Baban Cefer, çalakvanê siyasî li Silêmaniyê: Paşkotiya siyasî ya diyasporayê ji bo partiyên navxweyî, bûye rêgir li pêşiya berhemanîna teoriyeke hizrî ya serbixwe ji bo qeyrana neteweyî
Nasyonalîzma kurdî li diyasporayê di dema niha de li hemberî du astên cuda yên
pirsgirêk û astengiyên kûr e, ku ya yekem asta wê ya teorîk e. Ev qeyrana teorîk
rengvedana wê nezelalî û belavbûnê ye ku li navxweyê welat jî li ser têgeha
«amanca neteweyî» heye. Em wek netewe, hîn negihiştine yekdengiyeke giştgîr li
ser wê yekê ku em çi dixwazin; gelo xebata me ji bo avakirina dewleteke serbixwe
ya Kurdistanê ye, an amanca me tenê bidestxistina mafê welatîbûnê ye di
çarçoveya wan dewletên ku xaka me dagir kirine de? Ji ber ku diyaspora beşeke
veneqetiyayî ye ji milmilaneyên siyasî yên navxweyî, nekariye ji vê gêjaweya
(qeyrana) teorîk rizgar bibe û teoriyeke serbixwe ji bo derbaskirina vê rewşê
dabrêje. Di encamê de, hemû ew hewldanên ku di sed salên derbasbûyî de li Ewropa
û Amerîkayê hatine dayîn, çi di rûyê berhemanîna hizrî de be, an çalakiya siyasî
di navendên biryarder de be, bêtir hewldanên takekesî bûn ne ku berhema saziyeke
neteweyî ya rêkxistî bin.
Ev rastî pêwîstiya jidayikbûna «Projeya Sêyem» ji bo kurdan diselmîne. Dîroka
sedsala derbasbûyî ji me re dibêje ku modela dewlet-netewe ji bo kurdan pêk
nehat, hevdem nîşaneyên niha jî eşkere dikin ku dewletên navçeyê her çend e di
rûyê cografî de mane, lê belê di naverokê de vala bûne û modela welat û
welatîbûnê tê de têk çûye. Li vir kurd di navbera du vebijarkên metirsîdar de
ne: yan helandin di nav wan dewletên rûxayî de, yan berdewambûna li ser xewnekê
ku amûrên pêkanîna wê ji dest dane. Lewma «Rêya Sêyem» dibe pêwîstiyeke dîrokî.
Ev rê bi rêya gengeşeyeke siyasî û hizrî ya berfireh di navbera navxwe û
diyasporayê de tê avakirin, ku amanca wê dariştina ajendayeke neteweyî ya
giştgîr e li ser asta her çar parçeyan. Ev ajenda divê bi rêya sazîkirina qadên
aborî, siyasî û civakî kar bike, da ku bikaribe di vî serdemê nû de nasnameya
kurdî biparêze û pêgeheke bibandor di hevkêşeyên navdewletî de ji bo neteweya me
misoger bike.
Eger em li ezmûna vê dawiyê ya Rojavayê Kurdistanê binêrin, em ê bibînin ew
piştevaniya cîhanî ya ku ji bo kurdan dirust bû, bêtir bertekeke hestyarî ya
demkî bû, ne ku lobiyeke siyasî ya xwedî stratejî bû. Kurd li Rojavayê ku rojekê
di lûtkeya xwedîderketin û parastina navçeyê de bû û wek aktorekî serekî di şerê
li dijî terorê de dihate dîtin, niha di rewşekê de ye ku li ber e hemû
destkeftên xwe ji dest bide û nûnertiya wê tenê ji bo asteke rûxarî di nav
Sûriyeyê de hatiye kêmkirin. Niha li şûna ku kurd şirîkê biryarê be, mijûlî
şerkirinê ye ji bo serekîtirîn mafên xwe yên wek xwendina bi zimanê dayikê; ev
jî paşvekişiyaneke metirsîdar e ku heman tişt li Başûrê Kurdistanê jî tê dîtin,
ku çawa ji avakerê Iraqê ve hatiye guhertin bo şirîkekî piştguhxistî
(perawêzxistî).
Ev paşvekişiyana siyasî ya kurdan li hemû parçeyan, encama nebûna lobiyeke
hişyar û ajendayeke stratejîk e li diyaspora û navxweyî. Eger kolana kurdî li
cîhanê xwediyê saziyeke siyasî û hizrî ba, nedibû rê bê dayîn xwîn û hêsrên
hezarên qurbaniyan li Rojava û Başûr bibe qurbaniyê kêliyên hestyarî. Lewma erka
bingehîn a diyaspora û rewşenbîrên kurd di niha de, guhertina vê enerjiya
hestyarî ye ji bo hêzeke sazîbûyî û aqilane, da ku em bikaribin bi rêya «Rêya
Sêyem» ve careke din kurdan wek şirîkekî rasteqîn û xwedî pêgeheke siyasî li
Rojhilata Navîn de cihgîr bikin û rê li ber jinavbirina nasname û dîroka xwe
bigirin.
