• Monday, 28 September 2026
logo

Thomas Hansen, Profesorê Xebatên Mirovî li Zanîngeha Stanfordê ji bo Gulanê: Reform di saziyan de şertê sereke ye ji bo avakirina baweriya giştî

Gulan Media September 28, 2026 Dîmane
Thomas Hansen, Profesorê Xebatên Mirovî li Zanîngeha Stanfordê ji bo Gulanê: Reform di saziyan de şertê sereke ye ji bo avakirina baweriya giştî

Thomas Hansen, Profesorê Xebatên Mirovî li Zanîngeha Stanfordê ji bo Gulanê:
Reform di saziyan de şertê sereke ye ji bo avakirina baweriya giştî

 

Di serdemekê de ku têgeha demokrasiyê rastî alozî û nediyariyê hatiye, pêwendiya
navbera desthilat, nasname û tundûtûjiyê bûye yek ji mijarên herî girîng ên
hizra siyasî ya hevçax. Me xwest çend pirsekê derxin holê, wek gelo tundûtûjî
tenê gefek e li ser demokrasiyê, an jî beşek e ku bi proseya siyasî re hatiye
strîn. Çawa têgeha "gel" ji aliyê tevgerên populîst û rastgir ve tê bikaranîn ji
bo piştguhkirina kêmaniyan? Ji bo bersivdana van pirsan û çend mijarên din ên
têkildar, me ev hevpeyvîna taybet bi Thomas Hansen re pêk anî; Profesorê Xebatên
Mirovî li Zanîngeha Stanfordê û pisporê diyar ê warê jiyana siyasî, nasnameyên
etnîkî û olî û diyardeya tundûtûjiyê. Hansen bi riya xwendina xwe ya hûr ji bo
ezmûna welatên mîna Hîndistan û Afrîkaya Başûr, rehendên cuda yên tundûtûjiya
dewletê, neteweperweriya olî û paşeroja civakên pirdengî tîne ziman.

• Li gorî lêkolînên we, gengaz e tundûtûjî biçe nava proseya avakirina
nasnameyên siyasî û tenê di pirsa astengkirina çalakiyên siyasî de asê nemîne.
Li vir pirs ew e, gelo bi rastî dibe ku tundûtûjî bibe beşek ji siyaseta
demokratîk, bi taybetî dema ku aktoran kar li ser cudakirina grûpekê ji grûpeke
din dikin, wate dualiya ‘em û ew’ dirust dikin?

- Di rastiyê de, nakokiyek di navbera demokrasî û bikaranîna – an jî gefa
bikaranîna – tundûtûjiyê ji aliyê dewletê an aktoran ve nîne. Gelek dewletên
demokratîk tundûtûjiyê li dijî hevrikên xwe û heta li dijî niştecihên welatê
xwe jî bi kar tînin, lê ev wekî tundûtûjiyeke asayî û rewa tê dîtin, çimkî
wekî rûbirûbûna tawan, operasyonên li dijî terorê, an jî tedbîrên parastina
asayîşa neteweyî tê hejmartin. Herwiha piştevaniyeke siyasî ya di asteke
bilind de ji bo vî rengî tundûtûjiyê heye û bi riya amûrên yasayî tê
encamdan. Bifikirin li ser wê tundûtûjiya ku hêza polîs di dema cîbicîkirina
karên xwe de encam dide – li Brezîlya, Endonezya, Amerîka, Hîndistan û
Rûsyayê û hwd. Herwiha gelek dewletên demokratîk şerê navxweyî dikin li dijî
wê tişta ku jê re dibêjin tevgerên serhildêr, an jî kêmaniyên navxweyî, ew
jî bi razîbûn û dengê piranîyê ye. Gelek caran bikaranîna tundûtûjiyê di
kampanyayên siyasî û gotûbêjan de, wekî pîvanek ji bo serkeftina demokrasiyê
tê hejmartin; mebesta min ew e, heta ku asta tundûtûjiyê kêmtir be, ev tê
wateya çespandina zêdetir a demokrasiyê. Di rastiyê de, hinek rastî di vê
yekê de heye, çimkî kampanya û çalakiyên siyasî û dengdan di bin siya
rewşekê de ku gefa êrîşên tundûtûj tê de hebe, dibe sedema sînordarkirina
azadî û mafê derbirînê. Di heman demê de, divê em wê jî li ber çavan bigirin
ku hebûna gef û kiryarên girêdayî tundûtûjiya siyasî û kombûnên hemaseyî
(yên bi coş) ku dibe ku bikêşin ber bi tundûtûjiyê ve, beşek in ji çawaniya
karkirina siyaseta demokratîk li gelek cihên cîhanê, lê bêyî ku bibin sedema
jinavbirina temamiya proseya demokratîk. Hemû ev bi çawaniya serederîkirina
bi pirsa azadiya derbirînê, sepandina yasayê û parastina takekesan ve
girêdayî ne. Ewê ku girêdayî Hîndistanê ye, ev bi dehan sal e di vî warî de
pirsgirêkên wê yên mezin hene, di demekê de ku di rabirdûyê de ji gelek
rehendan ve demokrasiyeke zindî û serkeftî bû, ji ber ku bi rengekî azadî ji
bo welatiyên xwe dabîn dikir ku zehmet e di gelek civakên din de bê dîtin.
Wate, niha gelek ji van pirsan ji aliyê hikûmeteke ku bi awayekî demokratîk
hatiye hilbijartin, hatine paşguhkirin.

• Di têkiliya bi derketina demokrasiya nelîberal û berfirehbûna pirsa serweriya
piraniyê re, çima ev raman bi dijminatiya li hember kêmanî, sazîyên lîberal û
sînordarkirinên destûrî re hevdem in, û heta çi radeyê têgeha ‘gel’ di siyaseta
hevçax de guherî ye?

- Têgeha ‘gel’ di siyaseta demokratîk û di siyaseta hevçax de ji sedsala 18an
ve û heta di sedsala 20an de jî pirseke bingehîn e. Heta rejîmên dîktator û
nedemokratîk jî îdia dikin ku ew li ser navê neteweyê kar dikin û ji bo
berjewendiya gel pêngavan diavêjin, û belkî civakên nedemokratîk jî
merasîmên dengdanê saz dikin û di dawiyê de piranî zêdetir desthilata xwe
diçespîne. Herdem pirs ew e ku gelo ‘kê wekî gel tê hejmartin?’, wate şerên
mezin ji vir dest pê dikin. Hin ji parêzvanên herî serhişk ên serweriya gel
li Amerîkayê kesên çermspî bûn û xwediyên koletiyê bûn. Herwiha divê em
amaje bi wê yekê jî bikin, ku ewên ku dijberiya piraniyê û siyaseta
dîktatoriyê jî dikin, serî li têgeha gel didin; ev li beşeke mezin a cîhanê
rast e.

• Heta çi astê şêwazên hevçax ên neteweperweriya olî pişta xwe bi hestên
nedadperwerî, piştguhkirin û daxwazê ve girêdidin, ne bi îdeolojî û
berjewendiyên pratîkî?

- Di rastiyê de, ev hest faktorên bihêz in û gelek caran berjewendiyên madî û
çînayetî jî derbas dikin. Min gelek caran xwestiye vê yekê zelal bikim, lê
hîn jî gelek ji şirovekarên siyasî û çepgirên pêşverû wiha difikirin ku xelk
li ser esasê berjewendiyên xwe yên madî deng didin û helwesta siyasî
digirin. Wate, ev baweriyeke kûr e, tevî ku belgeyên bihêz ên berevajiyê vê
jî li holê hene. Berovajî vê, rastgir kar li ser siyaseta girêdayî bêzarî û
hesta piştguhkirinê dikin, ku ev yek serkeftî bûye, herî kêm ji bo demeke
diyarkirî. Pêwîst e em kûr biçin nava aloziyên îdeolojîk ên tevgera rastgir
û fêm bikin ka çima û çawa hevxemiya xelkê bi dest dixin. Çi dibe bila bibe,
ev cure siyaset nikare hêvî û armancên xelkê di warê aramî, geşepêdan û
pêşketinê de pêk bîne.

• Li ser esasê lêkolînên we yên derbarê Afrîkaya Başûr û Hîndistanê de, bi
dîtina we saziyên van welatan ji me re çi dibêjin li ser pirsa avakirina
civakekê ku pirdengî tê de parastî be? Gelo pirdengiya siyasî pişta xwe bi
saziyan girêdide, an çanda pêkvejiyanê, an jî bi guhertineke kûr di ramîna li
ser têgeha ‘gel’ de?

- Ji bo demeke gelekî dirêj Hîndistan û Afrîkaya Başûr di bin desthilatdariya
mêtingeriyê de bûn û xebateke dûr û dirêj ji bo serxwebûnê kirin. Di
dirêjahiya wan dehan salan de, nîqaşeke exlaqî ya bihêz derket holê û di wê
baweriyê de bûn ku eger em rê bidin, ev pêkhateyên cuda dikarin di nava
aştiyê de bi hev re bijîn, û duberekîya navbera pêkhateyan jî (Hîndos û
Misilman li Hîndistanê, Zulu û Xhosayî li Afrîkaya Başûr) wekî encama
dagirkerî û mêtingeriyê dihatin dîtin. Lê divê em vê jî bibêjin ku
hikûmdariya rasteqîn û pirsigrêkên civakî yên navbera grûpan bi pirsên madî,
çawaniya birêvebirina saziyan û wan siyasetên ku girêdayî hembêzkirina
daxwaz û bendewariyên xelkê ne, ve girêdayî ne. Li Hîndistanê xebata dûr û
dirêj a pêkhate û civakên hatine piştguhkirin, bû sedema berfirehbûna
siyaseta erênî, her çend bertek jî tund bûn, lê karekî kêm hat kirin ji bo
hembêzkirina civakên olî û encam jî piştguhkirina kêmaniyên olî bû, bi
taybetî Misilmanan - ku nêzîkî 200 mîlyon kes in li Hîndistanê - û hîn jî
hejartirîn û piştguhkirîtirîn civaka welêt in. Wate, hîn jî Misilman
rûbirûyî wan siyaset û saziyan dibin ku ji piştî serxwebûnê ve reform di wan
de nehatiye kirin. Li Afrîkaya Başûr, hewleke ciddî hat dayîn ji bo
reformkirina di nava hêzên polîs de û avakirina baweriyê di navbera civakên
xwecihî de, encam jî têkel bûn. Ev rastiyek e ku rêjeya bilind a tawanê
amaje ye bi wê yekê ku hêza polîs nikare zanyariyên pêwîst bi dest bixe yên
ku ji bo rêgirtina li tawanê hewce ne; gendelî di nava vê hêzê de berfireh û
berdewam e. Di têkiliya bi çareserkirina pirsgirêkên siyasî û etnîkî yên
rabirdûyê re, encam zêdetir cihê kêfxweşiyê ye. Wek mînak, partiya Inkatha
(IFP) wekî berê hêzeke wê nemaye, her çend hin alozî di nava Partiya
Kongreya Neteweyî ya Afrîkî (ANC) de hene, wekî ku me di têkiliya bi
serokatiya Jacob Zuma de dît. Herwiha dirustkirina hin desteyên eşîrî ji bo
çareserkirina pirsgirêkên çandî û civakî di nav wan kesên ku hez bi
parastina mîrata eşîrî dikin, heta radeyekê serkeftin bi dest xistiye, her
çend di heman demê de pergaleke bihêz a girêdayî yasaya medenî û tawankarî
heye ku li ser gelek ji karûbarên welêt tê cîbicîkirin. Mebest ew e ji bo ku
ez bersiva pirsê bidim; têgeha gel pirseke yek-rehendî nîne, belkî asoyeke
siyasî ya nîştimanî ye ji bo xistina rûyê daxwazan û derbirîna nerazîbûnê.
Yekane riya birêvebirina nasnameyên çandî û civakî yên hevçax û pirdeng,
qebûlkirina rewabûna hebûna wan û parastina wan bi riya yasayê ye. Herwiha
divê sazî jî bi rengekî bin ku bikaribin xizmetguzariyên giştî bi awayekî
dadperwerane dabîn bikin, nakokiyên rojane rêk bixin, bibin sedema başkirina
rewşa welatiyan û pêkanîna armancên wan. Reform di saziyan de şertê sereke
ye ji bo avakirina baweriya giştî û parastina azadiyên takekesî. Di cîhanê
de mînakên van saziyan hene, hinek ji wan di qeyranê de ne û hinek jî
rûbirûyî bertekên tund bûne. Divê em wê yekê ji bîr nekin ku sedema vê
bertekê ew e ku ev siyaset û sazî encamekê dirust dikin ku dibe sedema
ziyanê ji bo berjewendiya elîtan û siyaseta şovîniyan, lê nabe ku ev yek me
bike ku em dest ji van siyaset û saziyan berdin, belkî divê em wan ji nû ve
ava bikin, berdewam bikin û wan bihêz bikin.

Top