Dr. Salar Osman Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê... Diyaspora û nasyonalîzma neteweya bêdewlet, girêdana her çar perçeyên Kurdistanê bi hev re ye
Dema ku min nivîsara (zabitnameya) civîna çil û pêncemîn a Xeleka Gotûbêjê
nirxand, di nav hemû pêşniyaran de, sernava «Rola diyasporaya Kurdî di qada
derveyî nîştiman de ji bo bilindkirina nasyonalîzmê» wekî mijarek stratejîk bala
min kişand. Hilbijartina vê mijara girîng, hevdem bû ligel hevahengiya di
navbera Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê û
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ji bo lidarxistina konferanseke navdewletî bi navê
«Lêgerîna serxwebûna Kurdistanê û aştiya li navçeyê» ku di 27ê Îlona 2026an de
li bajarê Lozanê yê Swîsreyê birêve çû. Ji aliyekî din ve, ev gav bi pêncemîn
salvegera damezrandina «Federasyona Revenda Kurdistanî» re ku li ser ferman û
raspardeya Serok Barzanî wekî torgilokeke neteweyî hatiye avakirin, hevgirtî bû.
Her lewma, tevî girîngiya fikrî û siyasî ya babetê, ez spasiya endamên Xeleka
Gotûbêjê dikim ji bo vê dîtina wan a hûr û di dema xwe de ku bi armanca
kûrkirina hişyarî û xizmetkirina gotara neteweyî tê îfadekirin.
«Xeleka Gotûbêjê» di çarçoveya metoda karkirina xwe ya pîşeyî de, her werzeke
şeş mehî çalakiyên xwe di bin sernaveke «neteweyî, nîştimanî û xwestek û
daxwazên xelkê» de kom dike. Ji bo werza heştem a karên xwe, bernameyeke bihêz
amade kirine daku gotûbêjeke vekirî û kûr li ser pirsa «Nasyonalîzma neteweya
bêdewlet - Stateless Nationalism» birêve bibin. Lê tevî ku di çarçoveya teoriyên
nasyonalîzmê di felsefeya siyasî ya hemdem de, ev têgeh zêdetir ji bo wan
erdnîgariyên biçûk tê bikaranîn ku ji ber ji nû ve dîzaynkirina nexşeya siyasî
piştî şerên mezin bi welatên din ve hatine girêdan, ne ji bo neteweyeke wekî
Kurd ku hejmara wê ji pêncî milyon kesî derbas dibe û hîn jî ji mafê dewleta
serbixwe bêpar e. Lê metoda Xeleka Gotûbêjê di vê werzê de hewl dide vê têgehê
bi awayekî cuda û li jêr roşniya dîtin û bîr û baweriyên Kurdistaniyên her çar
perçeyan û diyasporaya Kurdî, bi rengekî ji nû ve dabrêje (pênase bike) ku ligel
xweza û siruşta taybet a Kurdistanê wek nîştiman û Kurd wekî mezintirîn neteweya
bêdewlet bigunce û modelek nû ya têgihiştinê ji bo nasnameya neteweyî pêşkêş
bike, daku bibe îfadeya rastiya siyasî û dîrokî ya vî gelî ku hîn jî ji
gihîştina mafê diyarkirina çarenivîs û serweriya siyasî û îradeya neteweyî ya
xwe bêpar e û niha pêwîstiya wî bi ramaneke kûr heye.
Ji bo gotûbêja vê carê, «Rola diyasporaya Kurdî li derveyî nîştiman ji bo
bilindkirina nasyonalîzmê», birêz Şîfa Barzanî, serperiştiyarê Revenda
Kurdistanî li Baregeha Barzanî, ji ber ku hevdem bû ligel pêncemîn salvegera
Federasyona Revenda Kurdistanî, nekarî vegere Kurdistanê û rasterast ligel me
amade be, lê bi rêya peyameke nivîskî ya taybet ku di gotûbêjê de hate xwendin,
beşdariyeke girîng ligel me kir. Di peyama xwe de pir vekirî amaje bi wê yekê
kir, ku hejmara diyasporaya Kurdistanê li derveyî welat çendîn milyon kes e, ev
jî rêjeyeke ku ji hejmara rûniştevanên gelek ji wan dewletên biçûk zêdetir e ku
li Neteweyên Yekbûyî xwedî alaya serbixwe ne. Her lewma tekez kir ku diyasporaya
Kurdistanê di dema niha de wek «perçeyê pêncem ê Kurdistanê» xwe manîfesto
kiriye, perçeyekî zindî ku kariye hemû xislet û taybetmendiyên her çar perçeyên
Kurdistanê di çarçoveyeke nîştimanî û neteweyî ya yekgirtî de bi hev ve girê
bide û gotareke siyasî û nîştimanî ya hevbeş di qadeke nû de ji bo berjewendiya
bilind a gelê Kurdistanê ji nû ve dîzayn bike.
Mijareke din a ku di vê gotûbêjê de li ser hat tekezkirin, piştgiriya Hikûmeta
Herêma Kurdistanê ye ji bo revenda Kurdî di oxira parastina ziman û çanda Kurdî
de, ev jî bi rêya projeya «Xwendina derveyî welat» tê berçavkirin. Di vê
çarçoveyê de, Wezareta Perwerdeyê hemû pirtûkên programa xwendinê bi zaravayên
cuda amade kirine û çendîn mamosteyên şareza ji bo wanegotina onlayn (bi rêya
înternetê) terxan kirine. Armanca sereke ya vê destpêşxeriya neteweyî, naskirin
û perwerdekirina nifşên duyem û sêyem ên diyasporayê bi nasnameya Kurdî ye, daku
koka wan a çandî li welatên biyanî geş û zindî bimîne û peywendiya wan bi
nîştiman re nequte.
Metirsiya dîportkirinê (dersînorkirinê), yek ji astengiyên herî mezin ên niha
yên li pêşiya revenda Kurdistanî ya li sirgûnê ye. Li hemberî vê yekê, Hikûmeta
Herêma Kurdistanê bi helwesteke nîştimanî ya bihêz, rê li ber vegerandina bi
zorê girtiye û firokexaneyên xwe li rûyê wê pêvajoyê girtine. Niha Hewlêr bi
rêya dîplomasî û diyaloga berdewam a ligel welatan, kar dike ji bo dîtina
çareseriyeke guncaw û rasteqîn li ser bingeha lihevtêgihiştina hevbeş. Ev hewl
ji bo parastina rûmeta neteweyî û mafê qanûnî yê welatiyên Kurdistanî ye, daku
rê li ber her gaveke neqanûnî ya li hemberî penaberên Kurdistanî li her cihê vê
cîhanê bê girtin.
Di dawiyê de dixwazim li ser wê yekê bisekinim ku pirs û mijara diyasporaya
Kurdistanê di van salan de guherîneke binyadî bi xwe ve dîtiye, bi taybetî piştî
wê yekê ku li ser raspardeya Serok Barzanî Federasyona Revenda Kurdistanî hate
damezrandin. Ev federasyon ku temenê wê tenê pênc sal e, lê bûye sîwaneke
neteweyî ji bo komkirina hestê nîştimanî yê Kurdistaniyên her çar perçeyan.
Herwiha vî navendî kariye huner, muzîk û edebiyata nivîskar û hunermendên hemû
Kurdistanê li derveyî welat bi hev ve girê bide û bibe pêgeheke bihêz ji bo
parastina nasnameya me ya neteweyî bi awayekî bibandor û serdemane di asta hemû
welatên cîhanê de.
