• Monday, 28 September 2026
logo

Yanîv Voler, lêkolîner û şirovekarê siyaseta cîhanî li BBC û El-Cezîre ji bo Gulanê: Hêza Pêşmerge artêşeke neteweyî ya resen û destûrî ye û parêzerê rûmeta gelê Kurdistanê ye.

Gulan Media September 28, 2026 Dîmane
Yanîv Voler, lêkolîner û şirovekarê siyaseta cîhanî li BBC û El-Cezîre ji bo Gulanê: Hêza Pêşmerge artêşeke neteweyî ya resen û destûrî ye û parêzerê rûmeta gelê Kurdistanê ye.

 

Yanîv Voler, lêkolîner û şirovekarê siyaseta cîhanî li BBC û El-Cezîre ji bo
Gulanê: Hêza Pêşmerge artêşeke neteweyî ya resen û destûrî ye û parêzerê rûmeta
gelê Kurdistanê ye.

 

Dr. Yanîv Voler pispor û lêkolînerê warê siyaseta navdewletî û berawirdkarî li
herêmên Rojhilata Navîn û Qoçê Afrîkayê ye. Di lêkolînên xwe de balê dikişîne
ser hevrikiyên navxweyî, serwerî û tevgerên serxwebûnxwaz, bi taybetî li
Kurdistan û Başûrê Sûdanê. Ew nivîskarê pirtûka "Nifşê Duyem ê Şerên
Rizgarîxwaziyê" ye ku di sala 2022yan de hatiye weşandin. Wekî wergirê xelata
sala 2023yan a Saziya Harry Frank Guggenheim, lêkolînê li ser rola mîlîsyan dike
û wekî şirovekarekî siyaseta cîhanî li BBC û El-Cezîre kar dike. Ji bo axaftina
li ser bandora mîlîsyan a li ser serweriya dewletê û hebûna proseya bêçekkirina
mîlîsyên Iraqê, me ev hevpeyvîn bi wî re encam da.

• Di jêr ronahiya wê pirtûka ku niha tu li ser kar dikî bi navê (Mîlîsyatokrasî
- Militiatocracies), Iraq heta çi radeyekê modela dewleta paşkoya mîlîsyan e, tu
encamên metirsîdar ên vî hegemonyayê siyasî li ser desthilata fîderal û asayîşa
Herêma Kurdistanê çawa dinirxînî?

- Ji bo kûrkirina hûrgiliyê, pêwîst e ez amaje bi wê yekê bikim ku pirtûka min
hîn nehatiye weşandin û biryar e di bihara bê de bikeve ber çavên xwîneran.
Her çend wesifkirina te ji bo teza min a sereke guncav û rast bû, di rastiyê
de, rewşa niha ya Iraqê bi temamî îfadeya vê modelê nake, belkû ev çarçoveya
teorîk bêtir li gel rewşa Iraqê ya di serdema şerê li dijî El-Qaîde û heta
radeyekê DAIŞê de digunce. Komên çekdar ên aktîf ên niha yên Iraqê, li gorî
wê modela ku min di pirtûkê de pêşkêş kiriye, gelek kêmtir pişta xwe bi
hikûmeta navendî ve girê didin, ji ber ku beşeke herî zêde ya piştgiriya wan
ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tê dabînkirin û di çendîn rewşên cuda de
jî li gel beşek ji tevger û saziyên Bexdayê di hevrikî û dijberiyê de ne. Ev
veqetîn bûye sedem ku ev aktor bibin çavkaniyeke mezin a bêîstîqrariyê û
metirsiyeke cidî li ser statuya Herêma Kurdistanê, tevahiya Iraqê û
îstîqrara navçeyê jî. Ev jî bi wê sedemê ye ku ti berjewendiyeke wan a
stratejîk di parastina rewşa heyî de nîne û mayîna vê statukoyê di xizmeta
ajandayên wan de nîne. Li gorî vê yekê, rastiya niha alozî derbas kiriye û
wan metirsiyan rehendên (alî) cudatir û berfirehtir li ser tevahiya sîstema
siyasî û asayîşa neteweyî di navxwe û derveyî Iraqê de girtine, ku pêwîstiya
wê bi helwesteke cidî heye.

• Di gotara te ya sala 2025an de, "Stratejiya Eşîrî ya Îsraîlê li Xezeyê:
Bikarhênana Ajawiyê ji bo Avakirina Nîzamê", tu rola eşîrên navxweyî wekî
hevbeşê asayîş û îstîqrara piştî hevrikiyê lêkolîn dikî. Ev yek çi waneyekê
derbarê piştgirêdana bi aktorên çekdar radixe ber çavan, kengî ev aktor ji
dabînkirina asayîşê dibin sedema perçebûna siyasî?

- Piştgirêdana dewletê bi wan karakterên ku li derveyî çarçoveyên fermî kar
dikin, qet ne rewşeke mînak (îdeal) e. Bêguman di demeke kurt de ev taktîk
hin destkeft û sûdên rêjeyî ji bo stratejiya dij-serhildanê dabîn dike.
Hetta gelek caran hikûmet û hêzên wan ên çekdar ji ber rûbirûbûna hin
kêmasiyên taktîkî yên wekî kêmbûna hêza mirovî, sînordariya darayî û nebûna
şarezayiya pêwîst di cografyaya navçeya operasyonan de, neçar dibin ku serî
li vê vebijarkê bidin. Lê belê dema ku darijêrên stratejiyê biryara
peyrewkirina siyaseteke bi vî rengî didin, pêwîst e bi hûrî bandorên wê yên
metirsîdar li ber çav bigirin û li mekanîzmayekê bigerin ji bo rêgirtin û
kêmkirina bandorên wan. Ev encam tenê bi metirsiya vegeriyana mîlîsyan bi
ser xwedî piştevanên xwe de kurt nabin, belkû rastiya tal ew e ku ev hêz bi
derbasbûna demê re dibin xwedî berjewendî û ajandayên xwe yên taybet, ev
berjewendî jî di gelek xalan de dê bi xwesteka piştevanên wan re rûbirûyî
hev bibin, bi taybetî dema ku mijar tê ser pirsa dawîanîna li tundûtûjiyê û
pêngavavêtina ber bi aştewaniya niştimanî ve. Ji bilî vê jî, bikarhênana
mîlîsyan encamên civakî û siyasî yên demdirêj bi xwe re tîne, ku bi şêweyekî
kujer bandoreke neyînî li ser yekrêziya civakî, hewldanên jinûveavakirina
welat û saziyên hikûmraniyê di qonaxa piştî şer de dike, ku ev jî dibe
astengeke mezin li pêşiya aştî û îstîqrarê.

• Pêşmerge çawa ji mîlîsya û komên nedewletî tê cudakirin, di pêvajoya guherîna
tevgera rizgarîxwaziyê ber bi projeya dewletsaziyê ve, tu çi çaksaziyekê ji bo
yekxistina vê hêza niştimanî û çespandina rewabûna (meşrûiyeta) wê di parastina
Herêma Kurdistanê de bi pêwîst dizanî?

- Ji nêrîna min ve, qet ne guncav e ku Hêza Pêşmerge wekî mîlîsya were
dabeşkirin (pênasekirin), belkû ez wê wekî hêzeke bergiriyê ya niştimanî ya
resen û hetta wekî artêşeke neteweyî dihesibînim. Her çend em dizanin ku di
niha de Pêşmerge di rûyê lojîstîkî ve wekî pêwîst nehatiye amadekirin û hin
pêkhateyên bingehîn ên şer wekî hêza esmanî tune ne, lê belê di rûyê etosa
serbazî, dîroka tejî serwerî û wê nêrîna tejî rûmet ku gelê Kurdistanê ji bo
wê heye, bikarhênana têgeha mîlîsya, an jî rêxistina nîv-serbazî ji bo vê
hêzê, pênaseyeke nerast û nedadperwerane ye. Derbarê yekxistina rêzên
Pêşmerge de, divê ez bi eşkereyî bibêjim ku ev babet li derveyî bazneya
(qada) pisporiya min e, ji ber ku min rasterast li ser çaksaziya kerta emnî
(SSR) kar nekiriye ku ev bi xwe qadeke zanistî û teknîkî ya taybet e. Bi gel
vê yekê jî, ez bi kûrî bawer im ku yekxistina Pêşmerge divê bibe karê pêşîn
(pêşeng) ê hikûmet û cemawerê Kurdistanê. Ji ber ku ji aliyekî ve perçebûn û
dubendî bandoreke neyînî ya kûr li ser kêrhatina her hêzeke şerker datîne, û
ji aliyekî din ve jî baweriyeke min a kûr heye ku ev pêngav dibe sedema
sereke ji bo bihêzkirina statuya Herêma Kurdistanê û parastina serweriya wê.
Ez wisa dibînim ku amadekirina jêrxaneya pêwîst û stratejîk ji bo
lixwegirtina hemû Pêşmergeyan û tevlîkirina wan di çarçoveya yek hêza
yekgirtî ya niştimanî de, mercekî bingehîn û herî girîng e ji bo avakirina
baweriyê di navbera aliyan de, her çend ti core rênmayiyeke min a teknîkî an
jî planeke pratîkî nîne ku ez bikaribim li vir pêşkêş bikim, ji ber ku ev
karê pisporiyê ye.

• Metirsiyên hebûna hêzên çekdar li derveyî kontrola dewletê çî ne û pêwîst e
hikûmeta fîderal çawa bi hişyarî serederiyê bi dosyeya Heşda Şeibî û komên
çekdar re bike ji bo parastina îstîqrar û rûmeta yasayê?

- Hebûna hêza çekdar li derveyî kontrola dewletê her tim gefeke cidî ye. Hetta
di rejîmên serkutkar de jî hêzên asayî yên wekî artêşa niştimanî, heta
radeyekê pabendî lêpirsîn û çavdêriyê ne. Her ev yek bû sedem ku
desthilateke stemkar wekî Umer El-Beşîr li Sûdanê, serî li bikarhênana
Cencewîd (Janjaweed) bide, ji ber ku Beşîr dixwest xwe ji berpirsyariya
tawanên Darfûrê vedişêre. Dema ku ev komên çekdar bê çavdêrî dimînin,
karesatên wekî Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) diafirînin. Aşkere ye hin hêman
(beş) di nav Heşda Şeibî de hene ku nabe qet destê wan bigihe cemserên
desthilata dewletê û pêwîst e werin hilweşandin, lê belê ji ber aloziyên
civakî û siyasî, piştguhxistina bi temamî ya van koman dibe ku tundûtûjiyeke
mezintir bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê, pêwîst e hikûmeta fîderal bi
hemahengî û şêwirîna li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi hişyarî û
hestyariyeke zêde pêngavan ber bi proseya tevlîkirin û pişkinîna hêmanên
Heşdê di nav hêzên fermî û saziyên dewletê de bavêje, da ku îstîqrara welat
were parastin û ezmûnên tal dubare nebin. Li vir mebesta me parastina rûmeta
yasayê ye li hember her laderiyeke çekdarî ku dibe bibe sedema hilweşîna
bingehên hikûmraniyê û dirustbûna ajawegeriya siyasî di paşerojê de. Ji ber
ku dîrokê selmandiye (îsbat kiriye) ku hêza sîber (siyê) her tim dijminê
îstîqrar, aştî û pêkvejiyana demdirêj a pêkhateyên neteweyî û olî ye.

• Di demekê de ku çavdêr bawer dikin hegemonyaya Îranê û hebûna mîlîsyên çekdar
bûne asteng li pêşiya îstîqrara Iraqê, çawa dibe ev kom werin qelskirin û wan
têxin bin kontrola dewletê?

- Her çend ez qebûl dikim ku cîbicîkirina vê dîtinê erkeke gelek dijwar û tejî
alozî ye, lê pêngava herî bingehîn ji bo destpêkirina vê proseyê, dîtina
mekanîzmaya guncav ji bo sînordarkirina destwerdanên derveyî yên Îranê û
qutkirina çavkaniyên curbicur ên piştgiriyê ji bo komên paramîlîter e.
Armanc ji vê yekê qelskirina wan hêzan e ku bi temamî nûnertiya ajanda û
berjewendiyên Tehranê dikin û li derveyî çarçoveya niştimanî kar dikin. Di
qonaxa paşîn de, pêwîst e serî li tevlîkirina wan hêman û beşan bide ku
berjewendiya bilind a dewleta Iraqê dixin ser her tiştî re, bi gel dariştina
nexşerêyeke giştgîr ji bo dabînkirina cêgireke (alternatîfeke) guncav û hêja
ji bo wan aliyên ku divê di çarçoveya proseya bêçekkirinê de bi yekcarî
werin hilweşandin. Pêwîst e bi eşkereyî amaje bi wê yekê were kirin ku ev
komên çekdar gelek caran xwediyê rehendên (pîvanên) kûr ên civakî û siyasî
yên navxweyî ne, lewma lêgerîna li pey koka van têkiliyan û hewldana ji bo
çareserkirina kokî ya pirsgirêkên wan, beşeke veneqetiyayî û bingehîn e di
vê proseya çaksaziyê de.

Li vir divê ez tekez bikim ku ev pêşniyar tenê wan hêzan li xwe digire ku di
navçeyên cuda yên Iraqê de aktîf in. Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê bi ti awayî
nayê berawirdkirin an wekhev nayê dîtin li gel wan komên paramîlîter û ev nêrîn
û pêşniyar bi ti awayî hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê li xwe nagirin.

Nîgeraniya min a sereke ne di wê yekê de ye ku ev mîlîsya nikaribin xwe
biguncînin, belkû metirsî di wê yekê de ye ku ew bi şêweyekî gelek jêhatî li gel
guhertinên navçeyê li hev bikin û bibin hêzeke kûr-koktir û xweragirtir ji berê.
Ji ber ku şiyana serbazî ya klasîk û amûrên şer ên kevneşopî yên Îranê di encama
şerên van dawiyan de ber bi paşveçûnê çûne, stratejiya bikarhênana "hêzên wekîl
(proksî)" ji bo Tehranê bûye vebijarkeke balkêştir. Her çend ev şiyan bi xwe jî
ji ber hevrikiyan rastî ziyanê hatiye, lê hîn jî palderên bikarhênana wan wekî
amûreke fişarê bihêz mane.

Dema ku behsa parastina asayîşa neteweyî û serweriya xaka Herêma Kurdistanê tê
kirin, hebûna hêzên paramîlîter ku di bin ferman û rênmayiyên Îranê de bin,
metirsiyeke gelek mezintir e ji wê yekê ku ev hêz bêçek werin kirin an di nav
saziyên serbazî yên niştimanî de werin helandin. Her lewma proseya bêçekkirin û
hilweşandina hin hêmanan û tevlîkirina hinekên din di nav artêşeke nîzamî ya
yekgirtî de, pêwîstiyeke niha û çarenivîssaz e, ji ber ku ev dibe sedema
têkşikandina wê amûra bibandor ku Îran ji bo cîbicîkirina meremên xwe bi kar
tîne.

Top