê, peywendiyeke efsûnî û
herdemî li gel nîştiman û çanda xwe ya geş ava bike û bi şanazî (serbilindî)
rûbirûyî cîhanê bibe.

Top