• Wednesday, 07 October 2026
logo

Şivan Hemdî endamê xeleka guftûgoyê: Ji bilî Kurdan, ti neteweyeke din a ku 60 heta 70 milyon nifûsa wê hebe û ji dewleta xwe ya serbixwe bêpar be, nîne.

Gulan Media October 7, 2026 Raport
Şivan Hemdî endamê xeleka guftûgoyê: Ji bilî Kurdan, ti neteweyeke din a ku 60 heta 70 milyon nifûsa wê hebe û ji dewleta xwe ya serbixwe bêpar be, nîne.

 

Şivan Hemdî endamê xeleka guftûgoyê: Ji bilî Kurdan, ti neteweyeke din a ku 60
heta 70 milyon nifûsa wê hebe û ji dewleta xwe ya serbixwe bêpar be, nîne.

Şivan Hemdî, endamê Xeleka Guftûgoyê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya
Partiya Demokrat a Kurdistanê ye û berpirsê Ajansa Nûçeyan a Zagrosê ye. Di
guftûgoya vê carê ya «Xeleka Guftûgoyê» de (Rola diyasporaya Kurdî li derveyî
qada niştiman ji bo bilindkirina neteweperweriyê), bi vî rengî dîtin û
pêşniyarên xwe anîn ziman:

Yek ji bedeltirîn rehendên (pîvanên) neteweperweriyê, ew hesta kûr e ku têgeha
«civaka xeyalkirî» di çarçoveya coxrafyayeke diyarkirî de ava dike. Rêzdar Şîfa
Barzanî, serperiştiyara Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, di peyameke
taybet de ji bo Xeleka Guftûgoyê, bi eşkereyî amaje bi wê yekê kir ku niha
diyasporayê «parçeyê pêncem» ê Kurdistanê afirandiye. Ev parçeyê nû, hemû
sînorên çêkirî di nava xwe de helandiye û Kurdên her çar parçeyan li derdora yek
gotara niştimanî kom kiriye. Ev rastî di boneyên neteweyî yên wekî Newrozê, yan
jî di dema rûbirûbûna qeyran û karesatên niştimanî de bi zelalî derketiye holê û
dema ku Revenda Kurdistanî bi pratîkî xwe wekî hevpar û xwediyê rasteqîn ê xem û
azarên tevahiya Kurdistanê dibîne, di vê qada neteweyî de, azara her takekî Kurd
li her quncikekî vê cîhanê be, wekî azara bedenek yekgirtî ya neteweyî tê
wênekirin û ev yekbûn jî hevênê serkeftina mezin a neteweyê ye.

Di felsefeya siyasî de, piraniya bîrmendan avakirina neteweyê bi geşepêdana
sermayedariyê û «şoreşa çapkirinê» ve girêdidin, ev dîtin pê wiha ye ku
pêdiviyên bazarê û kombûna sermayeyê, netewe neçar kirine ku serî li zimanekî
standard ê hevpar bidin û bi riya çapê li ser civakê ferz bikin, lê belê
cûreyeke din a neteweperweriyê ku di navendên fikrî de kêmtir girîngî pê hatiye
dayîn, «neteweperweriya neteweyên bêdewlet» e. Ev paşguhkirin jî di serî de
vedigere wê yekê ku li ser vê gerstêrkê, ji bilî Kurdan, ti neteweyeke din a
xwedî amarekî 60 heta 70 milyonî nîne ku ji dewleta xwe ya serbixwe bêpar be,
sedemeke din a paşguhkirina vê têgehê, vedigere lawaziya amadebûna akademîsyen û
destebijêrên (elîtên) Kurd li navendên lêkolînên navdewletî, baştirîn belge jî
ji bo vê rastiyê yekemîn konferansa navenda «Mistefa Barzanî ji bo Aştiyê» bû li
Zanîngeha Amerîkî li Washingtonê di bin navê «Lêgerîna li nasnameyê». Li wir
derket holê ku heta lêkolînerên welatên cîran û cîhanê jî, zanyariyeke hûr û kûr
li ser dîroka vê neteweya bêdewlet nînin.

Ji bo derbaskirina vê xeleka girtî, damezrandina «Konfederasyona Revenda
Kurdistanî» wekî sîwaneke neteweyî li derveyî welat, wate û rehendeke nû da
«neteweperweriya neteweya bêdewlet». Vê saziyê îsbat kir ku ev şaxê paşguhkirî,
ne tenê di holên lêkolînan de tê avakirin, belkî ji îradeya polayî ya takê
neteweyê bi şêwazekî nû û bêhempa di wijdana neteweyeke bêdewlet de ji nû ve ji
dayik dibe.

Ji vir ve rehendeke nû ji bo neteweperweriyê derdikeve holê, ew jî ew e ku
neteweperwerî ne tenê encama sermayedarî û çapê ye, belkî berhema wê zilm û
bêmafiya kûr e ku neteweyeke bêdewlet di nebûna qewareyeke serbixwe de hest pê
dike. Neteweperweriya Kurd, li şûna ku tenê pêvajoyeke aborî be, tevgereke
rûbirûbûna çewsandinê û lêgerîna li wê dadperweriyê ye ku bi salên dirêj di
dîroka siyasî ya cîhanê de jê bêpar hatiye hiştin.

Ew tiştê ku îro bûye cihê rawestan û nîgeraniyeke kûr, rewşa wê pêkhateya manewî
ye ku wekî «parçeyê pêncem ê Kurdistanê» li derveyî welat tê naskirin. Ev civaka
ku di nava dilê nirxên lîberal û demokrat ên Rojavayê de û wekî qewareyeke
xeyalkirî ji dayik bûye, niha rûbirûyî astengî û guvaşan dibe ku ji gelek rûyan
ve dişibe wê zilm û çewsandinê ku her çar parçeyên din ên niştiman pê re derbas
bûne. Tiştê ku cihê helwestê ye serederiya hinek ji welatên Ewropayê ye ligel
pirsa penaberan, ku dûr ji hemû prensîbên mafên mirovan û bi şêweyeke
nedadperwerane, serî li siyaseta «dersînorikirina bi zorê» didin, bi taybetî ji
bo wan kesên ku zêdetirî du deheyan temenê xwe di nav wan civakan de derbas
kirine û bûne beşek ji pêkhateya wan welatan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê çawa ku di dîroka xwe ya siyasî de bi tundî li dijî
her hewleke raguhêstin û guhertina demografîk li her çar parçeyên Kurdistanê
rawestaye, bi heman nefes û dîtinê jî dijayetiya xwe ya mutleq ji bo vegerandina
bi zorê ya penaberan nîşan daye. Ev helwest ne tenê dirûşm e, belkî hikûmetê bi
fermî rêgirî kiriye ku firokexaneyên Herêmê ji bo vî mebestê nemirovî werin
bikaranîn, lê cihê daxê ye ku bi riya firokexaneya Bexdayê ve, proseya
vegerandina wan welatiyan berdewam e, ku di nav wan de hejmareke berçav ji xwişk
û birayên me yên Êzîdî hene, ew kesên ku hîn birînên bedenî û giyanî yên wan ji
dest zilm û jenosîda terorîstên DAIŞê nehatiye dermankirin.

Hikûmeta Herêmê tevî hemû qeyran û sînordariyên darayî yên ku rûbirûyî wê bûne,
di hewldaneke berdewam de ye ji bo ji nû ve têkelkirina van penaberên vegeriyayî
di nav movikên civaka Kurdistanî de, lê rastiyeke tal heye ku nayê paşguhkirin,
ew jî ew e ku qebareya pirsgirêkan, bi taybetî ji aliyê aborî, dabînkirina
derfetên kar ên hêja û tijîkirina valahiyên zimanî û çandî ve, li serveyî
şiyanên niha yên hikûmetê ye.

Di dawiyê de pêwîst e ez tekezî li ser wê rastiyê bikim ku di dema niha de
tevahiya diyaspora û revenda Kurdistanî ya li derveyî welat, bi çavekî tijî hêvî
û rûmet li vê qeware û beşa azad a Herêma Kurdistanê dinêrin û Hewlêrê jî wekî
paytexta manewî û siyasî ya her pênc parçeyên Kurdistanê dibînin. Ji vî aliyî
ve, erkeke neteweyî û siyasî ya niha dikeve ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
ku tevahiya hewldan û şiyanên xwe yên dîplomasî li ser asta navdewletî bixe
xebatê, bi mebesta dîtina çareseriyeke guncaw û bingehîn ji bo pirsa vegerandina
bi zorê ya penaberên Kurd û parastina rûmet û mafên wan ên yasayî li wan welatên
ku lê niştecî ne.

Top