Debra Amos, nûçegîhana navneteweyî û mamosteya rojnamegeriyê li Zanîngeha Princeton ji bo Gulanê: Enfal yek ji waneyên herî tehl û tûj ên dîrokê ye, ku nîşan dide dema rojnamegerî û bala navneteweyî dereng dighêjin, çi karesatek rû dide.
Debra Amos, nûçegîhana navneteweyî û mamosteya rojnamegeriyê li Zanîngeha
Princeton ji bo Gulanê: Enfal yek ji waneyên herî tehl û tûj ên dîrokê ye, ku
nîşan dide dema rojnamegerî û bala navneteweyî dereng dighêjin, çi karesatek rû
dide.
Debra Amos, nûçegîhana navneteweyî û mamosteya rojnamegeriyê li Zanîngeha
Princeton, yek ji dengên herî diyar û xwedî ezmûn ên ragihandina cîhanî ye ku bo
dema zêdetirî çil salan rûmala şer û qeyranên mirovî yên Rojhilata Navîn kiriye.
Ew xwediyê çendîn xelatên bawerpêkirî yên cîhanî ye, wek: Peabody, Emmy û xelata
Wêrekiyê. Karwanê pîşeya xwe di dezgehên mezin ên wek NPR û ABC de derbas kiriye
û ji nêz ve agahdarî kûrahiya guhertinên siyasî bûye. Di vê hevpeyvîna taybet a
ji bo kovara Gulanê de, Amos bi hûrî qala pirsa bidestxistina dadperweriyê ji bo
rizgarebûyan, aboriya mîlîsyan li Iraqê û mîrata tijî êş a Enfalê dike. Herwiha
tekezî li ser pirsa parastina çavkaniyên nûçeyan û pêwîstiyeke dîrokî dike ji bo
ku Kurd bi xwe bibin dengê xwe û çîroka xwe di navendên navneteweyî de vebêjin.
Di vê hevpeyvînê de bi vî rengî bersiva pirsên Gulanê da.
• Piştî çendîn dehan salan ji rûmalkirina Rojhilata Navîn, guhertina herî
bibandor a navçeyê çiye û civaka navneteweyî û bînerên cîhanî heta niha jî di
kîjan mijara girîng de bi şaşî têgihîştine?
- Guhertina herî diyar a cewherî ku di çend deheyên borî de li vê navçeyê tê
dîtin, hilweşîna wê nêrîna kevn e ku digot aramiya dîktatoriyê, baca
parastina rêkxistina siyasî ye. Ji bo dema pêncî salan, pêşbîniya serekî ya
Washington û paytextên Ewropî ew bû ku mana stemkaran pêwîstiyeke nexweş e,
lê dîktatorekî pêşbînîkirî baştir e ji guhertineke nediyar. Ketina Sûriyeyê
ev nêrîn bi xerabtirîn şêwe hilweşand. Niha ji Şam û Bexdayê heta Lîbya û
Sûdanê, em dibînin cîgir çiqasî ji hev ketî û neseqamgîr in. Hilweşîna
sîstemeke kevn û serhildana cîgirekî cîgir, du proseyên cuda ne. Tişta ku
cîhan jê tê nagihêje ew e ku ev rûxan encameke bilez û yekalîker nîne.
Siyaseta Rojava tenê li pey dawiyeke rûn e: ladana zalim, hilbijartin û
dadperwerî, lê tişta ku di rastiyê de heye, qonaxeke nerêk û dirêjdem e ku
dibe nifşekî bikişîne. Di vê qonaxê de, lêpirsîn, avakirin, aboriya neqanûnî
û dîktatoriyên nû, hemû bi hev re di nava milmilanêyê de ne. Ev dema
veguhêstinê cihê derketina hêzên dijberî hev e. Vegotina rûdanan tenê li dor
kêliyek dramatîk, guzariştê ji jiyana rastîn a xelkê nake. Çîroka rastîn û
ew aliyê ku têgihîştina wê zehmet e, tenê kêliya hilweşînê nîne, belkî
tevahiya wan deh salên mij û moran e ku li pey wê tên.
• Çawa dikare hevsengî di navbera daxwazên rizgarebûyan ji bo îtîrafkirina fermî
û hûrbûna rênimayên yasayî de bê çêkirin, daku şefafiyet bibe amûrek ji bo
rêgirtin li wendabûna baweriyê û kûrbûna êşan di proseya lêpirsînê li Sûriyeyê
de?
- Di raportên taybet bi proseya lêpirsînê li Sûriyeyê de, ya ku ji her tiştî
zêdetir cihê rawestanê ye, pênaseya rizgarebûyan e ji bo têgeha
dadperweriyê; ew "îtîrafkirina fermî" dixin pêşiya "cezadanê". Malbat
dixwazin ew rastiya tehl a ku bi serê kesûkarên wan de hatiye, wek belgeyeke
dîrokî û yasayî ya bêşik û guman di saziyên navneteweyî û fermî de bê
çespandin. Ev ne tenê daxwaziyek e ji bo "zîndanîkirinê", belkî hewleke kûr
e ji bo hilweşandina wê înkara sîstematîk a dewletê ku bêtirî bi dehan sal e
êşên wan paşguh kirine û rewayî ji wan standiye. Kêşeya derûnî ya vê
înkarkirina sazîbûyî, gelek caran ji xudê tundûtûjiya destpêkî jî biêştir û
girantir e, çimkî mirov di tenêtiyeke kujer de dihêle.
Li vir milmilanêyeke kûr di navbera "lezgîniya yekalîkirinê" û "peyreukirina hûr
a rêkarên yasayî" de heye. Sûriye pêwîstî bi proseyeke yasayî ya cihê baweriya
navneteweyî heye daku piştevaniya berdewam a bexşer û hevbeşên avakirinê misoger
bike, çimkî her proseyek wek "dadperweriya serkeftiyan" derbikeve, baweriya
cîhanî û rewabûna yasayî ji dest dide. Lê ji bo rizgarebûyan, her paşxistineke
rêkarî, wek berdewamiya xiyanetên kevn tê hestkirin. Astengiyeke din a pratîkî
ew e ku ew belgeyên di dema şer de hatine komkirin, wek şahidiya çalakvanan û
belgenameyên dizêpêkirî yên nava arşîva rejîmê, gelek caran li gel pîverên tund
ên dadgehê yek nagirin. Ev yek valahiyeke mezin dixe navbera "wê tişta ku
qurbanî bi dilniyayî dizanin" û "wê tişta ku dadgeh dikare li gorî prensîbên
yasayî biselmîne".
Bi baweriya min, Sûriye nikare bi temamî dawî li vê aloziyê bîne, belkî tenê
dikare bi şefafiyeteke mitleq wê birêve bibe. Pêwîst e pîverên wergirtina
belgeyan û sedema hilbijartina dosyeyan bi rûnî ji bo raya giştî bên ragihandin
daku guman bên rehkirin. Rastgotina derbarê dirêjdemiya proseyê û nîşandana
livîna amûrên dadwerî bêyî rawestan, dibe sedema durustkirina baweriyê di
navbera qurbanî û sîstemê de. Tişta ku bawerî û hêviyê bi temamî ji nav dibe, ne
tenê sistiya proseyê ye, belkî bêdengî û nerûnî ye di gavan de ku êşan ducar
dike.
• Hûn çawa vegotin û belgeyên komkirî piştrast dikin, û pêşketina metirsiya li
ser çavkaniyan çawa bandor kiriye ser şêwazê rûmalkirin û metodê karkirina we ya
rojnamevaniyê?
- Metodê min ji bo piştrastkirina zanyariyan li ser bingeha sê çavkaniyan e,
ez hergiz pişta xwe tenê bi yek çavkaniyê girê nadim, belkî divê belgeyên
cuda arasteyan bikin yek. Vegotinek çiqas bibandor be jî, bê hebûna
şahidiyeke din, dokyûmenteke fermî, wêneya satelaytê an vîdyoyeke diyarkirî
ya cografî, nabe nûçe. Lêkolîna çavkaniyên vekirî (OSINT) bûne hevbeşekî
karkirinê, çimkî bi hûrî dem û cih diselmînin û şêwazên wan ji bo hemûyan
qabilî pişkinînê ne.
Tişta ku niha guheriye têgeha parastina çavkaniyê ye. Berê tenê veşartina nav
girîng bû, lê îro metadata, paşxaneya wêneyan û tagên cih (location tags),
metirsiyeke rastîn in. Nîşaneke hûr di vîdyoyekê de dikare çavkaniyekê bi asanî
eşkere bike. Niha erka min zêdetir li ser biryardan e ji bo jêbirin an jî
şêlûkirina hûrgiliyan, ne tenê belavkirina wan. Divê bi eşkereyî guftûgoyeke kûr
li gel çavkaniyan bikim derbarê metirsiyan, çimkî parastina nav tenê beşeke
biçûk e; pêwîst e tevahiya wan hûrgiliyan bi awayekî hûr werin kontrolkirin ku
dibe di dawiyê de bibin sedema eşkerebûna nasnameya mirovan li navçeyên
metirsîdar, lewma berpirsyariya min a niha ji berê gelekî girantir bûye.
• Kîjan rehendên ezmûna Iraqê piştî sala 2003an hatine paşguhkirin? Gelo mîlîs
bihêztir dibin, û gelo pereyan cihê îdyolojiyê wek hevênê komker ê van grûpan di
qada siyasî de girtiye?
- Çîroka herî paşguhkirî ya Iraqê ne şer û teqîn in, belkî herifîna saziyan û
encamên wêranker ên du dehan salan ji seqetbûna jiyana asayî ye. Malbatên
aware ku piraniya temenê xwe li derveyî zêdê xwe derbas kirine, seqetbûna
kerta tendirustî û perwerdeyê, serhildana nifşekî ku hergiz dewleteke karkir
û cihê baweriyê nedîtine, ew birînên kûr in ku di çarçoveya nûçeyên bilez de
cih nagirin. Ev rûdaneke demkî nîne, belkî rewşeke dirêjdem e ku jiyana
rojane ya Iraqiyan girtiye. Têgihîştina di vê rastiyê de, pêwîstî bi hûrbûna
di çawaniya kelêkebûna ziyanên wêranker de heye li ser asta niştimanî.
Pirsa mîlîsyan tam di nava dilê vê çîrokê de ye. Pêwîst e dest ji wê nêrîna bav
a Rojava bê berdan ku grûpên nêzîkî Îranê tenê wek diyardeyeke îdyolojîk an
tayîfî dibîne. Ev di dema deh salên borî de bûne karakterên mezin ên aborî.
Grûpên wek Ketaib Hîzbullha û Esaib Ehlil Heq, di çarçoveya desteya Heşdî Şeibî
de salane bi milyaran dolar ji budceya dewletê werdigirin, lêbelê li derveyî
fermana fermî ya serokwezîr in. Tora wan a bazirganî, avahîsazî, qaçaxçîtî û
nûnertiya parlamentoyê heye û ew bizavkerê aboriya welat in.
Di sala 2026an de, pevçûnên Amerîka û Îranê rewatiyeke siyasî da van grûpan, da
ku xwe wek bergirîkar nîşan bidin, ev jî di demekê de ye ku ji ber qeyrana
darayî geşeya aboriya welat nêzîkî ji sedî heft kêm bûye. Li vir pere û îdyolojî
temamkerê hev in; îdyolojî wek perdeyeke siyasî û cemawerî kar dike û pere jî
dilsoziya çekdaran û fermandaran misoger dike. Kêşeya serekî ew e ku proseya
bêçekkirinê û dema 30ê Îlonê ji bo vekişîna hêzan berdewam tê seqetkirin, çimkî
tu ne tenê daxwazê ji grûpeke çekdar dikî ku dest ji armancên xwe berde, belkî
tu daxwazê ji torên bazirganî yên herî mezin û zengîn ên Iraqê dikî ku xwe
hilweşînin. Parastina berjewendiyên darayî û hegemoniya aboriya nefermî, li gel
gotara siyasî, kiriye ku ev kêşe gelek ji wê aloztir bibe ku di medyayên cîhanî
de tê nîşandan, û rastiya jiyana xelkê li vir wek dîlekî bê deng maye.
• Proseyên bednav ên Enfalê ku li dijî Kurdan hatin encamdan, derbarê rola
rojnamegeriyê di belgekirina hovîtiyan û parastina şahidiya rizgarebûyan de çi
waneyekê fêrî me dikin?
- Enfal yek ji waneyên herî tehl û tûj ên dîrokê ye, ku nîşan dide dema
rojnamegerî û bala navneteweyî piştî çendîn salan û dereng dighêjin, çi
karesatek rû dide. Cîhan tenê wê demê ji qebareya rastîn a tawanê têgihîşt
ku hemû tişt bi dawî hatibû, ew jî bi rêya şahidiya rizgarebûyan û vekolîna
gorên bikom û belgenamesaziyeke hûr bû. Ev xişteya zemenî divê şêwazê nêrîna
rojnamevanan ji bo rûmalkirina tawanan biguhere. Nabe wek babeteke demkî ya
nava bazneya nûçeyan lê bê nihêrîn, ku tenê hefteyekê girîngiya wê hebe û
piştre bê jibîrkirin. Pêwîst e belgekirin û parastina şahidiyan bi berdewamî
werin encamdan, heta di wan salan de jî ku ti dadgeh û hikûmet û navendeke
navneteweyî amade nîne kar li ser wan madeyan bike. Nebûna bînerekî amade ji
bo bertek nîşandanê, ji nirxê tomaran kêm nake. Enfal diselmîne ku
têgihîştina pêşerojê çiqas bi wan şahidî û belgenameyan ve girêdayî ye ku
berî durustbûna vîna siyasî hatine parastin. Ji xeynî wê, Enfal rastiyeke
tehl derbarê berdewamiya înkarkirinê ji me re dibêje, çimkî înkarkirin û
biçûkkirina jenosîdê her tim li pey tawanên mezin tê. Li vir şahidiyên
rastîn dibin mertalekî pola li dijî berevajîkirina dîrokê. Gihandina
destkefta herî mezin a rojnamegeriyê, ne tenê belavkirina destpêkî ye, belkî
durustkirina arşîveke bihêz e ku di pêşerojê de kes nikaribe wê red bike.
Parastina van tomaran temenê şahidiyan dirêj dike, heta piştî koça şahidan û
nemana bala cîhanê ji bo karesatê jî.
• Kîjan rehendên jiyana Kurdan di rûmalên navneteweyî de hatine paşguhkirin, û
rojnamevan çawa dikarin desthilateke kartêkertir bibexşin dengên Kurdî ji bo
dariştina vegotinên taybet bi xwe?
- Rûmalên navneteweyî ji bo pirsa Kurd li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê, di sê
çarçoveyên asêbûyî de mane ku ev in: milmilanêya çekdarî, awarebûn û xewna
dewletbûnê. Ev çarçove ji ber ku ji bo bînerê derve asan tên famkirin û li
gel vegotinên jeopolîtîk ên bav ên navçeyê diguncin, her tim wek tewereya
serekî dimînin. Lê tişta ku di vê navberê de wenda dibe, tevahiya wan
rehendan in ku jiyana siyasî û çandî ya Kurdî bi wateya wê ya rastîn aloz
dikin. Ji wan jî: milmilanêyên tund ên navxweyî, guhertinên di navbera
nifşan de di têgihîştina bo siyaseta neteweyî, rêyên cuda yên her beşeke
Kurdistanê ku li gorî sirûşta wê dewleta hukmê wê dike, şêwe girtine; li gel
dîmeneke dewlemend a hunerî û çandî ya hemdem, ku pir kêm di rûmalên
qeyran-amêz de reng didin.
Ev rehend hêjayî wê yekê ne ku wek beşeke bingehîn di jiyana Kurdî de serederî
li gel wan bê kirin. Wêneyek ku tenê li dor milmilanê û şer hatibe rêkxistin,
derfeteke kêm ji bo têgihîştina di wan guhertinên siyasî û çandî de dihêle ku di
nav dilê van civakan de rû didin. Herwiha kêşeyeke pêkhateyî di şêwazê
rûmalkirina Kurdan de wek yekeyeke yekbûyî ya bêderiz heye, li şûna ku wek
çendîn civakên siyasî yên cuda û xwedî nakokiyên kûr û carinan tehl werin
naskirin; wek milmilanêyên di navbera sîstema hukmraniya Herêma Kurdistanê û
nerîta siyasî ya PKK'ê, an milmilanêya navbera partiyên siyasî yên nav Iraqê û
fraksiyonên Kurdî yên Sûriyeyê, ku pêwendiyên wan ên cuda li gel Şam û Enqereyê
hene.
Asankirina vê aloziyê bo vegotineke yekrehendî, ne tenê sistî û lawazî ye di
şîrovekirinê de, belkî bêrêziyeke mezin e jî li hember wan dîbeytên (gotûbêj)
siyasî yên rastîn ên ku di nava civaka Kurdî de hene, ku gelek caran ji
vegotinên derve yên bo milmilanêyan watedartir in. Serederîkirina cidî li gel
van dîbeytan, pêwîstî bi hûrbûneke baş heye li ser wê yekê ku kî nakok e,
nûnertiya kîjan rêbaza siyasî dikin û ew dewletên tê de dijîn çawa vebijarkên
wan diyar dikin.
Bexşîna karaktera karkir ji bo dengê Kurd, bi guhertineke bingehîn dest pê dike
li ser wê yekê ka kî çîrokê dadirêje: pêwîst e rojnamevan, akademîsyen û
şîrovekarên Kurd wek nivîskarê deqa vegotinê derbikevin, ne tenê wek çavkaniyek
di nava wê pêkhateyê de ku nûçegîhanekî biyanî pêşwext durust kiriye. Ev bi wê
wateyê ye ku nakokiyên siyasî yên navxweyî yên Kurdan bi heman ciddiyeta her
sîstemeke din a siyasî werin rûmalkirin, nabe yekrêzî wek mercekî pêşwext ji bo
cidî wergirtina jiyana siyasî ya Kurdan bê danîn. Cudahî di wê yekê de ye ka tu
tenê wek çavkanî têyî vexwendin, yan rola te dibe di diyarkirina cewhera çîrokê
de. Dayîna derfeteke zêdetir bi karaktera Kurdî, pêwîstî bi rexsandina derfetan
e ji bo nêrînên Kurdî daku pirsan bidarêjin, ne tenê bersiv bidin. Alozî û
cudahî nîşaneya civakeke siyasî ya zindî ne, ne kêmasiyek e ji bo dilxweşkirina
bînerê biyanî.
