Thomas Bonfiglio, Profesorê Wêje û Zimannasiyê li Zankoya Richmond ji bo Gulan: Ziman amûra herî bibandor e ji bo avakirina nasnameya hevpar
Ziman ne tenê amûrek e ji bo veguhestina hizir û peyaman, lê belê yek ji hêzên
herî bibandor ên civakî û çandî ye ku mirov bi rêya wê xwe û yên din pênase
dike. Ziman dikare bibe faktoreke komker û hesta girêdan û hevpariyê xurt bike û
nasnameyeke hevpar ava bike, lê di heman demê de, dikare bibe amûrek ji bo
cudakirin, piştguhkirin (marjînalîzekirin) û danîna sînoran di navbera «em» û
«ew»an de. Ev her du rûyên ziman, bingeha guftûgoya vê hevpeyvîna kovara (Gulan)
e li gel Thomas Bonfiglio, Profesorê Wêje û Zimannasiyê li Zankoya Richmond.
Bonfiglio di vê guftûgoyê de qala wê yekê dike ku nasnameya neteweyî ne
diyardeyeke cîgir û neguher e, lê belê bi dirêjahiya demê tê guhertin û di bin
bandora ziman, dîrok, çand û pêwendiyên civakî de ji nû ve tê avakirin. Her wiha
ew wê yekê zelal dike ku çawa hizrên wekî «zimanê dayikê» û girêdana ziman bi
kok (reçelek) û cihê cografî ve, di dîroka ramîna Rojavayî de pêş ketine û
dikarin bandoreke piştguhker (marjînalîzker) hebe. Ji vê nêrînê ve, ev guftûgo
hewlek e ji bo têgihîştina ji hêza ziman: Çawa dikare mirovan yekgirtî bike,
nasnameyê ava bike û di heman demê de sînoran di navbera wan de deyne.
• Di destpêkê de em dixwazin pirs bikin ku çima ziman bûye amûreke ewqas bihêz a
şaristaniyê ku gelek caran dibe mekanîzmayek ji bo avakirin û teşedana
nasnameyan?
- Eşkere ye ku mirov karî ye şiyaneke hizrî ya bilind û bibandor pêş bixe,
anku di nav afirandiyên (bûnewerên) din de, em dikarin pêwendiyeke baştir bi
hev re çêbikin. Ev xalek gelekî girîng e û bi saya vê jêhatîbûnê me karî ye
ji zindewerên din baştir îhtîmala rizgarkirin û berdewamiya regeza xwe bînin
holê, anku li vir ziman bûye amûrek ji bo rêxistina civakî û pêdiviyeke
bingehîn ji bo pêşveçûna me ya mirovî.
• Hûn di lêkolînên xwe de qala derûnşîkarî (psîkoanalîz) û neteweperweriyê
(nasyonalîzm) dikin. Gelo derûnşîkarî nakokiya li pişt nasnameyan eşkere dike,
di demekê de ku neteweperwerî dikare nasnameyeke civakî ya tokm û qayîm mîsoger
bike? Gelo mirov dikare neteweperweriyê wekî berevaniyeke destecemî (kolektîf)
li hember nezelaliyên nasnameya civakî û kesî bibîne?
- Bi dîtina min ti pirsgirêk û kêşe di nasnameya neteweyî de nîne û heta
gelekî pêwîst e jî, tu binêre li yariya topa pê (futbolê), ku em dikarin
bibêjin şêwazeke bê ziyan a guftûgoyê ye li ser nasnameyê, herçend e carinan
berteka xelkê ji ya pêwîst zêdetir dibe. Di yek ji qehremaniyên (tûrnûvayên)
Ewropayê de, dema Holenda li hember Îspanyayê rastî binketinê hat, hinek
kesan televizyonên xwe ji pencerê ve avêtin xwarê, wekî ku sûc bixin stûyê
televizyonê! Anku her tim rêyek heye ku em kela dil û hestên xwe yên asêbûyî
bi arasteyeke din vala bikin. Eşkere ye ku aliyê dijminkariyê di nav çanda
mirovî de heye, rewşa niha ya cîhanê jî vê yekê bi başî piştrast dike.
Derûnşîkarî jî ji me re dibêje ku em ji her zindewerekî din zêdetir dikarin
daxwazên xwe yên şerxwaziyê kontrol bikin û li ser bingeha vê kontrolê em
dikarin şaristaniyê ava bikin, çimkî eger ne wisa be wê demê şer, alozî û
nakokiyên zêde têne holê. Loma em nikarin bibêjin ku nasnameya
neteweperweriyê, an jî serbilindiya neteweyî bi serê xwe xirab û nefretkirî
ye, berevajî, gelekî pêwîst in, lê divê em wê yekê jî li ber çavan bigirin
ku nasname tên guhertin. Ji bo nimûne, herçend e di dema niha de zimanê
serdest ê Fransayê fransiya standard a Parîsê ye, lê di destpêka
sedsala 20an de, gelek ji fransiyan - bi rêjeya zêdetirî 50% - li malê bi
fransî diaxivîn, belku bi zaravayê başûr diaxivîn ku vedigere ser zimanê
îspanî yan îtalî, û li beşa rojhilatê wî welatî bi zaravayên almanî û
holendî diaxivîn, anku nasnameya neteweyî ne di rewşeke cîgir de ye. Li
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, gelek ji zarokên hemtêmenên neviyên min,
nizanin wateya navê bapîrê wan çi ye, anku di navbera çar-pênc nifşan de ev
pêwendî qut bûye. Lê berî sed salî, ev pêwendî gelekî xurt bû. Xelkê xwe
wekî polendî ne amerîkî, îtalî ne amerîkî, û îspanî ne amerîkî didan
nasandin. Nimûneyeke berçav di vî warî de, lîstikvanê navdar «Leonardo
DiCaprio» ye, ku navê wî yê yekem îtalî ye û paşnavê wî jî her îtalî ye, lê
wî bi xwe ti pêwendiyek bi Îtalyayê ve nîne. Berî sed salan eger navekî te
yê îtalî hebûya, wê demê bi çavekî kêmtir li te dihate nêrîn. Bi vî awayî em
dibînin ku nasnameya neteweyî di guhertinê de ye û genên me alîkar in ji bo
vî tiştî. Lêkolînên girêdayî genan wê yekê derdixin holê ku ew tiştê em jê
re dibêjin cudahiyên genetîkî, piraniya wan rûxsarên derve û derkî ne -
rengê çerm û rengê por, ku tenê ji aliyê hejmareke kêm a genan ve hatine
kontrolkirin û heta van lêkolînan derxistiye ku dibe ji rûyê genetîkî ve ez
ji kesekî çermreş zêdetir nêzîk bim, li gorî kesekî çermspî ku em wî bi
awayekî rasthatinî (tesadufî) destnîşan dikin. Loma divê em van hemûyan li
ber çavan bigirin û divê em li ber çavan bigirin ku em bi xwe destê me di
pêkanîna wan de heye û pêwîst û tendurist in ji bo pêkanîna kom, klûb,
sembol, dirûşm û tîman.
• Eger hûn dîtin û nêrînên xwe yên derbarê pêwendiya navbera ziman, hêz û
nasnameya neteweyî de kurt bikin, gelo em dikarin bibêjin ku kar û lêkolînên we
zêdetir hewl dane çi ji me re bibêjin?
- Li vir ez dixwazim wê jî bibêjim ku ziman dikare bi awayekî ziyander bê
bikaranîn û ji bo piştguhkirinê bê xebitandin, bi awayekî ku di rûxsarê de
eşkere û berçav nîne. Ev xalek girîng e û nabe em ji bîr bikin. Ev di
pêwendiya bi nasnameya neteweyî û zimanê dayikê re jî rast û dirust e. Tiştê
ku cihê sosretiyê ye ew e ku li gorî lêkolînên min, têgehên wekî "zimanê
dayikê" heta astekê ne diyardeyeke kevin e, belku li Rojava û di dema
Ronesansê de derketiye holê û rasterast ji Îtalyayê serçavî girtiye - gelek
tişt li Îtalyayê serî hildane. Berî wê nasname û ziman bi laş ve nehatibûn
girêdan, anku berî Ronesansê, ziman ne girêdayî koka etnîkî bû û wekî
rewşeke civakî lê dihate nêrîn, ne girêdayî binyada etnîkî bû. Loma girêdana
wan bi rîşeya etnîkî ve karekî ziyander e, ji ber ku nasnameya etnîkî - ku
rewşeke derûnî ye - tê girêdan bi xisletên laşî ve û wê demê hilweşandina wê
dibe karekî dijwar. Dante yek ji wan bîrmendan bû ku ev yek anî ziman. Dema
ku Împaratoriya Romayê hilweşiya, dewlet-netewe dest bi pêkhatinê kirin, lê
wan kevneşopiyeke nivîskî nebû ji ber ku deqên (metnên) fermî tenê latînî û
yewnanî bûn, loma diviyabû wan bi xwe kevneşopî biafiranda. Dante qala wê
yekê kir ku zimanê giştî û belav tiştek e ku em bi şîrê dayikê pê têne
goşkirin (mezin dibin). Peyama wê ya veşartî ev bû ku eger tu bi şîrê heman
dayikê mezin nebî, wê demê tu nabî beşek ji koma me. Ev yek ji gavên mezin
ber bi arasteya nijadperestiya hevçerx ve bû û ev yek jî rasterast girêdayî
nasnameyê ye: Malbat, dayik û hesta girêdanê (întîma). Di heman demê de,
ziman hat girêdan bi cografya û jîngehê ve, wekî wê hizrê ku dibêje; ez
serbilind im bi wê jîngehê ku ez tê de mezin bûm û min geşe kir. Vê îdeolojî
û teoriya nijadperest karekî zêde kir daku ziman bi xisletên laşî û bi
xwezaya lokalî ve girêbidin. Ji vî aliyî ve, mantiq ew e; eger tu heman
hewayê hilnekişînî û eger tu ne di bin bandora heman jîngeha xwezayî de bî,
wê demê êdî tu ne beşek ji me yî, û ev yek jî gelekî ziyander e.
• Gelo ziman pêkhateyeke sereke û bingehîn e di nasyonalîzmê û anîna holê ya
hişyariya neteweyî de, ew jî bi berçavgirtina wê yekê ku we qala bikaranîna
ziman kir ji bo piştguhkirin û dûrxistina komên din? Gelo ziman dikare di vî
warî de roleke avaker û erênî bilîze?
- Ziman amûra herî bibandor û karîger e di vî warî de. Bêguman dibe ev yek bi
rêya sembolan jî rû bide - lehengekî te yê neteweyî heye ku nasnameya te ya
neteweyî berbiçav dike, her wiha dibe bi wêne û xeyalan be, ji bo nimûne,
berî sed salan, wêneyê kevneşopî yê belav ê kesekî amerîkî ji protestanekî
anglo-saksonî pêk dihat, ku ji kesekî îngilîz nedihat cudakirin, loma
wênekirin (xeyalkirin) jî dikare nasnameya neteweyî pê bê avakirin. Lê ziman
mekanîzmaya herî bibandor e, ji ber ku pêdiviya me pê heye em bi hev re
pêwendiyê bikin ji bo çêkirin û avakirina nasnameya hevpar. Ev jî ne tenê
pêwendiya devkî li xwe digire, belku pêwendiya sembolîk jî - nîşan û
sembolên hevpar - li xwe digire.
