Şîfa Barzanî Serpereştyara Giştî ya Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî: Diyaspora hêza nerm a Kurdistanê ye, wan awareyî kirine hevênê kurdayetiyê û dûrketina ji axa xwe jî guherandine sozeke bêdawî ya neteweyî û nîştimanî
Şîfa Barzanî Serpereştyara Giştî ya Revenda Kurdistanî ye li Baregeha Barzanî.
Di dema çend salên borî de, vê fîdrasyonê karîbûye beşeke mezin ji diyasporaya
Kurdistanî li derdora xwe kom bike. Ji bo guftûgoya vê carê ya «Bazneya
Guftûgoyê» (Rola diyasporaya kurdî di valahiya derveyî nîştiman de ji bo
bilindbûna nasyonalîzmê), ji ber ku ew li derveyî welat bû û nekarî rasterast bi
me re beşdar bibe, lê peyameke taybet ji bo vê guftûgoyê hebû, ev peyam di
destpêka guftûgoyê de bi deng pêşkêşî amadebûyan hate kirin û bi vî awayî nêrîn
û dîtinên xwe derbarê «Diyaspora û Nasyonalîzmê» de xistine rû:
Pêşgotin, em gelek spasiya we dikin ji bo vê derfetê û spasiya rêkxistinvan û
amadebûyên delal dikin.
Destpêkê em bi peyva diyasporayê dest pê dikin.
«Diyaspora» peyvek e ku di zimanên ewropî de tê bikaranîn bi wateya «belavbûn /
perçebûn». Wek ku hûn dizanin Kurd jî neteweyeke bê welat, dabeşkirî û belavkirî
ye li ser welatên din. Di navbera vê dabeşbûn û belavbûnê de jî, babetê
nasyonalîzmê pirseke hêsan nîne û çendîn pirs û têbîniyan li xwe digire. Bi
dehan û sedan sal in, neteweya Kurd berdewam e li ser xebat û têkoşîna xwe li
hundir û derveyî nîştiman.
Di vê gotara kurt de, em behsa xebata gelê Kurdistanê ya li navxweyî welat
nakin, lê ew tiştê ku mebesta me ye, xebata Revenda Kurdistanî ye li derveyî axa
xwe.
Pirsên sereke ev in:
- Gelo netewe dikare li derveyî sînorê erdnîgariya xwe hebe?
- Gelo nasyonalîzma Kurdistanî dikare li derveyî welatê xwe yê resen xebat û
têkoşînê bike?
Em bi hemû qenaetekê bawer dikin ku bersiva van pirsan (Belê) ye. Belê, neteweya
me dikare weke kurdistanîyekî li derveyî axa xwe bijî û dikare bibe
hemwelatiyekî gelek jêhatî û gelek sûdmend ji bo wê civaka ku tê de dijîn.
Di dema karkirina me di warê diyasporaya Kurdistanî de, çendîn rastî û heqîqet
ji me re derketin holê. Yek ji wan rastiyan ew e ku nasyonalîzma Kurdistanî di
diyasporayê û li navxweyî Kurdistanê de bi yek arasteyê kar dikin.
Birêzan, di vê kurte basê de dixwazim van pirsên li jor û çendîn pirs û mijarên
din ji bo we yên birêz zelal bikim:
Xala yekem: Koçkirin wekî deriyek ji deriyên kurdayetiyê Pêngava yekem ji bo
dirustbûna diyasporayê pêk tê ji koçê. Wekî ku em hemû dizanin, pêgeha koçkirin
û hicretê çiqas girîng bûye di dîroka mirovahiyê de û herwiha di dîroka ol û
miletên din de. Bi dehan welat bi sedema koçkirinê hatine avakirin.
Heger em werin ser mijara Kurdistanê jî, her ji mêj ve ji me re derketiye holê
ku şaîr (helbestvan) çiqas ji zêdê xwe dûr diketin, hestên wan ên neteweyî ewqas
bilindtir dibûn û helbestên neteweyî yên bedewtir dinivîsîn. Kerem bikin nivîsên
Melayê Cizîrî û Nalî û Hejar bixwînin.
Herwiha bila em bi hev re xwendinekê bikin ji bo derbasbûna Barzaniyê Nemir û
hevalên wî ji çemê Arasê û koçkirina wan ji bo Yekîtiya Sovyetê ya berê; em ê
bizanin ku em çendîn waneyên neteweyî û nasyonalîzmê tê de dibînin. Hilbijartina
koçkirin û diyasporayê wekî nîşana xweragirî, xebata berdewam û mayînê bûye.
Piraniya koça kurdistaniyan ji bo derveyî axa xwe ne bi xwesteka wan bûye, belkî
bi darê zorê bûye. Her ev koç bûye çavkaniya derxistina yekemîn rojnameya
Kurdistanî li Qahîreya paytexta Misrê di sala 1898an de û weşana yekem radyoya
kurdî li Êrîvanê ji salên sîhî yên sedsala borî ve.
Ev mînakên li jor tenê rûdawên dîrokî yên asayî nebûn derbarê koçkirinê de,
belkî rêyeke ji rêyên nasyonalîzmê û derwazeyeke dîrokî ji bo kurdayetiyê bûn.
Xala duyem: Çawaniya berdewambûna nasyonalîzmê di diyasporayê de Gava em behsa
nasyonalîzmê dikin, bi giştî em hizra xwe dibin ser ax, sînor, dewlet,
niştecihan û ziman. Netewe bi awayekî xwezayî bi cihekî erdnîgarî ve tê girêdan.
Lê koç pirsek cudatir ji bo me dirust dike: Gava endamên neteweyekê li derveyî
axa xwe dijîn, nasyonalîzm dê çi lê bê?
Bersiva vê pirsê bi taybetî di jîngeha diyasporanişîn de xwedî taybetmendiyekê
ye. Koç diyardeyeke cîhanî ye, lê koçkirina kurdistaniyan pirseke bi temamî cuda
ye ji koça miletên din.
Ji sedsala borî ve, hejmara kurdistaniyan li welatên Sovyeta berê û welatên
ewropî û Amerîkayê ber bi zêdebûnê ve çûye. Niha hejmara kurdistaniyên
diyasporayê ji çendîn milyon kesan derbas bûye. Babet ne sînordar e bi hejmareke
diyarkirî ji xelkê, belkî peywendîdar e bi çendîn milyonan ve.
Di dema karkirina me di pirsa diyasporayê de ev ji me re derket holê ku pirsa
nasyonalîzm û kurdayetiyê di hest û naxê kurdistaniyên derveyî welat de berdewam
e, ligel wê yekê ku çendîn sal e kurdistaniyan welatê xwe bi cih hiştine, an
nifşê duyem û sêyem ê wan heye ku hinek ji wan heta Kurdistan jî nedîtine.
Xala sêyem: Dirustbûna beşê pêncem ê Kurdistanê di diyasporayê de Diyaspora wate
komek e ku endamên wê li cihên erdnîgarî yên cuda belav bûne. Kurdistaniyan li
çendîn dewletan dijîn, xwedî hemwelatîbûn (nasname) ya cuda ne, lê ligel vê yekê
jî di heman demê de ji me re derketiye holê ku ew dikarin bîranînek, zimanek,
çandek, dîrokek û hesteke neteweyî û peywendiyeke hevpar parve bikin.
Nexwe dûrbûna kurdistaniyan ji zêdê wan nehiştiye netewe ji holê rabe, belkî
berovajî wê yekê, beşeke din a Kurdistanê dirust bûye.
Kurdistaniyên beşê pêncem ê Kurdistanê ji her çar perçeyên din cuda ne, ev li
welatekî dijîn ku heta radeyeke mezin kêşeyên taybet bi mafên mirov û azadiyên
wan nînin û mafên wan bi giştî parastî ne. Ya ku maye ev e ku heta çi radeyê
hestê kurdayetî û kurdistanîbûnê li cem wan parastî ye û piştre çawa wê
vediguhêzin ji bo nifşên pêşerojê.
Xala çarem: Erka me di diyasporayê de, zindîhîştina hestê neteweyî ye Tişta ku
taybet be bi erka me, ez di xala çarem de behs dikim: Erka me di diyasporayê de,
zindîhîştina hestê neteweyî ye. Di vê birgeyê de em dixwazin bi kurtî qala erk û
çalakiyên xwe bikin di diyasporayê de:
Wek ku me behs kir, karkirin di jîngeha diyasporayê de ne karekî hêsan e, bi
taybetî di jîngeheke belavbûyî de li seranserî cîhanê. Herwiha Kurdistan jî wek
ku em hemû dizanin dabeşkirî ye û qelşê (dûrbûna) navbera perçeyên Kurdistanê
digihîje sedan salî. Ligel van rêgiriyan, em di karkirina xwe de berdewam bûn.
Beriya her tiştî pêwîst e bê gotin, me di bin rênimayî û serkirdatiya (Cenabê
Serok Barzanî) de dest pê kir, û hemû hewla me ji bo wê bûye ku em kurdayetiyê
bikin. Bi wateyeke din, em dixwazin nasyonalîzmeke erênî û aştîxwazane nîşan
bidin, dûr ji milmilaneya partiyetiyê û dûr ji dijayetîkirina hevdu.
Me rêbazek hilbijartiye ku li ser parastina nasname û ziman hatiye avakirin. Her
karekî ku me encam dabe, li ser bingeha karkirina hevpar, nêzîkkirina hemû
perçeyên Kurdistanê û nêzîkkirina hemû cudahiyên navxweyî yên nîştiman bûye.
Şêwaza karkirina me bi plan û modern bûye. Me li ber çavan girtiye hemû
cudahiyên wan welatan ku kurdistaniyên diyasporayê tê de dijîn. Herwiha me li
ber çavan girtiye hemû cudahiyên olî, zaravayî û civakî yên navxweya xwe ji bo
ku em bi baştirîn şêwe çalakiyên xwe encam bidin.
Gava em ahenga Newrozê li bajarekî Almanyayê encam didin, bi sedan hezar
kurdistaniyan bi awayekî aştîxwazane kom dibin, piraniya wan jî ji dûr ve tên.
Gelo wateya vê çi ye? Gelo wateya vê perçebûn e? Bêguman nexêr, ev bi wateya
berfirehbûn û bihêzbûna neteweya kurd e.
Ew tiştê ku em berdewam hewl ji bo wê didin ev e ku ala û ziman bibin sembol,
cejna Newrozê bibe ahengeke nasnameyî û neteweyî. Bi vî awayî hestê neteweyî li
cem takê (kesê) kurd di diyasporayê de bihêz dibe.
Me dît ku her ev sedan hezar kurdistaniyan li paytextên cîhanê piştgirî dan
Rojavayê Kurdistanê û ala Kurdistanê li hemû bajarên mezin ên dinyayê bilind
kirin. Di dema wan çend salên karkirina me de, bi dehan û sedan çalakiyên me yên
din hebûn ku gişt ji bo bilindragirtina hestê (kurdistanîbûnê) bûye di nav
Revenda Kurdistanî de.
Pêwîst e di dawiya vê xalê de ez wê jî dûpat bikim, ku gişt ev kar û çalakî bi
piştgirî û piştevaniya (Cenabê Serok Mesûd Barzanî) hatine encamdan. Ew karîzma
û dîroka tijî serwerî ya cenabê wî ye ku bi hezaran kes li derdora vê projeyê
kom kirine.
Xala pêncem: Dirustkirina pirê di navbera nîştiman û diyasporayê de Di xala
pêncem de ez têm ser erkekî me yê din ku pêk tê ji dirustkirina pirê di navbera
nîştiman û diyasporayê de.
Hema ku me dest bi karên xwe kir li ofîsa diyasporayê, yekser me hest pê kir,
erka me ya yekem ew e ku em pirekê dirust bikin di navbera kurdistaniyên
diyasporayê û nîştiman de. Bi taybetî ligel wê beşa Kurdistanê ku azad e û
hikûmeteke kurdistanî wê birêve dibe.
Bi xweşhaliyê ve, Birêz (Mesrûr Barzanî) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi
hemû şêweyî alîkarê me bûye. Birêzê wan piştevaniya çendîn çalakî û projeyên
Konfîdrasyona Revenda Kurdistanî û komele û rêxistinên Revenda Kurdistanî
kiriye.
Ziman stûneke sereke ye di projeya netewesaziyê de. Gava hemwelatiyek axa xwe bi
cih dihêle, beşek ji dîroka xwe ligel xwe dibe. Kesek ku sîh salan li derve
jiyaye, dikare hîn jî xwe bi endamê civakeke neteweyî bizane. Zarokên wî jî
dikarin heman hestî parve bikin, lê beşeke mezin ji wan ji fêrbûna zimanê şîrîn
ê kurdî bêpar mane.
Nifşê yekem bi giştî Kurdistana xwe dinase. Li wir ji dayik bûye, li wir jiyaye
û bîranînên kesî hene. Lê gelo çawa serederî ligel nifşê duyem û sêyem bê kirin?
Zarokek ku li London, Berlîn, Toronto yan Washington ji dayik bûye, nasnameya
welatê jidayikbûnê heye, bi zimanê wî welatî diaxive û tevahiya jiyana xwe li
wir ava dike. Ê nexwe çawa peywendiya wî bi nasnameya neteweyî ya dayik û bav,
yan kal û pîrên wî re bê parastin?
Li vir diyaspora erkekî girîng dibîne. Ji bo vê mebestê, bi piştevaniya Birêz
(Mesrûr Barzanî) me yadaşta lêktêgihîştinê ligel Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta
Herêma Kurdistanê îmze kiriye. Fêrbûna zimanê kurdî bi şêwazê onlayn li her
maleke kurdistanî li derveyî welat berdest e.
Û bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me hemû hewla xwe daye kar ji bo ku
dibistan û polên zimanê kurdî di diyasporayê de berfireh bibin, niha nêzîkî (40)
çil pol û dibistanên kurdistanî hene, em dixwazin di pêşerojê de bigihîje bi
sedan dibistan û polan li seranserî cîhanê.
Nexwe şêwaza karkirina me bi du arasteyan e, pirekê di navbera nîştiman û
Revenda Kurdistanî de dirust bikin. Herwiha pireke neteweyî di navbera nifşê
yekem ê diyasporayê û nifşên pêşerojê de dirust bikin.
Mebest ne ew e ku ciwan neçar bibin di navbera du nasnameyan de yekê hilbijêrin.
Mirov dikare bi temamî xwe ligel civakekê biguncîne û di heman demê de
peywendiyeke kûr bi dîrok û çanda dayik û bavê xwe re hebe. Dikare hemwelatiyê
Fransa, Almanya, Amerîka yan Kanada be, û di heman demê de nasnameya çandî yan
neteweyî ya xwe ya kurdistanî biparêze. Li wir nasname dibe pir-alî
(pirdewendî). Ev pir-alîbûn jî ne li dijî hev e, berovajî wê, dikare bibe
çavkaniya dewlemendiyê.
Arasteyeke din a karkirina me ew e, sûd ji şiyanên kesên pispor, xwedî ezmûn û
sermayedaran bê wergirtin li Herêma Kurdistanê, û bikarin xizmeta kertên
(sektorên) cuda yên herêma me ya azad bikin. Kurdistaniyên diyasporayê
çavkaniyeke manewî û zanistî ya mezin in û pêwîst e bi hemû şêweyî li navxweyî
Kurdistanê kar ligel wan bê kirin ji bo pêşxistina kertên cuda yên hikûmdariya
Kurdistanî.
Xala şeşem û dawî: Lobîkirin wekî amûreke bibandor ji bo bidestxistina mafên
neteweyî Di dawiyê de, ez bi pêwîst dizanim tekezî li ser wê xalê bikim, em di
diyasporayê de xwedî bi sedan hezar kesî ne, rast e bi fîzîkî dûrî nîştiman in,
lê bi hest û soza kurdayetiyê gelek nêzîk in û amade ne û berdewam in li ser
xebat û têkoşîna di pêxema mafên gelê Kurdistanê de.
Ev hejmara mezin, hêza nerm a Kurdistanê ne. Van kesên han awarebûna xwe
guherandine ji bo hestê kurdayetiyê. Dûrbûna li welêt kirine hezkirina ji
nîştiman. Di navbera wan dilsozên ji bo nîştiman, me hewl daye torek (şebekeyek)
ji karkirin û xebatkirina neteweyî û aştîxwazî ya berdewam hebe.
Ev tora cîhanî ji bi sedan komele, rêxistin û fîdrasyonan pêk hatiye, li ser
bingeha nasnameya kurdistanî û bilindragirtina alaya Kurdistanê û hestê neteweyî
hatiye damezrandin. Hewlên me ew e ku diyasporayeke rêkxistî bê damezrandin û
bikare berjewendiyên neteweya xwe biparêze û binpêkirinên ku li hember
kurdistaniyan tên kirin, bigihîne saziyên welatên wan û rêxistinên cîhanî.
Diyasporayek ku bikare ligel parlementeran kom bibe, konferansan rêk bixe,
lêkolînan amade bike, peywendiyê bi medyayê re bike, zanyaran kom bike, yan
beşdarî di guftûgoya giştî de bike.
Hêza rasteqîn a diyasporayê di wê demê de derdikeve holê ku ev tor (şebeke)
bibin kiryar (pratîk). Kiryar wate bi lobîkirinê di nav çavkaniyên desthilat û
biryardanê de li welatên cîhanê.
Di dawiyê de em nêzîkî armanca me dibin û em diyasporayê dikin bi çavkaniyeke
hêzê ji bo netewe.
Bijî Kurd, Bijî Kurdistan. Gelek spas ji bo guhdarî û amadebûna we.
