Florian Bieber Rêveberê Navenda Lêkolînên Başûrê Rojhilatê Ewropayê li Zankoya Graz. Bieber ji bo Gulanê: Dîktatoriya Milosevic civaka navneteweyî neçar kir ku Yugoslavyaya berê dabeşî heft dewletan bike.
Professor Florian Bieber, Rêveberê Navenda Lêkolînên Başûrê Rojhilatê Ewropayê
li Zankoya (Zanîngeha) Graz. Bieber ku Serokê Komeleya Xwendinên Neteweyî û
Rêkxerê Koma Şêwirmendiyê ya «Balkan li Ewropayê» ye, xwedî ezmûneke akademîk a
pir dewlemend e li zanîngehên Cornell, New York, CEU û Londonê. Ew nivîskarê
çendîn berhemên bi nirx û girîng e li ser pirsa neteweperestiyê û pêşketina
desthilatxwaziyê li navçeyê, ku pirtûka wî ya dawî «Tişta ku Otokrat jê
ditirsin» e. Di vê hevpeyvîna taybet de, pirsa hilweşîna Yugoslavyaya berê û
têkçûna dewletên federal hatine gotûbêjkirin.
• Çima hewldanên navneteweyî di parastina yekparçeyiya axa dewleta Yugoslavyaya
berê de têk çûn, gelo milmilaneyên (nakokiyên) navxweyî sedema sereke ya
hilweşînê bûn, an nebûna stratejiyeke navneteweyî ya zelal û hevseng faktora
yekalîker a vê rûxana dîrokî bû?
- Destwerdana navneteweyî ji bo parastina yekparçeyiya dewleta Yugoslavyayê wê
demê dest pê kir, ku krîza navxweyî ya welêt gihîştibû qonaxeke pir aloz û
lihevkirina navbera aliyan tê de mehal bûbû. Hewldanên cidî ji bo dîtina
çareseriyeke siyasî ya nû tenê wê demê ketin dewrê ku şer gur bûbû, ev yek
jî egera serkeftina navbeynkariya navneteweyî pir kêm kir.
Sedemên hilweşîna Yugoslavyayê pir û têkel bûn, Serbistan bi serokatiya
«Slobodan Milosevic» hewl dida sîstemeke navendî ya tund bisepîne, li beramberî
wê serkirdayetiya li Slovenya û Kroatyayê daxwaza bidestxistina serxwebûn û
xweseriyeke (otonomiyeke) zêdetir dikir. Ev kêşe ne tenê xwedî rehendeke îdarî
bû, belkî nakokiyeke kûr bû li ser şêwazê sîstema siyasî û aborî ya paşeroja
welêt, ji bilî vê yekê hewldanên Serbistanê ji bo bi-xwe-ve-girêdana kêmîneyên
Serb ên nav komarên din, alozî gihandin lûtkeyê.
Ne Milosevic û ne jî Tudjman Serokê Kroatyayê, amadeyî lihevkirina siyasî nebûn,
ev yek jî bû asteng li pêşiya her çareseriyeke guncaw. Di heman demê de Amerîka
bi Şerê Kendavê û hilweşîna Sovyetê ve mijûl bû, Yekîtiya Ewropayê jî ezmûn û
amadekariya pêwîst ji bo rûbirûbûna tundûtûjiyeke bi vî rengî nebû. Di encamê de
aktorên derve nekarîn pêşî li hilweşînê bigirin, lê israra serkirdayetiya
Serbistanê li ser bikaranîna hêzê, krîz guherand bo şerekî xwîndar. Heger serî
li hêza çekdarî nedana, dibe ku pêvajoya hilweşînê wekî Yekîtiya Sovyetê bi
aştiyane birêve biçûya û gelên navçeyê rastî karesata şerê xwîndar nehatana.
• Gelo hilweşîna Yugoslavyayê û derketina heft dewletên serbixwe ezmûneke taybet
a Balkanan bû, an dikare wekî mînak û pêşîneyek ji bo navçeyên din ên cîhanê di
dema nakokiyên neteweyî û etnîkî de bê dîtin?
- Hilweşîna Yugoslavyayê beşek bû ji pêla giştî ya herifîna federasyonên
sosyalîst ên pirnetewe yên wekî Yekîtiya Sovyet û Çekoslovakyayê, li vir
cudahiya cewherî di xisleta van hilweşînan de bû. Di demekê de ku Sovyet û
Çekoslovakya bi şêweyeke sazankaran (bi lihevkirin) dawî li qewareyên xwe
anîn, Yugoslavyayê rastî hilweşîneke neteba hat. Ji ber nebûna rêkeftina
siyasî di navbera serkirdeyan de, civaka Ewropî gihîşt wê encamê ku dewleta
federal bi pratîkî hilweşiyaye. Vê yekê pêşîneyeke yasayî ya metirsîdar di
asta navneteweyî de afirand, ew jî ev e ku têkçûna saziyên dewletê dibe
hincet ji bo jinavbirina rewabûna (meşrûiyeta) qewareyê. Mînakên hevşêwe yên
wekî Erîtrea û Sûdana Başûr, nîşan didin ku dewletên nû di şert û mercên
cuda de ji dayik dibin, lê rewşa Yugoslavyayê taybetmend bû, ji ber ku
biryar li ser bingeha «rûxanê» bû ne cudaxwaziyeke asayî. Ev lojîk kêşeyeke
kûr çêdike: Heger aliyek karibe dewletê felc bike, piştre dikare wê têkçûnê
wekî hincetekê ji bo bicîhhiştina welêt bi kar bîne. Ev babet bandoreke
rasterast li ser rewşa Bosna û Herzegovînayê heye. Komara Sirp wekî aktorekî
nerazî, berdewam hewl daye saziyên hevpar felc bike û piştre wê bêbandoriyê
wekî belgeyekê ji bo binketina dewletê nîşan bide. Ev stratejî metirsîdar e,
ji ber ku dibe sedema sarkirina civaka navneteweyî ji avakirina federasyonên
pirnetewe. Heger hêz karibin bi qesdî dewletê qels bikin û piştre wê qelsiyê
bikin hinceta cudaxwaziyê, wê demê modela federalîzmê wekî çareseriyek ji bo
nakokiyên neteweyî digihîje binbestê (dixitime). Li vir sînorê navbera mafê
çarenivîsê û têkdana asayîşa dewletê têkel dibe, ku ev jî astengiyeke mezin
a siyasî û yasayî ye. Ev ezmûna Yugoslavyayê nîşan da ku çawa
bihevregirêdana neçarî dikare bibe çavkaniya ne-aramiya demdirêj û têkçûna
peywendiyên siyasî yên navneteweyî, pêwîst e ev rehend bi hûrî bê nirxandin
ji bo rêgirtina li her rûxanekê.
• Wekî pisporekî dîrok û siyaseta Balkanan, tu çi hevşibandinê (lêkçûnê) di
navbera gotarên neteweperestî yên Rûsyayê ji bo dagirkirina Ukraynayê û wan
bangeşeyên neteweyî de dibînî ku bûn havênê hilgîrsana şerên Yugoslavyayê di
salên nodî yên sedsala borî de?
- Gelek hevşibandinên dîrokî di navbera gotara neteweyî ya Serbistanê di dema
hilweşîna Yugoslavyayê û Rûsyaya serdema Putin de tên dîtin. Di wê serdemê
de, Serbistanê bi qesdî înkara hebûn û nasnameya neteweyên wekî Bosna û
Montenegro dikir ji bo ku hinceteke dîrokî ji bo daxwazên xwe yên
berfirehwazî û siyasî bîne. Slobodan Milosevic, mîna Vladimir Putin, bi
eşkere sînorên navneteweyî yên destnîşankirî di navbera komarên berê de xist
jêr pirsyarê.
Paradoksa balkêş li vir ew e ku Putin piştî derbasbûna çendîn salan di
desthilatê de, ev daxwaz wekî siyaseta fermî ya dewletê anîn rojevê, di demekê
de ku Boris Yeltsin di sala 1991an de roleke girîng di hilweşîna aştiyane ya
Yekîtiya Sovyetê û qebûlkirina sînorên nû de lîst. Ev rewş wê yekê diselmîne ku
sînorên navneteweyî yên cîgir, heta piştî derbasbûna çendîn dehyan bi ser
hilweşîna dewletên pirnetewe de jî, hîn jî di egera rûbirûbûna tehedda û
metirsiya guhertinê de ne. Di rûyê zimanê siyasî de, têgehên «Cîhana Rûsî» û
«Cîhana Serbî» bi temamî dişibin hev, herdu welat kêmîneyên neteweyî yên li
derveyî sînorên xwe wekî amûrekî karkir (bibandor) ji bo berfirehkirina
hegemoniya siyasî û neteweyî ya xwe bi kar tînin. Serbistan bi riya Serbên
niştecihên welatên cîran ên wekî Kroatya û Montenegro, hewl dide vê bandorê
bisepîne. Bi her hal, cudahiyeke bingehîn di navbera wan de heye; Rûsya xwedî
dîrokeke împaratorî ya pir kevnar e ku beriya serdema Sovyetê jî hebûye, her ji
ber vê yekê daxwazên wê têkeliyek in ji neteweperestî û emperyalîzma giştgîr.
Berovajî vê, Serbistan ne xwedî dîrokeke împaratorî ya hevşêwe ye û daxwazên wê
tenê di çarçoveyeke neteweperestî ya teng de dimînin, ev jî rengvedana kûr a
aloziyên dîrok û nasnameyê ye di siyaseta navneteweyî de.
• Şerê Rûsya-Ukraynayê çi bandoreke rasterast li ser pêvajoya tevlêbûna welatên
Rojavayê Balkanê di Yekîtiya Ewropayê de hebû, gelo ev krîz bûye sedema
lezkirina pêvajoya endamtiya wan, an asteng û kelemên nû jê çêbûne?
- Şerê Rûsyayê li ser Ukraynayê, wêneya jeopolîtîk û stratejîk a pêvajoya
berfirehbûna Yekîtiya Ewropayê bi temamî guherand. Beriya sala 2022an, ev
pêvajo rastî cureyek ji sistbûn û asêbûneke demdirêj hatibû, lê derketina
şer kir ku berfirehbûn ji çarçoveyeke teknîkî ya sade bibe stratejiyeke
siyasî ya çarenivîssaz û pir bi nirx. Daxwaza bilez û israra Ukrayna û
Moldovayê ji bo bûna bi endam, Yekîtiya Ewropayê neçar kir ku giringiya vê
pêvajoyê di asta siyasî ya hemû parzemînê de dubare binirxîne.
Ev werçerxana nû, bandoreke dualî li ser welatên Rojavayê Balkanê çêkir. Ji
aliyekî ve, çڕbûna (hûrbûna) bêwêne ya serincan li ser Ukraynayê, cureyek ji
nîgeranî û hesta paşguhxistinê li cem Balkaniyan çêkir. Lê ji aliyekî din ve,
pêwîstiya selmandina «kêrhatîbûn û pêbaweriya» pêvajoya berfirehbûnê, zexteke
erênî xist ser Yekîtiyê daku pêşveçûneke pratîkî li wan navçeyan jî nîşan bide,
ku bi salên dirêj e li odeya rawestgehê (bendewariyê) mane.
Herçend niha ji bo Montenegro asoyeke rasteqîn ji bo endamtiyê di salên pêş de
hatiye afirandin, lê astengên giran û bingehîn hîn jî wekî gef mane. Pirsa
asayîkirina peywendiyên navbera Kosova û Serbistanê û pêwîstiya reformên
pêkhateyî ji bo karkirina dewleta Bosna û Herzegovînayê, hîn jî bê çareser mane.
Hevdem kelemên navxweyî yên Yekîtiyê, wekî vetoya Bulgaristanê li dijî
Makedonyaya Bakur û rêgiriyên egerî yên Fransayê, pêvajo aloztir kirine. Nexwe
herçend şer hêz û lezeke nû daye pêvajoya berfirehbûna Yekîtiya Ewropayê, lê
nebûye sedema rîşekêşkirina wan kelemên siyasî û pêkhateyî yên ku berê jî hebûn,
her ji ber vê yekê ev endamtî hîn jî di navbera hêviya jeopolîtîk û
nedilniyayiyeke kûr de ye.
• Li gorî lêkolînên te yên kûr li ser nakokiyên neteweyî, tu neteweperestiya
Kurd wekî mezintirîn neteweya bêdewlet çawa dinirxînî, gelo ev rewş encama
faktorên navxweyî ye, an bi sedema dînamîkên jeopolîtîk ên aloz û navneteweyî
yên cîhanî çêbûye?
- Ji nêrîneke dîrokî û siyasî ve, sedema bingehîn a nebûna qewareyeke
(kiyaneke) serbixwe ya neteweyî ji bo Kurdan, di şêwaza dariştina nexşeya
siyasî ya navçeya Rojhilata Navîn piştî bidawîhatina Şerê Cîhanî yê Yekem de
kom dibe. Tevî hebûna sozên nav Peymana Sevrê, encamên siyasî û jeopolîtîk
rê nedan avabûna dewleta Kurdî. Dema ku sînorên nû li navçeyê bi awayekî
fermî hatin çespandin, bijardeyên guhertina wan sînoran bi tundî hatin
sînordarkirin. Ev diyardeyeke cîhanî ya berfireh e û hevşêweyê rewşa welatên
Afrîkayê ye di piştî qonaxa kolonyalîzmê û derketina dagirkeran de. Sîstema
navneteweyî ya modern bi tundî tekezî li ser parastina yekparçeyiya axê û
aramiya sînorên naskirî dike, ku ev jî astengiyeke mezin û aloz e li pêşiya
neteweyên bêdewlet ji bo gihîştina bi mafê serxwebûnê. Her ji ber vê yekê bi
awayekî asayî, tenê riya gihîştina bi serxwebûnê bi riya razîbûna dewleta
navendî dibe, ku ev jî ji ber tirsa dewletan ji dabeşbûna axê, egereke
siyasî ya pir kêm û mehal e. Nexwe, nebûna dewleta Kurdî encama wê pêvajoya
dîrokî ya cîhanî ya sînoran e, ne encama tenê yek faktora navxweyî ya Kurdî
ye.
• Di nav sîstema navneteweyî de, asteng û derfetên cewherî yên mafê çarenivîsa
Kurdan wekî gelakî bêdewlet çî ne, gava bi wan derfetên siyasî û dîrokî re tên
berawirdkirin ku ji bo neteweyên Yugoslavyaya berê hilketin ji bo bidestxistina
serxwebûn û qewareya serwer a navneteweyî?
- Kelema sereke ya li pêşiya mafê çarenivîsê, xisleta «dewlet-mêhwer» (navenda
wê dewlet e) a sîstema navneteweyî ye. Dewlet bi giştî ji her guhertinekê
vedirevin (ditirsin) ku gefê li yekparçeyiya axa welatan bixwe, ji ber ku
naxwazin biryareke bi vî rengî bibe pêşîneyeke metirsîdar ji bo ser aramiya
navxweyî ya wan.
Kêsa Kosovayê rengvedana vê rastiyê ye. Pênc welatên nav Yekîtiya Ewropayê
(Spanya, Slovakya, Romanya, Qibris û Yewnanistan) ji ber tirsa wan ji serhildana
tevgera serxwebûnxwaz li welatên wan, amade nînin serxwebûna Kosovayê nas bikin.
Ev jî diselmîne ku pirsa biryardana li ser çarenivîsê nikare wekî babeteke
qutkirî bê dîtin, belkî dewlet hertim bandor û lerzên siyasî yên wê biryarê li
ser berjewendiyên xwe dinirxînin.
Tevî vê yekê, sê derfetên girîng ji bo pêkhatina serxwebûnê hene:
Yekem: Dema ku kêse wekî rewşeke «nawaze û taybet» (Sui generis) bê dîtin, bi
awayekî ku nebe hincet an mînakeke yasayî ji bo navçeyên din ên cîhanê.
Duyem: Hebûna demekê (satەوەxtekê) jeopolîtîk a guncaw, wekî ku di dema
hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û Yugoslavyayê de rû da. Ev cure jihevketinên mezin
di sîstema cîhanî de, demeke zêrîn in ji bo guhertinên siyasî û sînorî.
Sêyem: Hebûna hevpeymaniyeke navneteweyî ya bihêz, ji ber ku qewareyên bêdewlet
di nav sîstemeke dewlet-mêhwer de, tenê bi piştgiriya derve ya bibandor dikarin
rewabûnê (meşrûiyetê) bi dest bixin.
Di encamê de, serkeftina pirsa çarenivîsê tenê bi îradeya gelan ve girêdayî
nîne, belkî girêdayî sê faktorên sereke ye: rewandina tirsa dewletan ji çêbûna
pêşîneya yasayî, guncana rewşa navneteweyî, û hebûna piştgiriya hêzên
navneteweyî.
• Gelo Herêma Federal a Kurdistanê dikare di nav jîngeheke herêmî ya neyar de,
bêyî gihîştina bi serxwebûna siyasî ya temam, aramî û mayîndebûna xwe ya
demdirêj biparêze û pêş bikeve?
- Bêguman alengariya (teheddaya) herî mezin a niha, ew jîngeha neyar û
dijminane ye ku ji aliyê piraniya dewletên navçeyê ve hatiye afirandin. Ev
dijayetî bi awayekî rasterast gefê li berdewamî û asayîşa hemû rêkeftinên
siyasî yên federal dike. Di nebûna serweriya temam a dewletê de, hertim
egera qelskirin, paşvevegerandin an heta hilweşandina qewareyên
xwebirêvebirinê ji aliyê wan dewletan ve heye ku ev qeware di çarçoveya
sînorên wan ên fermî de ne. Ev yek jî rêkxistinên otonomiyê li beramberî
dewletên serbixwe û navneteweyî, hesastir û rûbirûyî metirsiyê dike, ji ber
ku mayîna wan bi hevsengiya siyasî, dîtina hikûmeta navendî û mercên giştî
yên navçeyê ve girêdayî ye. Nexwe, baştirîn û mezintirîn garantî ew e ku
reftarên dewletên cîran û gelên piranî li beramberî otonomiya Kurd bê
guhertin. Heger Herêma Federal a Kurdistanê wekî beşeke rewa û hertimî di
sîstema siyasî de bê dîtin, ne wekî sazish (tawîz) eke demkî an gefek li ser
yekparçeyiya axê, wê demê bingeheke bihêztir ji bo aramiya demdirêj dabîn
dike. Di encamê de, mayîna van herêmên federal ne tenê li ser saziyên
navxweyî, belkî li ser asta qebûlkirina wan di jîngeha siyasî ya derdorê de
bendê ye (girêdayî ye).
• Gelek çavdêr sîstema federalî li Iraqê wekî ezmûneke têkçûyî (pekketî)
dibînin, gelo peyda nekirina aramiyê ji bo xweyê têgehê li civakên dabeşbûyî
vedigere, an pirsgirêk di şêwaza cîbicîkirina vê sîstema federal de ye?
- Federalîzma pirnetewe di asta pratîkî de berdewam rûbirûyî asteng û kelemên
pir mezin dibe, ji ber ku ev sîstema siyasî hewl dide dîtin û nêrînên dijber
derbarê cewhera dewletê û şêwazê desthilatdariyê de li hev bîne (têkel
bike). Ev cure model divê karibe hevsengiyeke pir hûr û hestiyar di navbera
xwesteka rewa ya pêkhateyan ji bo çarenivîsê û pêwîstiya parastina
qewareyeke dewletî ya yekgirtî de çêbike. Kêşeya bingehîn ne tenê di xweyê
rêkarên federalîzmê de ye, belkî zêdetir di wê yekê de ye ku ev bingeh û
rêkeftin pir caran di nava cergeya milmilaneyeke siyasî ya dijwar û tije
nakokî de tên avakirin. Heta li welatekî demokratîk ê pêşketiye wekî
Belçîkayê jî, tevî nebûna dîrokeke xwîndar û tije tundûtûjî, aloziyên vê
pêkhateyê berdewam kêşeya siyasî ya kûr diafirînin. Diyar e ev pirsgirêk li
wan civakên ku bêpar in ji çanda (ferhenga) siyasî ya lihevkirinê û dîrokeke
demokratîk a bihêz, hêj zêdetir kûr dibin. Ji vir ve, federalîzm û
dabeşkirina desthilatê ne tenê komek metnên yasayî û saziyî ne, belkî
serkeftina wan bi awayekî sereke girêdayî reftar û çanda siyasî ya aktorên
sereke ye. Federalîzmeke çalak pêwîstî bi serkirdeyan heye ku baweriya wan a
temam bi lihevkirina siyasî û rewabûna saziyan hebe, bêyî hevkariya bi hev
re, destûr jî felc dibe.
• Çi lêkçûnek pêkhateyî di qeyrana siyasî ya Iraq û Bosnayê de heye, çima modela
dabeşkirina desthilatê li van herdu welatan nebûye sedema pêkanîna
desthilatdariyeke giştgîr û serkeftî?
- Yek ji xalên hevpar ên cewherî ev e ku herdu sîstemên siyasî ji aliyê
aktorên derve ve hatine dariştin, ne di encama lihevkirina navxweyî de. Ev
jî bûye sedem ku qebûlkirina van pêkhateyan di asta niştimanî de rûbirûyî
astengiyan bibe, bi awayekî ku siyasetmedar di rûxar (di rû) de qebûl dikin,
lê di binyatê de gumana wan di rewabûn û berdewamiya demdirêj a wan de heye.
Li Iraq û Bosnayê, tehedda di sê astên aloz de kom bûye: Yekem, avakirina
demokrasiyeke ku beşdarî û nûnertiya rasteqîn ferman bike. Duyem, çespandina
çanda lihevkirinê (sazanê), ji ber ku di civakên dabeşbûyî de desthilatdarî
bêyî li-ber-çav-girtina berjewendiya hemû pêkhateyan mehal e. Sêyem,
qebûlkirina xweyê pêkhateya dewletê û çarçoveya sînorên wê yên destûrî. Ev
hersê merc bi tundî girêdayî hev in, demokrasî bê lihevkirin çalak nabe,
lihevkirin jî bê nasîna rewabûna dewletê pêk nayê. Ji vir ve, kêşe ne tenê
kêmasiya saziyekê an metnekî destûrî ye, belkî ev e ku girêdana van hersê
rehendên sereke zehmet e, ku bûye sedem sîstema siyasî hertim rûbirûyî
îflîcî û qeyranên li pey hev bibe û aramiya rasteqîn li welêt pêk neyê û
neçespê.
• Gelo di siya berdewamiya nakokiyên neteweyî û mezhebî de, Iraq ber bi
sîstemeke yekalî (otorîter) an têkel gav diavêje, ku tê de saziyên demokratîk
tenê ji bo veşartina şêwazên desthilatxwaz û serkutkar ên desthilatdariyê tên
bikaranîn?
- Niha pêleke (rewteke) cîhanî ber bi otokratîzekirin û paşvekişîna
demokrasiyê ve hest pê tê kirin, ku tê de sazî qels û şêwazên yekalî
(otorîter) çalaktir dibin. Di vê navberê de sîstemên federal û aloz li
beramberî dewletên yekbûyî yên navendger, xwedî şiyaneke bilindtir in ji bo
xweşragiriya li hember gefa dîktatoriyê. Federalîzm bi riya dabeşkirina
desthilatê li ser ast û qadên cuda, rê li ber qorixkariya mutleq (temam)
digire. Herçend ev alozî dibe sedema kêşeya desthilatdariyê û jihevketina
siyasî, lê hevdem wekî mertalekî bihêz ê saziyî li dijî komkirina desthilatê
li yek navendeke siyasî ya diyarkirî kar dike û rêgiriyê li derketina
sîstemeke dîktatorî û otokratî ya navendî ya temam û giştgîr dike.
