Prof. Dr. Nezaket Huseyîn endama Xeleka Diyalogê: Her revendek (diaspora) ku parêzvanê nasname û çanda neteweya xwe be, dibe sermayeyeke nasyonalîstî
Prof. Dr. Nezaket Huseyîn, endama Xeleka Diyalogê û endama Beşa Rewşenbîrî û
Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Di guftûgoya vê carê ya «Xeleka
Diyalogê» de (Rola diyasporaya kurdî di qada derveyî nîştiman de ji bo
pêşxistina nasyonalîzmê), nêrîn û dîtinên xwe bi vî awayî anîn ziman:
Kifş e ku niha serdema têkelbûn û lihevalîna navbera gel û neteweyên cuda ye, çi
ji ber koçberiya siyasî, aborî, zanistî, an jî geştyariyê be, gel ji her
serdemekê zêdetir têkel dibin û tevger û çûnûhatin hêsan bûye, ev jî ji bilî
hebûna medyaya dîjîtal û cîhanî ye ku hemû netewe bi hev dane naskirin. Îro gelê
kurd li piraniya welatên cîhanê dijî û bûne welatî û endamên wan welat û
civakan. Her çend kurd ji ber nebûna dewletê û bindestiya siyasî, bi taybetî di
paşerojê de derengtir ji gelên din derketine derve jî, lê belê diyaspora, bi
taybetî li wan welatên ku yasaya cihêrengiya çandî (diversity culture) lê heye û
rê didin her neteweyek ku çanda xwe nîşan bide, derfeteke baş e ji bo naskirina
xwe, netewe û çanda xwe. Ne tenê bi cilûberg û ziman, lê belê bi encamdana
çalakiyên curbicur ên wekî roja nîştimanî, cejna neteweyî, sazkirina fêstîval û
merasîman, vekirina pêşangehan û avakirina civakeke taybet bi xwe, ji bo
geşkirina pêvajoya xwe-naskirinê.
Heger em bala xwe bidin diyasporaya kurdî daku em bizanin ka heta çi radeyê
kariye vî karî bike; ez bi xwe wek kesekî ku bi salan li derveyî welat
(tarawgeh) jiyame û min bala xwe daye revendan, kurdan ji hin gelên din kêmtir
karîbûne çand û ferhenga xwe derxînin pêş. Ez nabêjim qet nekiriye, lê ji ber
hin sedemên derveyî îradeya wan û ne yên xwebixwe; di vê yekê de eger em bidin
ber hev bi hin neteweyên din re mîna ereban ku ji bo pirsgirêka Filistînê çi
dikin, pakistanî ji bo naskirina cilûberg, xwarin û nasnameya xwe çi dikin. Ev
jî ji ber wê yekê ye ku ew perçebûn û dabeşbûna kurdan li Kurdistanê reng daye,
li wir jî di yekbûna wan de, kurdê her perçeyekî bêtir bi kurdê perçeyê xwe re
di têkiliyê de ye. Di navbera hev de jî, ji ber ku her perçeyek di bin
dagirkeriya dewleta faris, tirk û ereb de ye, hinek ji çanda wan dewletên
dagirker hilgirtiye, lewma cuda dibe ji kurdên perçeyên din.
Pirsgirêkên perçeyên Kurdistanê yên li vir, beşek ji wan li derveyî welat jî di
nav kurdan de reng daye, ji ber ku me mîna revenda gelên din ji yek dewletê koç
nekiriye. Çanda ku xizmeta nasyonalîzmê dike, divê wek ziman, cilûberg, ol,
dabûnerît, xwarin û şêwaza jiyanê û hwd. were parastin. Heta ew radeya ku tu
pakistanî, hindû, an jî erebekî bi cilûbergên wan dibînî, tu kurdekî bi
cilûbergên wî nabînî. Demek e mizgeft, navend, xwaringeh û çend cihên din ên
kurdî li piraniya welatan hene, ev jî gaveke baş e ji bo xwenaskirinê. Her çend
li hin welat û bajaran civakek wek dibistaneke kurdî vekirine da ku zarokên wan
zimanê dayikê ji bîr nekin, lê hîn di wê astê de nîne ku zimanê dayikê yê nifşên
me bibe zimanê wan ê axaftinê, heta di nav malên wan bi xwe de jî. Lê belê ji
aliyê dengvedan û yekhelwestiyê ve li hember her zilm û çewsandineke li ser
perçeyekî Kurdistanê, li welatên Ewropayê û wan welatên ku kurd lê hene,
karîbûne yekhelwestiyekê ava bikin, nerazîbûnek tê nîşandan ku kes ji hev cuda
nake ka kîjan kurd ê kîjan perçeyî ye. Di encamdana çalakiyên boneyên neteweyî
yên wekî Newrozê de kurd pêşeng in, lê di peydakirina piştgiriyê ji bo pirsa
kurd û pirsgirêkên kurdan de, me nekarîbûye mîna erebekî filistînî, an ereb bi
giştî, deng û piştevaniya neteweyên din peyda bikin.
Helbet xweza ya koçê û rewşa kurdan ji neteweyên din cuda ye, kurd ji ber revîn
û pirsgirêkên siyasî û beşek jî ji ber aboriyê koç kiriye û dem jê re divê da ku
ew di wan waran de xwe rast bike. Bila ev jî ji bîra me neçe, berjewendiyên
hevbeş ên welatên Ewropî û Amerîkî rol dibînin ji bo piştgiriya revendekê ku
xwedî dewlet be û berjewendiyek bi wan re hebe, ne mîna neteweyeke wekî kurd, ku
xwedî dewlet nîne û gelek caran dibe qurbaniyê berjewendiyên welatên din. Bi
giştî rola diyasporaya kurdî bi hemû wan rewşên ku me qala wan kir, di xizmeta
nasyonalîzma kurdî de diyar e. Ji bîra me neçe ku nûnertiyên Herêma Kurdistanê û
partiyên siyasî, di serî de Partiya Demokrat a Kurdistanê ku parêzvana sereke ya
pirsa neteweyî ye, rola wan di xizmeta pirsa kurdî û nasyonalîzma kurdî de qet
ne kêm e.
