Bêkes Berwarî, li Dihokê: Qada dîjîtal sînor derbas kirine û kurdên cîhanê li derdora yek nasname û çarenûseke neteweyî ya hevbeş yekgirtî kirine.
Diyasporaya kurd di serdema nû de, ji komeke koçberên belawela bûye hêzeke
stratejîk a xwedî enerjiya mezin a mirovî, hizrî û aborî. Îro kurdên derveyî
welat ne tenê çavdêr in, belkî karakterên bibandor in di qadên siyasî, akademîk
û pîşeyî yên wan welatên ku lê dijîn de. Ezmûna salên borî bi zelalî nîşan daye
ku ev pêkhateya zindî ji qonaxa partîbûn û milmilaneya (nakokiya) teng û
îdeolojîk derbas bûye û gihîştiye asteke bilind a nasnameya niştimanî. Îro her
bûyereke siyasî an jî mirovî li her perçeyekî Kurdistanê, dibe xemek giştgîr û
helwesteke neteweyî ya yekgirtî li seranserî cîhanê, ev jî ew hêza veşartî ye ku
dikare dîrokeke nû binivîse.
Her çend heta niha lobiyeke kurdistanî ya rêxistinkirî wekî lobiyên bibandor ên
din ên cîhanê tine be jî, lê belavbûna partiyên siyasî nebûye rêgir li pêşiya
çêbûna bertekên milyonî. Kurdên derve selmandine (îsbat kirine) ku di demên
tengasiyê de, sînorên destçêkirî derbas dikin û dibin dengekî hevbeş. Ev hêza
mezin eger bi şêweyêkî modern, zanistî û sazîbûnî bê rêxistinkirin, wê bibe
mezintirîn fişara siyasî li ser qada siyasî ya navxweyî ya her çar perçeyên
Kurdistanê, da ku hêzên navxweyî neçarî yekbûn, hevahengî û dirustkirina
hevsengiyeke neteweyî bike. Ji ber ku diyaspora di jîngeheke demokratîk de mezin
bûye, dikare modelek siyasî pêşkêş bike ku berjewendiya bilind a niştiman bixe
serûyî hemû berjewendiyên din ên hizbî (partiyetî).
Ji aliyekî din ve, derfetên zanistî û akademîk li welatên rojava, nifşekî kurd ê
xwedî pisporiya bilind berhem aniye ku di parlamentoyan, navendên biryardanê û
zankoyên cîhanî de xwedî pêgeheke bibandor in. Li vir erka Hikûmeta Herêma
Kurdistanê û saziyên niştimanî ye ku pireke pêwendiyê ya xurt bi vê sermayeya
mirovî re çêbikin. Pêwîst e jêrxana (binesaziya) zanistî ya navxweyî bi riya
veguhastina ezmûn, teknolojî û sîstemên pêşketî yên wan welatan bê
dewlemendkirin. Mirovê kurd li her cihê ku derfet jê re çêbibe, şiyanên xwe bi
baştirîn şêwe nîşan dide, lewma pêwîst e ev enerjiya bêdawî ya diyasporayê di
projeyên perwerdeyî û pêşvebirina niştimanî de bi rêyeke rêxistinkirî bê
bikaranîn, da ku dûriya di navbera hundir û derve de kêm bibe û bibe yek yekeya
zanistî.
Qada dîjîtal jî roleke dîrokî di vê yekbûnê de dilîze. Êdî sînorên cografî û
sansurên siyasî nikarin bibin rêgir li pêşiya veguhastina hest û xema hevbeş.
Civakeke xeyalî ya yekgirtî di qada onlayn (nternetê) de çêbûye ku tê de kurdên
ji hemû cîhanê hest bi yek çarenûsê dikin. Nimûneyên wekî Jîna Emînî û bûyerên
Rojava, selmandin ku medyaya civakî dikare dengê kurdan bighîne nava dilê
biryarên cîhanî. Ev amûr eger bi hişyarî ji bo perwerde û gotara siyasî bê
bikaranîn, wê bibe çekeke neteweyî ya bihêz ji bo têkşikandina wê tecrîda siyasî
ya ku dijminan li ser kurdan sepandine.
Têkildarî hevsengiya di navbera întîmaya (girêdana) neteweyî û hemwelatîbûna
welatên mazûvan de, diyasporaya kurd nimûneyeke bêhempa pêşkêş kiriye. Bûyîna
hemwelatiyekî dilsoz û serkeftî ji bo welatên wekî Norwêc, Swêd û Fransayê, ne
tenê ne nakokî kurdayetiyê ye, belkî dibe sedem ku kurd ji pêgeheke qanûnî,
demokratîk û bihêz xizmeta doza xwe ya neteweyî bikin. Mirov gava li welatekî
demokratîk hemû mafên wî bên parastin, girêdana wî ji bo mirovahiyê û ji bo
niştimanê wî yê resen kûrtir û bibandortir dibe.
Di dawiyê de, paşeroja neteweyî ya kurd bi wê yekê ve girêdayî ye bê ka heta çi
astê em dikarin hêza navxweyî û enerjiya mezin a diyasporayê bi hev re girê
bidin. Diyaspora dikare bibe ew sîwana neteweyî ku qada siyasî ya navxweyî ji
belavbûnê rizgar bike û wan ber bi yekbûneke giştgîr ve teşwîq bike. Ev hêz eger
bi dirustî bê arastekirin (rêberîkirin), ne tenê wê hevsengiya hêzê li navxwe
biguherîne, belkî wê kurdan wekî neteweyeke xwedî îrade û modern bi cîhanê bide
naskirin. Ev ne tenê xewnek e, belkî pêwîstiyeke heتمî (neçarî) û stratejîk e ji
bo man û serkeftinê di cîhana guherînên bilez de.
