• Tuesday, 06 October 2026
logo

Botan Ehmed rewşenbîr û siyasetmedar: Guhertina çar milyon kurdên dîyasporayê bo hêzeke rêxistinkirî, kilîta bandora stratejîk e li ser navendên biryardayînê li Rojavayê

Gulan Media October 6, 2026 Raport
Botan Ehmed rewşenbîr û siyasetmedar: Guhertina çar milyon kurdên dîyasporayê bo hêzeke rêxistinkirî, kilîta bandora stratejîk e li ser navendên biryardayînê li Rojavayê

 

 

Botan Ehmed, yek ji rewşenbîr û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê ye. Di nîqaşa
vê carê ya «Bazneya Guftugoyê» de (Rola dîyasporaya kurdî li derveyî qada
niştiman ji bo bilindkirina nasyonalîzmê), dîtin, nêrîn û pêşniyarên xwe bi vî
rengî anîn ziman:

Ez spasiya beşa rewşenbîrî û ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê dikim
ku di vê salonê de nûnerên her çar perçeyên Kurdistanê bi hev re kom kirine, ji
bo ku em li ser «Rola dîyasporaya kurdî li qada derveyî niştiman ji bo
bilindkirina nasyonalîzmê» nîqaş bikin. Lewma ez dixwazim di vê derfetê de
zêdetir li ser dîyasporaya kurdên Bakur rawestim.

Dema ku behsa dîroka serhildan û geşbûna dîyasporaya kurdên Bakurê Kurdistanê li
parzemîna Ewropayê tê kirin, divê em wekî pêvajoyeke piralî ya civakî, siyasî û
çandî lê binêrin, ku bandoreke bingehîn li ser şêwaza ramîn û nasnameya neteweyî
ya kurdî li hundir û derve hiştiye. Ev pêvajoya dîrokî di destpêka salên şêstî
de wekî tevgereke aborî dest pê kir, dema ku pêleke berfireh ji xelkê Bakurê
Kurdistanê bi mebesta dabînkirina debara jiyanê û karkirina di kargehên pîşesazî
yên Almanyayê û welatên din ên Ewropayê de, niştimanê xwe bi cih hiştin. Di wê
serdemê de ku bi salên 1960 heta 1970an tê naskirin, hejmara koçberan gihîşt
asteke berbiçav, ku tê texmînkirin di navbera pênc sed hezar heta du milyon kesî
de bûbe, ku vê yekê bingeha yekemîn civaka kurdî li derveyî welat danî. Ji vir
pê ve, kurd ji rewşeke gundnişînî û çandiniyê hatin avêtin nav dilê nûjenî
(modernîte) ya Ewropayê, ku piştre bû havênê guhertina dîtgeha siyasî ya
takekesê kurd ji bo mafên xwe.

Bi hatina salên heftêyî re, rehenda koçê ji aborî ber bi siyasî ve guherî, bi
taybetî piştî wan derbeyên leşkerî yên ku li Tirkiyeyê rû dan û bûn sedema
tepeserkirina tevgerên çep û neteweyî. Di vê qonaxê de destebijêreke (elîteke)
rewşenbîr û endamên partiyên kurdî ku di bin zexteke tund a desthilatê de bûn,
riya derveyî welat girtin û welatê Swêdê bû navendeke zêrîn ji bo kombûna vê
destebijêrê. Her çend di wî wextî de pêwendiyeke ewqas girseyî di navbera van
rewşenbîran û hemû milet de tunebû, lê wan roleke dîrokî di parastin û vejandina
ziman û edebiyata kurdî de lîstin. Wan karîbûn bi sûdwergirtina ji wê azadiya
siyasî ya ku li Ewropayê hebû, sîstema alfabeya kurdî bi tîpên latînî cîgir
bikin û bi rêya weşan û kovaran ziman bikin çepera yekem a parastina nasnameyê.
Konferans û civînên navdewletî yên derbarê ziman û çandê de, rê xweş kir ku
pirsa kurd ji rehenda mirovî û çandî ve bi cîhanê were naskirin, her çend heta
pêşiya sala 1980yî, rêxistinkirina siyasî ya berfireh ku bikaribe girseyeke
mezin li dora xwe kom bike, hîn di asteke destpêkî de bû.

Werçerxana (guhertina) mezin piştî derbeya 12ê Îlona sala 1980yî rû da, ev rûdan
bû sedem ku hemû partiyên kurdî û çalakvan neçar bibin welat bi cih bihêlin. Di
demekê de ku beşek ji wan berê xwe dan Libnan û Sûriyeyê, lê desteya sereke ya
rêxistinan û rewşenbîran berê xwe dan Ewropayê û ji vir pê ve kar û xebata
partîtiyê di nav dîyasporayê de gihîşt lûtkeyê. Partiyên wekî Komkar, Partiya
Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi serokatiya Kemal Burkay û çendîn rêxistinên din
ên wekî Rizgarî, dest bi çalakiyan kirin, lê di nav van hemûyan de, Partiya
Karkerên Kurdistanê (PKK) karî bi lezeke sosret pêş bikeve û hegemoniya xwe ferz
bike. Sedema vê serkeftina girseyî ya PKKê vedigeriya çend xalên cewherî: Yekem,
dirûşma daxwaza avakirina dewleteke serbixwe û yekgirtî ji bo her çar perçeyên
Kurdistanê ku hesta neteweyî ya xelkê dilivand. Duyem, PKKê bawer dikir ku bêyî
şerê gerîla û qurbandanê Kurdistan azad nabe, ku ev jî bi wê hêrs û bêhêvîbûnê
re diguncî ku kurdan li hundirê Tirkiyeyê hest pê dikir. Sêyem, şêwaza rêxistina
PKKê cûda bû, ew ne tenê di baregehan û li pişt maseyan diman, belkî endamên wan
mal bi mal û yek bi yek pêwendî bi mirovan re çêdikirin û sîstemeke pêwendiya
mirovî ya çalak dariştibûn, ku baweriyeke zêde li cem xelkê çêkiribû.

Ji aliyekî din ve, pêşengiya PKKê ne tenê bi rêya kişandina girseyê bû, belkî
wan serî li coreyek ji tundûtûjî û zextê da li hember partî û rêxistinên din ên
kurdî. Ev karê ku gelek caran wekî terora siyasî û navxweyî tê wesfkirin, bû
sedema wê yekê ku rêgirî li konferans, mîtîng û çalakiyên partiyên din were
kirin û bi zora hêz û gefan, qad ji bo PKKê were valakirin. Vê yekê kir ku
partiyên siyasî yên din paşvekişînê bikin û PKK bibe hêza yekane ya biryarder di
nav dîyasporayê de. Tevî vê desthilata berfireh, rexneyên cidî li ser şêwaza
karkirina wan hebûn. Gelek kesan bawer dikir ku PKK di destpêkê de tevgereke
neteweyî ya resen nebûye, belkî tevlîkirin û mîna modela sovyetî û marksîstî
bûye, ku zêdetir tekezî li ser rêxistinkirina çînayetî û berjewendiya partîtî
dikir. Li gorî baweriya hin çavdêran, PKKê hemû wize û şiyana mirovî û darayî ya
dîyasporayê ji bo xizmeta mayîna xwe bi kar anî, ne ji bo xizmetkirina
stratejiyeke neteweyî ya giştgîr ku hemû tê de beşdar bin. Komkirina bi milyonên
dolaran û handana ciwanan ji bo çûna nav şer, zêdetir wekî bihêzkirina amûra
partiyê dihat dîtin, ne avakirina jêrxaneke neteweyî ji bo paşerojê.

Di dîroka hevçerx a tevgera rizgarixwaza gelê kurd de, em dikarin bibêjin qonaxa
navbera salên 1990 heta 2000an werçerxanek (guhertinek) cewherî bû di guhertina
hevsengiyên hêzê de. Her çend gelek caran wisa xuya dike ku ev guhertin tenê ji
sala 2000î û pê ve diyar bûbin, lê rastiya dîrokî ji me re dibêje ku bi Raperîna
sala 1991ê û avabûna qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê re, modelek nû di
xebatê de derket holê. Ji vir pê ve, PKK wekî rêxistineke îdeolojîk û çekdarî,
hêdî hêdî rûbirûyî paşvekişînê bû, ji ber ku pirsa kurd ji «şoreşa berdewam»
guherî bo «dewletdarî û sazûmanî». Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke rewa
(meşrû), dûrî lîsteya terorê û wek nûnerekî fermî yê gelê kurd di asta
navdewletî de hat naskirin, û vê yekê kir ku cîhan bi hikûmeteke hilbijartî re
danûstandinê bike, ne tenê bi partiyeke siyasî re.

Di wê serdemê de, dîplomasiya Başûrê Kurdistanê gihîşt astekê ku heta Tirkiye û
welatên navçeyê jî tûşî sosretê kirin. Gelek caran berpirsên Enqereyê rexne li
dîplomatên navdewletî digirtin ku çima ji bo çareseriya pirsgirêkan berê xwe
didin Hewlêrê û kêmtir serdana Enqereyê dikin. Ev nîşaneya vejîna rêbaza
kurdayetiyê di çarçoveya dewletdariyeke nûjen de bû. Lê ji bilî van serkeftinan,
valahiyeke mezin di wê navberê de hebû, ew jî «lawaziya rêxistina girseyî û
neteweyî» bû li derveyî welat. Her çend hikûmetê li hundir xwedîderketin li ax û
neteweyê dikir, lê li Ewropa û welatên Rojava nekarîbû rêxistineke bihêz wekî ya
PKKê ava bike. Nûneratiyên hikûmetê tenê wekî ofîsên fermî man û nekarîn wê
wizeya mirovî ya mezin a kurdên dîyasporayê ji bo berjewendiyên stratejîk kom
bikin.

Nebûna rêxistineke neteweyî li dîyasporayê di navbera salên 1990 heta 2000an de,
ku hemdemî şerê navxweyî bû, derfeteke zêrîn ji destê kurdan bir. Piştî rûxîna
rejîma Beis di sala 2003yan de û berfirehbûna sînorên Herêma Kurdistanê, kurd
bûn xwedî dewleteke nefermî, lê xwedî biryar. Pêwîst bû ew modela rêxistinê ya
ku PKKê li Ewropayê çêkiribû, ji aliyê reweya neteweyî û hikûmetê ve bihata
pêşxistin. Eger «Konfederasyona Dîyasporaya Kurdistanê» di salên 2005 an
jî 2010an de bihata damezrandin, bêguman encamên referandûma serxwebûnê û
piştgiriyên navdewletî ji bo doza kurd dê pir ji ya ku me dît bihêztir bûya.
Tenê ofîsa dîplomasî têrê nake, belkî divê hêza milet li pişt biryarên siyasî
be.

Ezmûna cihûyan di dîyasporayê de mînakeke bilind e, ew bi rêya sermaye û lobiyê
dîplomasiya welatê xwe bi rê ve dibin. Kurd li Ewropayê xwediyê nêzîkî çar
milyon niştecihan e, ku ev yek ji hejmara rûniştvanên gelek welatên Kendavê û
welatên erebî zêdetir e. Ev hêzeke fedaî û mirovî ya mezin e ku eger bi şêweyeke
zanistî were rêxistinkirin, dikare bandora herî mezin li ser biryara siyasî ya
dewletên Ewropayê dayne. Paşvekişîna PKKê li Ewropayê derfetek e ji bo ku reweya
neteweyî û kurdistanî vê valahiyê tijî bikin û rêxistineke serdemane ava bikin.

Ji vî alî ve, damezrandina «Konfederasyona Dîyasporaya Kurdistanê» pêngaveke
stratejîk û pîroz e. Girîngiya vê navendê di wê yekê de ye ku karekî partîtî yê
teng nake, belkî ji bo nasyonalîzm û berjewendiyên bilind ên neteweyê kar dike.
Lê dijwariya herî mezin li pêşiya vî projeyî, pirsa «kadro û serkirdatiyê» ye.
Di dîyasporayê de hêzeke mezin a girseyî (bi sed hezaran kes) li cem me heye, lê
ew kadroyên ku bikaribin vê hêzê araste bikin û di çarçoveya lobiyeke bibandor
de kom bikin, wekî pêwîst nînin. Divê kadro bikaribe hêza girseyê di xizmeta
dîplomasiyetê de bi kar bîne.

Ji bo serkeftina vê projeya neteweyî, pêwîst e çend pêngavên bingehîn werin
avêtin:

Yekem: Hevahengiyeke xurt û bi hêz di navbera federasyonan û wezaretên
peywendîdar (wekî perwerde û derve) de were çêkirin.

Duyem: Girîngîpêdana bi nifşê nû bi rêya zankoyan. Divê ciwanên kurd li Ewropayê
werin handan daku derbasî qadên siyasî, dîplomasî û akademîk bibin, da ku
nifşekî me hebe ku bi zimanê serdemê û bi lojîka Rojavayê berevaniyê li mafên me
bike.

Sêyem: Rêxistinkirin û komkirina sermayeya kurdan li dîyasporayê. Eger sermayeya
kurdên Ewropayê were rêxistinkirin, ji sermayeya cihûyan ne kêmtir e. Eger ev
darayî di çarçoveya sindoqeke neteweyî de ji bo piştgiriya lobîgeriyê were
xerckirin, dê pêgeha kurdan li cîhanê biguhere.

Her çend ev pêngav hinekî dereng mabin jî, lê destpêkirina karekî sazûmanî û
neteweyî bi rêya Konfederasyona Dîyasporayê, tenê rê ye ji bo ku kurd ji
«neteweyeke şerker» bibe «neteweyeke xwedî biryar û bibandor» di navendên siyasî
yên cîhanê de. Divê rêxistinkirin û kadrosazî bibe pêşengî (ewlewiyet), ji ber
ku bêyî mirovên rêxistinkirî û sermayeyeke arastekirî, tu qewareyeke siyasî
nikare li hember guhertinên bilez ên cîhanê xwe li ser pêyan bigire.

Rola medyayê di vê navberê de nabe ku were paşguhkirin, ji ber ku di salên nodî
de, PKKê bi damezrandina kanalên televizyonî yên asmanî karî şoreşeke
ragihandinê berpa bike. Ev televizyon gihîştin nav kûrahiya malan li Ewropa û
Bakur û karîn gotara siyasî ya partiyê bikin gotara bilind a civakê. Ev rewşa
hegemoniya mitleq heta sala 2000î berdewam kir, lê girtina Abdullah Ocalan û
radestkirina wî bo Tirkiyeyê, xaleke werçerxanê ya dîrokî û şokeke mezin bû ji
bo dîyasporayê. Ocalan ji zindanê stratejiya xwe guherî û daxuyand ku ew ji hin
karên paşerojê poşman e û êdî daxwaza dewleta serbixwe û şerê çekdarî nakin. Ev
guhertin bû sedema çêbûna duryaneke fîkrî di nav alîgirên wan de. Ji wê demê
heta îro, dîyasporaya Bakur di bin bandora PKKê de rastî coreyek ji sistî û
paşvekişînê hatiye. Tê gotin ku ji piştî sala 2000î ve, PKK li Ewropayê mijûlî
bikaranîna wê sermaye û girseyê ye ku di salên zêrîn ên xwe de (heyştêyî û nodî)
kom kiribû, lê niha ber bi coreyek ji îzolasyon an jî marjînalîteya siyasî ve
pêngavan davêje.

Di encamê de, dîyasporaya kurdên Bakur çîroka guhertina mirovê kurd e ji
karkerekî sade bo aktorekî siyasî yê bibandor di nav dilê Ewropayê de. Her çend
ji aliyê çandî û zimanî ve destkeftiyên wan ên mezin hebûn û karîn pirsgirêka
kurd di navendên navdewletî de zindî bihêlin jî, lê ji aliyê rêxistina siyasî ve
bi destê milmilaneya navxweyî û pawanxwaziya partîtî dinaliyan. Ezmûna PKKê li
Ewropayê nîşanî me da bê çawa hêzeke siyasî dikare wizeya neteweyî ji bo
armancên xwe yên partîtî bi kar bîne û çawa guhertinên ji nişka ve yên stratejîk
dibin sedema bêhêvîbûna girseyê. Niha dîyasporaya kurd li pêşiya pirsiyareke
mezin e: Gelo dikare di bin siya vê dîroka aloz de derbas bibe û şêwazeke nû di
xebata medenî û neteweyî de darêje ku bi guhertinên sedsala bîst û yekem re
bigunce, an dê her li ser paşmayên şiko û sermayeya raborî berdewam bibe heta wê
dema ku bi tevahî reng û dengê wê li qada navdewletî kêm bibe? Ev dîrok tije
wane ye ji bo her tevgereke din a kurdî ku bixwaze ji derveyî welat bandorê li
ser çarenûsa niştimanê xwe bike.

Top