• Monday, 28 September 2026
logo

Joshua Busby, şêwirmendê bilind ê berê yê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ji bo karûbarên guherîna avhewayê ji bo Gulanê: Metirsiyên nû yên guherîna avhewayê bê dijminên diyarkirî ne, hişkesalî bê artêş e û petaya cîhanî jî bê hikûmet e, lewma divê saziy

Gulan Media September 28, 2026 Dîmane
Joshua Busby, şêwirmendê bilind ê berê yê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ji bo karûbarên guherîna avhewayê ji bo Gulanê: Metirsiyên nû yên guherîna avhewayê bê dijminên diyarkirî ne, hişkesalî bê artêş e û petaya cîhanî jî bê hikûmet e, lewma divê saziy

 

Profesor Joshua Busby, mamosteyê Karûbarên Giştî (Public Affairs) li Zanîngeha
Texasê ye û şêwirmendê bilind ê berê yê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ji bo
karûbarên guherîna avhewayê bûye, û xwediyê sê pirtûkên Çapxaneya Cambridge ye,
ku ya herî diyar "Dewlet û Siruşt" e ku qala bandora avhewayê li ser ewlehiyê
dike. Di medyayên cîhanî de wekî pisporekî diyar ê birêvebirina guherînên avhewa
û enerjiyê tê naskirin. Di vê hevpeyvînê de, Busby bi dîtineke kûr û zanistî,
tîşkê dixe ser ewlehiya jîngehî, proseya derbasbûna ber bi enerjiya paqij,
astengiyên li pêşiya kêmkirina paşmayên jehrî û paşeroja mîneralên (kanzayên)
serekî.

• Di siya milmilaneyên cîhanî de, çawa dibe ku hikûmet guherîna avhewayê wekî
astengiyeke (teheddiyeke) rojane ji bo ewlehiya niştimanî bibînin û jêrxaneke
bihêz ji bo paşerojeke tijî guherîn ava bikin?

- Guherîna avhewayê êdî wekî pirseke dûr ji bo nifşên paşerojê nayê dîtin, lê
belê guheriye bo astengiyeke rojane û hikûmet niha di nava dilê qeyranên wê
de ne. Diyardeyên siruştî yên tund ên wekî hişkesalî, lehiyê û germahiya
bêpêşîne, êdî bûne beşek ji rastiya rojane ku pêwîstiya wan bi çareseriya
bilez heye. Her çend e pêşketina milmilaneyên jeopolîtîkî û şerên xwîndar li
Ewropa û Rojhilata Navîn, bala dewletan ber bi ewlehiya klasîk û serekî ve
kişandiye û pirsa jîngehê daxistiye dawiya rêzbendiya karên li pêşiyê, lê ev
piştguhxistin dê encamên stratejîk ên metirsîdar hebin. Manewe li ser
pêgeheke bihêz a aborî û stratejîk, bi awayekî bingehîn girêdayî ye bi
weberhênana di jêrxana xweragir û guncandina ligel guherînên bilez ên
enerjiyê. Ew dewletên ku pêşwext xwe ji bo guherîna sîstema enerjiyê û
bandorên fîzîkî amade dikin, dê di paşerojê de bibin xwedî serdestî, lewma
divê siyaseta jîngehî ligel geşepêdana aborî û ewlehiya niştimanî bê
yekkirin. Di cîhanekê de ku pîverên kevin ên pileya germê û baranbarînê êdî
cihê baweriyê nînin, dariştineweya saziyan li ser bingeha rastiyên nû, take
rêya derbasbûnê ye ji wê qeyrana cîhanî ya ku niha beroka tevahiya
mirovatiyê girtiye û gefê li aramî û jiyana mirovan dike.

• Rola saziyan di rûbirûbûna guherîna avhewayê de çî ye? Gelo milmilaneya
elektro-dewlet û petro-dewlet çawa bandorê li ser nexşeya jeopolîtîkî û paşeroja
aboriya navçeya Rojhilata Navîn dike?

- Şiyana saziyên hikûmetê ji bo bersivdana astengiyên avhewayê cihê girîngiyê
ye, çimkî guherandina encamên fîzîkî bo qeyrana siyasî û aborî, tenê
girêdayî karkirina saziyan e. Hikûmet di navbera du berpirsiyariyên mezin de
ne: "Xweguncandin" ligel bandorên rojane û "kêmkirina" derdana gazan ji bo
rêgirtina li karesateke mezintir. Sistbûna di proseya kêmkirinê de, têçûya
xweguncandinê gelekî giran û zehmet dike.

Niha derbasbûna ber bi enerjiya paqij rehendeke jeopolîtîk wergirtiye û hevrikî
li ser çavkanî û teknolojiyayê çir bûye, li vir cudahiya di navbera
"elektro-dewlet" û "petro-dewlet" de derdikeve holê. Dewletên elektronîk li ser
bingeha teknolojiya nû û enerjiya nûbûyî geş dibin, di demekê de ku petro-dewlet
hîn jî girêdayî sotemeniya çavkaniyên siruştî ne. Ji bo navçeyeke wekî Rojhilata
Navîn, ev guherîn derfetek e daku samanên siruştî ji bo avakirina jêrxaneke
bihêz û cihêrengkirina aboriyê bi kar bînin, neku tenê wekî gefeke metirsîdar
bibînin.

Her lewma di vê pirsê de karkirina sazîbûnê kevirê bingehîn e. Welatekî ku xwedî
saziyeke avdaniyê ya pêşketî be, gelek baştir rûbirûyî hişkesaliyê dibe û tora
karebayê ya bihêz jî li ber xwe dide li hember germa tund. Wate asta metirsiyên
avhewayê tenê bi pileya germê û baranê nayê pîvandin, lê belê hemû ev alî
girêdayî asta kalîte û şiyana saziyan e di bergirîkirin û plandananên stratejîk
de. Ev yek tekezî li ser wê dike ku divê hikûmet bi hûrî kar ji bo bihêzkirina
şiyanên xwe bikin, daku bikaribin di paşerojê de bi serketî rûbirûyî hemû cure
qeyranên dijwar û nexwestî yên cîhanî bibin.

• Gelo metirsiyên dabînnekirina ewlehiya pirsa avhewayê çî ne û çima pêwîst e
hikûmet li şûna artêşê, tekezî li ser jêrxana sivîl û xweragiriyê bike ji bo
rûbirûbûna şokan û parastina civakê?

- Metirsiyeke mezin di guherîna zêdegavî ya avhewayê de heye, çimkî naskirina
vê ewlehiyê wekî pirseke serbazî, meyla spartina erkan bo artêşê zêde dike.
Lê belê piraniya astengiyên jîngehî bi hêza çekdar çareser nabin. Heger
saziyên sivîl ji kar bikevin û artêş neçarî destêwerdanê bibe, ev nîşaneya
binketineke kûr a hikûmdariyê ye. Weberhênanên herî girîng divê di sektora
sivîl de bin: wekî amadekariya ji bo karesatan, avakirina jêrxaneke xweragir
li hember guherînan, sîstema pêşbîniya hûr, dabînkirina av û kareba û
ewlehiya xurekê. Her çend e artêş erka parastina saziyan û hevkariya mirovî
heye, lê ewlehiya niştimanî tenê bi parastina binkeyên serbazî pêk nayê, lê
belê dewlet bi bajarekî zindî, ava paqij û xizmetguzariya giştî ve dimîne.
Herwiha, ji ber ku avhewa sînorên navdewletî derbas dike, pêwîstiya me bi
hemahengî û karê bihevre heye, neku tenê milmilaneya emnî û hevrikiya
niştimanî. Ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, têgeha "xweragiriyê" gelekî
girîngtir e ji "mîlîtarîzekirinê" (serbazîkirinê). Pêwîst e bi cidî kar li
ser wê bê kirin bê çawa civak dikare li ber şokên jîngehî li ber xwe bide,
berî ku ew fişar bi lez bibin qeyraneke siyasî, aborî yan mirovî ya kujende,
ku aramiya giştî ya niştimanî bi awayekî metirsîdar têk bide.

• Çawa hikûmet dikarin di çarçoveya xûlên hilbijartinê de, hevsengiyeke hûr di
navbera tijîkirina pêwîstiyên rojane û weberhênana stratejîk a demdirêj ji bo
rûbirûbûna astengiyên avhewayê de dirust bikin?

- Yek ji guherînên herî bingehîn ew e ku pirsa avhewayê ji asta pêşbîniyeke
dûrmewda, guheriye bo rastiyeke rojane û hestpêkirî. Berê ji ber dûriya demî
ya metirsiyan, hikûmetan palnerekî siyasî yê ewto ji bo weberhênana
stratejîk nebû, lê îro hişkesalî, lehî û germahiya bêpêşîne, desthilatdar
xistine pêşberî berpirsiyariyeke bilez. Astengiya rasteqîn di wê de ye ku
nabe bertek tenê di çarçoveya pêngavên demkî û rûkeşî de asê bimînin, çimkî
hevkariya hawarçûnê ya piştî karesatan, tu carî nabe cîgirê pêşxistina
jêrxana avê û bihêzkirina torên enerjiyê. Li vir têgeha "bergiriyê"
girîngiyeke siyasî ya taybet peyda dike, çimkî weberhênana demdirêj di heman
demê de destkeftên bilez jî ji bo civakê hene. Sîstema pêşketî ya kareba û
parastina jîngehê, hem jiyana rojane baştir dikin û hem jî rûbirûyî şokên
paşerojê dibin. Herwiha, daketina têçûya teknolojiyên paqij wiha kiriye ku
aboriya vê pirsê biguhere. Niha bikarhêner ne tenê ji bo jîngehê, nexêr, lê
ji bo erzaniya nirx û ewlehiya enerjiyê berê xwe didin wan teknolojiyan. Ji
vir ve, hikûmet dikarin bi siyaseteke jîrane, geşeya aborî û xweragiriya
jîngehî bi awayekî wisa yek bixin, ku xizmeta hemû berjewendiyên niştimanî û
baştirkirina debara xelkê bike û hemû astengiyan biguherîne bo derfeta aramî
û geşepêdana berdewam.

• Tevî gefên serbazî, niha guherîna avhewayê û teknolojî astengiyên nû ne. Iraq
û Herêma Kurdistanê çawa dikarin di çaryeka sedsala bê de, bingehên xweragiriya
niştimanî li hember van verçerxînên cîhanî darijînin û biparêzin?

- Stratejiyeke ewlehiya niştimanî ku tenê ji nêrîna gefên serbazî yên klasîk
ve bê dariştin, bêguman dê hikûmetan li hember metirsiyên pircure bê bergirî
bihêle. Her çend e dewlet her tim pêwîst e ji bo milmilaneyên jeopolîtîkî
amade bin, lê metirsiyên nû bê dijminên diyarkirî ne. Bo nimûne hişkesalî bê
artêş e û petaya cîhanî jî bê hikûmet e, lewma pêwîst e saziyên emnî xwedî
nermiyeke "pir-erk" bin, tam wekî kêra Swîsrî, daku bikaribin ligel hemû
cure qeyraneke ji nişka ve xwe biguncînin. Tewerê bingehîn li vir divê
"avakirina şiyanê" û "xweragiriya sazîbûnê" be. Xweragirî bi wateya nebûna
qeyranê nayê, lê belê bi wateya berdewamiya sîsteman û başbûna bilez e di
dema ji karketinan de. Ev jî pêwîstî bi hebûna sîstemeke cîgir a pircure
(Redundancy) di sektorên enerjî, peywendî û avê de heye, daku di dema ji
karketina yekî de, yê din cihê wê bigire. Ev dîtin ji bo Herêma Kurdistanê
xwedî girîngiyeke stratejîk a bilind e, çimkî ewlehiya niştimanî, enerjî,
av, geşeya aborî û xizmetguzarî, ne komeke dosyeyên ji hev cuda ne, lê belê
bi awayekî giştgîr û hevdem bandoreke rasterast ji bo berjewendiya giştî li
ser hevdu dikin. Bo nimûne, germahiya teqetbir (gelek dijwar) fişarê dixe
ser karebayê û kareba jî bandorê li ser nexweşxane û sîstema avê dike. Wate,
armanca serekî ya hikûmetê divê avakirina saziyekê be ku şiyana wê ya temam
ji bo birêvebirina vê metirsiya têkel û aloz hebe, çimkî ev dibe pîvera
rasteqîn a serketin û karkirina her hikûmeteke bihêz di paşerojeke nêzîk de.

• Wekî şêwirmendê bilind ê avhewayê li Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, kîjan
wane di şêwaza muameleya Pentagonê ligel metirsiyên demdirêj de heye ku
hikûmetên sivîl, bi taybetî li navçeya me, peyrew bikin?

- Girîngtirîn wane, têrwanîna ji bo jêrxanê li gorî tevahiya temenê wê yê
karkirinê ye. Dema ku saziyek ji bo çendîn dehyên paşerojê tê avakirin, nabe
tenê pişt bi datayên avhewaya rabirî bê girêdan, lê belê divê egera lehî,
germ û hişkesaliyê li ber çavan bigirin. Parastina ewlehiya avhewayê erkekî
serekî yê saziyên sivîl e. Pêwîstiya me bi sîstema pêşwext a hişyarkirinê,
çandiniya xweragir, birêvebirina bikêrhatî ya çavkaniyên avê û enerjiya
berdewam heye. Heger civak tûşî binketina xizmetguzariyê bibe, binkeyên
serbazî bi tenê nayên parastin. Xweguncandin divê wekî erkekî neguher ê
dewletê bê dîtin, ne siyaseteke demkî ku ligel guherîna arasteyên siyasî de
biguhere. Jêrxanên girîng ên wekî bendav, nexweşxane û tora karebayê ji bo
demeke dirêj xizmetê dikin, lewma pêwîst e dîzayna wan li ser bingeha wan
rewşan be ku di paşerojê de rûbirûyî wan dibin. Aliyên siyasî û qeyranên
navdewletî diguherin, lê jêrxan dimînin, wate plandanana demdirêj divê ji
hejmoniya guherînên siyasî yên kurtdem bê cudakirin. Ev take rê ye ji bo
misogerkirina aramiya niştimanî li navçeyên germ, çimkî avakirina paşerojê
pêwîstî bi dîtineke berfireh a niştimanî heye daku bê parastin.

• Ji nêrîna ewlehiya avhewayê ve, girîngtirîn ew metirsî û astengî çî ne ku
pêwîst e biryardestên Herêma Kurdistanê di pêşîneyên karên xwe de cihgîr bikin?

- Herêma Kurdistanê rûbirûyî qeyrana avê, germahiya bêwêne û fişarên herêmî
dibe. Li vir çar rehendên stratejîk dibin çeqê (navenda) metirsiyan. Yekem,
sektora çandiniyê, ku bi sedema kêmaviyê gefê li debara gundnişînan û
ewlehiya xurekê dike, lewma binbirkirina beferoçûna avê û pêşxistina
avdaniya nûjen pêwîstiyên rojane ne. Duyem, sektora karebayê, ku ligel germa
tund fişarê dixe ser toran, pêwîst e weberhênan di enerjiya rojê, pîl û
bihêzkirina jêrxana veguhestinê de bê kirin. Sêyem, rehenda siyasî, çimkî
qutbûna xizmetguzariyan dibe sedema nerazîbûn û têkçûna aramiya niştimanî.
Çarem, dîplomasiya avê, çimkî rûbar sînoran nas nakin û pêwîst e ligel
welatên cîran, wekî Tirkiyeyê, bigihin rêkeftineke sazîbûyî û navdewletî ji
bo dabeşkirina dadperwerane. Di dawiyê de, divê xweguncandin wekî beşeke
dabeşnebûyî di plana geşepêdana aborî û siyasî ya giştgîr de bê dîtin, neku
tenê babeteke jîngehî. Armanca serekî dirustkirina sazî û jêrxanekê ya
rasteqîn e ku bikaribe li ber şokan li ber xwe bide û rêgirî li guherîna wan
bo qeyranên siyasî û civakî bike. Ji vir ve parastina ewlehiya jîngehî dibe
stûna serekî ji bo paşerojeke aram li Herêmê ku pêwîstî bi hewldaneke
niştimanî û giştgîr heye.

Top