Mamoste Dilêr Ebdulla, Alîkarê Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Hewlêrê ji bo Gulanê: Proseya xwendinê ji bo sala (2026-2027) bi beşdariya (1.700.000) xwendekaran li (7.000) avahiyan di 20.09.2026 de dest pê kir
Mamoste Dilêr Ebdulla, Alîkarê Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Hewlêrê ji bo
Gulanê: Proseya xwendinê ji bo sala (2026-2027) bi beşdariya (1.700.000)
xwendekaran li (7.000) avahiyan di 20.09.2026 de dest pê kir
Di (110) pirtûkan de, di hemû qonaxên proseya xwendinê ya îsal de, di programên
xwendinê de guhertin hatine kirin.
Proseya xwendinê yek ji wan sektoran e ku bandoreke mezin û rasterast li ser
jiyan û pêşketina civakê heye. Li vir û wir ji ber zêdebûna hejmara rûniştvanan
û zêdebûna xwendekaran kêşe, kêmasî û pirsgirêk tên dîtin. Derbarê vê yekê de me
çend pirs arasteyî Mamoste Dilêr Ebdulla Hesen, Alîkarê Rêveberê Giştî yê
Perwerdeya Hewlêrê kirin.
- Di merasîma proseya xwendinê ya ji bo sala (2026-2027) de çend xwendekaran
beşdarî xwendinê kirine?
- Roja Yekşemê 20.09.2026 di merasîmekê de, Rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Dr. Alan Hemeseîd Wezîrê
Perwerdeyê, zengila destpêka sala nû ya xwendinê (2026-2027) lêxist, ku tê
de zêdetirî 1.700.000 xwendekar li 7.000 avahiyan dest bi xwendinê kirin.
Bêguman girîngiya lêxistina zengilê ji aliyê Serokê Hikûmetê ve, nîşaneya
giringiyeke bilind e ji bo sektora perwerde û fêrkirinê. Di heman demê de
piştgirî û bihêzkirina morala mamosteyan, nîşandana rêzgirtina fermî û hikûmî ye
ji bo rola pîroz a mamosteyan ku stûnên sereke yên avakirina civakê ne. Her wiha
handana xwendekaran e ji bo destpêka saleke nû ya tijî hêvî û hewldana zanistî,
û nîşandana wê yekê ye ku paşeroja wan cihê girîngiya taybet a dewlet û hikûmetê
ye.
- Gelo di vê sala xwendinê de ti guhertin di programên xwendinê de hatine
kirin?
- Ji bo sala xwendinê ya (2026-2027)an, Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma
Kurdistanê pêngaveke mezin avêtiye û guhertineke bineretî û berfireh di
programên xwendinê de encam daye. Guhertin di (110) pirtûkên xwendinê de, di
hemû qonaxan de (bingehîn û amadeyî) hatine destkarîkirin an jî bi dîzayn û
kalîteyeke nû hatine nûkirin. Bêguman babeta sereke ya guhertinan ew babetên
zanistî û sereke digire nava xwe ku ev in (bîrkarî, zanist, zimanê kurdî,
zimanê erebî û çend babetên hunerî û pîşeyî, her wiha zêdekirina waneya
şetrencê di programa xwendinê de). Armanc jê hevsengkirina programan e li
gel pêşketinên serdemê, kêmkirina barê derûnî û zanyariyên zêde li ser milê
xwendekaran, û gunckirina wan di proseya polenkirina zanistî ya modern de
ye.
- Gelo kêşeya mîlakên (kadroyên) mamosteyan bi taybetî piştî xanenişînbûna
(teqawudbûna) hejmareke zêde ya mamosteyan heye û we çawa çareser kiriye?
- Rêkxistina mîlakan û dagirtina kêmasiya mamosteyan ji ber xanenişînbûna
rêjeyeke zêde ya mamosteyên xwedî ezmûn, yek ji asteng û erkên herî girîng
ên rêveberiyên giştî yên perwerdeyê û rêveberiyên perwerdeya qezayan e. Her
ji ber vê yekê Wezareta Perwerdeyê ferman daye perwerdeyên qezayan ku
mekanîzmayeke kargêrî ji bo rêkxistin û dagirtina kêmasiya mîlakan deynin bi
dabeşkirina dadperwerane ya mamosteyan li navendên xwendinê; bi mebesta
destnîşankirina wan cihên ku zêdehiya mîlakan lê heye û veguhastina wan ji
bo wan xwendingehên ku kêmasiya wan heye. Di heman demê de rêkxistina
mîlakan li ser bingeha beşewane (saetên dersan) û pêdaçûna nexşeya waneyên
mamosteyan daku piştrast bin ku her mamosteyek li gorî pişk û taybetmendiya
xwe ya zanistî waneyên xwe bi temamî wergirtiye, bêyî ku barê wan giran bibe
an jî kêşeya xemsariyê di dabeşkirinê de hebe. Her wiha sûdwergirtin ji
mîlakên girêbest bi rêkxistina cihê niştecîbûn û destbikarbûna mamosteyên
girêbest li navenda bajar, dever û gundên ku kêmasiya mîlakan lê çêbûye.
Heman demê kontrolkirina proseya veguhastina wan daku navendên xwendinê tûşî
rawestanê nebin.
- Cenabê we xwediyê ezmûneke mezin a perwerdeyî ne, gelo ramana yekcilî
(yekrengiya cilûbergan) ya xwendekaran ji ku hatiye û sedema wê çiye?
- Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya du salan biryara
guhertina şêwe, reng û dîzayna cilûbergên yekreng ên xwendekaran ji bo sala
xwendinê ya (2026-2027) ragihand, ku yek ji biryarên girîng û diyar ên îdarî
û civakî ye. Tê de reng û şêweyê cilan li gorî qonax û temenê xwendekaran
hatiye diyarkirin û şert e ku logoya Wezareta Perwerdeyê li ser be. Armanc
ji vê guhertinê nûbûn û guncandina li gel serdemê, anîna dîzayneke hemdem û
baştir e ji bo xwendekaran ku li gel temen û pêwîstiyên wan ên livînê li
navendên xwendinê bigunce. Her wiha kêmkirina cudahiyên civakî, rêgirtina li
pêşbirka cilûbergên rojane û modelên curbicur e ku barê darayî yê malbatan
giran dike û hesta cudahiya çînayetî di nava xwendingehan de çêdike.
- Gelo derbarê avahiyên nû û nûjenkirina xwendingehan de ji aliyê Wezareta
Perwerdeyê ve kar hatiye kirin? Ev war ji bo girîngîdana bi proseya
perwerdeyê xwedî girîngiyeke mezin e û yek ji aliyên girîng e.
- Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Perwerdeyê di salên borî de û di
çarçoveya girîngîdana bi sektora perwerdeyê de, gelek proje ji bo avakirin,
berfirehkirin û nûjenkirina navendên xwendinê û zêdekirina polan cîbicî
kirine. Bêguman ev jî ji bo kêmkirina zext û qerebalixiya ser polan û
kêmkirina dewama duqolî di yek avahiya xwendingehê de ye. Hikûmeta Herêmê bi
rêya Wezareta Perwerdeyê, parêzgehan, bûdceya veberhênanê, Dezgeha Xêrxwazî
ya Barzanî, rêxistinan, kerta taybet, kompanya û xêrxwazan dehan xwendingeh
bi dîzayneke nû ya modern li bajar û bajarokan û bi taybetî li gundên
dûrketî ava kirine. Her di dema lêxistina zengilê de ji aliyê Rêzdar Mesrûr
Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, xistina xizmetê ya 36
avahiyên nû li hemû bajarên Herêma Kurdistanê hate ragihandin. Avahiyên nû
bi şêweyeke endezyarî ya serdemiyane hatine avakirin ku tê de gelek polên
berfireh ên xwendinê, taqîgeh (laboratuwar), yariyan, hola çalakiyan,
kompîtur û yekeya îdarî li xwe digirin. Her çend e rast e ku hîn jî li hinek
dever û rêveberiyan ji ber zêdebûna rêjeya xwendekaran û geşbûna rûniştvanan
pêwîstî bi avakirina xwendingehên zêdetir heye, lê belê plana Wezaretê
hertim ew e ku bala xwe bide ser dabeşkirina dadperwerane ya projeyan daku
ti deverek bêyî avahiyeke guncaw a xwendinê nemîne.
- Gelo cudahî di navbera xwendingeha ehlî (taybet) û hikûmî de tê kirin, an jî
karê sereke yê Wezareta Perwerdeyê girîngîdana zêde û sereke ye bi
xwendingehên hikûmî?
- Girîngîdana Hikûmet û Wezareta Perwerdeyê bi xwendingehên hikûmî weke çeqê
(navenda) sereke ya proseya perwerdeyê, yek ji armancên stratejîk e ji bo
bidestxistina dadperweriya civakî, dabînkirina mafê xwendina wekhev ji bo
hemû çînên civakê û dabînkirina xwendina bêpere. Ji ber vê yekê xwendingehên
hikûmî deriyê sereke ne ji bo ku her zarokek bê cudahî di rewşa darayî ya
malbata xwe de bikaribe dirêjî bi xwendinê bide, û hikûmet bi rêya
dabînkirina avahî, mamoste û programan vî erkî digire ser milê xwe.
Her çend e kerta nehikûmî (li gel perwerde û fêrkirinê girîngiyê bi bazirganî û
karsaziyê dide), lê belê rola wê heye di hevkarîkirina kerta perwerdeyê û
pêgihandina beşek ji nifşê paşerojê yê welat de. Lê belê bihêzkirin û pêşxistina
berdewam a xwendingehên hikûmî şertê sereke ye ji bo parastina wekheviyê û
çavkaniya sereke ya pêgihandina nifşê niştiman e.
